Her weşanxane û rojname; medya; prensîbên wan yên weşanê hene. Li angora van prensîban xebatên xwe dimeşînin. Eger redaksîyon, li gor van prensîban biryara weşana pirtûkek, nivîsek, an jî berhemekê bêt dan, ew wê çap dikin. Dema nivîsê li gor prensîbên xwe rast nebînin jî, nivîskar agahdar dikin! Ji vira şûnde muhatabê xwendevanan nivîskar bi xwe ye.
Lê di nav kurdan de çiqa ev prensîp hebin û li bin nivîsan jî „Berpirsîyarê naveroka nivîsê nivîskar bi xwe ye, me girênade“(!) têt nivîsandin jî; her hiqûqê nivîskar têt binpê kirin. Hinek rojname, şîrovên nivîskar, ku li hesabê wan neyê naweşînin û divêtîyê nabînin, ku nivîskar jî agahdar bikin. Dema nivîskar ji wan dipirse û sebeba neweşanê nivîskî dixwaze jî, dibêjin: „Em ne mecbûrin nivîskî bersîvê bidin, hûn çi dixwazin bikin!“(R-Netewe) Malperek din ku ez nivîskarê wan im jî, dibêjin; „me gotîye qey we ji bo xwendinê şandîye. Ji bo wî jî nehatîye çapkirinê.“R-RN. Lê redaksîyona rojnamê baş dizane, ku ji e-maila nivîskar, her nivîsa ku ji wan re diçe, nivîs a wî nivîskarîye û di kuncika wî de têt weşandin. Heger nivîsek ne a nivîskar be, lê bixwaze ku bêt weşandin, bi îzah û daxwaza nivîsê re têt şandin. Di vir de pirensîb û mafê „bîr û rayên di nivîsê de ya nivîskar e.“ têt binpê kirin û nivîs têt bloqe kirin, lê bi zimanekî kîbarî dibêjin; „me nedîtîye, an jî me got belkû ji bo xwendinê we şandîye“
Mînakek din;
Li ser „danasîna pirtûkek“, ku hatîye rexnekirin û ji terefê dewleta tirkan ve hatîye qedexe kirin, rojname bersîva nivîsa kolumnîst dide:
„Mamosta destên we saxbin, lê derbarê vê pirtûkê de herî dawiyê daxuyaniyeke weşangeha Doz hebû û diyare derbarê pirtûkê de hin pirsgirêk hene. Ango di pirtûkê de ji bo hin malbatan tiştên ku hatine gotin wekî nerastin û li gor daxuyaniya weşangeha Doz ji ber pirtûk li Tirkiyê hatiye kom kirin nikarin wê xeletiyê jî sererast bikin û ji ber wê jî daxwaza lêborînê kirine. JI ber wan sedeman em nikarin derbarê vê pirtûkê de nivîsên heyî biweşînin.
Li gel silav û rêz“ 16.03.2321 R-BN
Di vir de mijar pirtûke û li ser pirtûkê danasîna pirtûkê û rexne ye!
Weşanxane dibêje:
„Pirtuka ko ji bo çapê digehe ber destê weşanxaneya (D), ji alî rêvbiriya weşanxaneyê ve tê te helsengandin, ger bi naveroka xwe ve xizmet ji kurdayetiyê re bike hêjayê çapê tê hesibandin û ji bo amadekirina çapê berpirsiyarekî tê tayînkirin û ev berhem ji alî wî/wê kesê ve tê amadekirin. Em wek weşanxane beşdarê hemu nêrîn, ra û ramanên nivîskaran nebin jî ev behrem dihêne çapkirin.“
Piştî ku pirtûk têt çapkirin, dadgeha tirkan pirtûkê qedexe dike. Yek jî pirtûkê rexne dike. Piştî van bûyeran, di medya civakî de li ser navê weşanxanê agahîyek din derdikeve ku; „em pê hesiyan ku di romanê de li ser mezinekê (…) malbata (…) ku di bajarê (…) de wek malbateka Kurdperwer naskirî ne, hindek agahîyên şaş, ku dilê endamên malbatê êşandiye he ne.“(D)
Redaksîyona weşanxanê dema li gor prensîp û helwesta weşanxanê, biryara çapkirina pirtûkê bide, divê xwedî li pirtûkê jî derkeve û bêxwedî nehêle! Prensîbên xwe yê biryara çapê bikar bîne.
Helbet wê rexne ji nivîskarê pirtûkê re werin. Bi qasî rexnan, heqê berhemê, ku kesên biecibînin û pesnên berhemê ji xwendevanan re bikin jî heye. Ev herdû maf jî divê bên parastin. Weşanxane an jî rojname nikare rexnê bi tena serê xwe, bigire ber çavan û mafê kesên ku pirtûkê biecibînin binpê bike. Heger nivîskar xeteyek, ku bêt pesendkirin bibîne, dikare daxûyanîyê bide û raya giştî agahdar bike. An jî, bersîva rexneyan bide û bi belge îspat bike, ku rexne nerastin. Ev dikeve ser milê nivîskar. Ew divê îdeayên nerênî bibersîvîne.
Bê ku berhem bêt xwendin!
Bê ku îdîa bên zelalkirin!
Bê ku li ser pirtûkê rexne û danasîn derkevin ber xwendevanan.
Bê ku naverok û berfirehîya pirtûkê bêt fêhm kirin; ji terefên hinan de berhem têt aferozkirin. Weşanxane xwedî li pirtûkê dernakeve. Nivîsên „Danasîna Pirtûkê“ tên redkirin!
Ku redaksîyonên rojnameyan bêjin; „em naxwazin nivîsek li ser pirtûkek qedexekirî biweşînin, wê problemên hiqûqî ji me re derkevin“ ezê fêh bikim. "Lê yekî îtiraz kirîye em nikarin çap bikin" (!) wek bersîv, eyba redaksîyona rojnameyê derdixe ber me.
Her çiqa berhemek mafê wê yê „rexnê“ hebe, mafê wê berhemê yê „pesnê“ jî heye. Yên ku vê biryarê jî dide, ne redaksîyon e, xwendevan e. Lê bi mejîyekî bloqe kirinê, afaroz kirinê, an sansor kirinê rojname û weşanxane tevbigerin, mafê rexne û pesnê jî ji destê xwendevanan digirin û binpê dikin.
Şeyhmus Ozzengin/18.03.2021
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.