Sebeba vê pir dîyare. Ji ber ku piranîyên kurdan misilmanin, dixwazin kurdan bixin xizmeta îslamîstan û di Rojhilata Navîn de ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin.
Pîkolîya tirk, faris û ereban eve ku, bi rêya îslamê kurdan ji rêya armanca wan derxînin û bikin peyayê xwe. Di herêmê de nêzî 70 milîyonî nufûsek kurdan heye. Piranîyê vê nufûsê liser axa xwe dijî. Bê dewlete. Daxwaza miletê Kurd a devletbûnê dikin, “îsraîla duyem“ û di asta dijminatîya miletê Kurd e bikar tînin.
Îro jî di rojhilata navîn de şerek heye. Di eslê xwe de ev şer, ne şerê ol û mezheban e. Şerê berjewendîyan û ji nûve dîzainkirina Rojhilata Navîn e. Lê Tirkîye, Îran û hinek dewletên ereban, dixwazin ji bona berjewendîyên xwe vî şerî bikin şerê “Îslamê û kafiran“ û piştgirîyê ji misilmanan bigirin, an jî misilmanan bigirin cem xwe. Di vê armancê de mebest ne Felestîn û rizgarîya felestînîyan e. Mebest, dijminatîya Îsraîlê ye, ji holê rakirina dewleta Îsraîlê ye û Felestîn jî pergala vê armancê ye. Ji bona vê armancê „doza Felestînê“ têt bikaranîn. Di propaganda „birayên misilman yên Felestînê di bin zilmê de ne“, ev armanc bi xwe heye.
Di virde bi rêya hinek peyayên xwe yên Kurd pêşnîyarî kurdan dikin ku;
„Li cem Emerîka û Îsraîlê cîh negirin, bi van dewletan re nekevin têkilîyê. Piştgirîyê bidin me, em birayên hev yên misilmanın. Berjewendîyên kurdan li gel me ne. Emerîka û Îsraîl dixwazin kurdan ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin. Rê nedin vê..“(!)
Ji Abdurrehman Temel (Semawî) bigire, heta Mucahit Bilici û Mufît Yuksel, di nav kurdan de vê xebatê dimeşînin. Dibêjin, „dewleta tirkan a kurda ye“ jî. Başe ev 101 sale, kengî kurd bûne şirîkê dewleta tirkan? Tenê di nava vê dewletê de komkujî, înkar, asîmîlasyon, zîndan û koçberî, surgûn bûye para me kurdan.
Huda Par, bi navê Îslamê di nav kurdan de, li bajarên kurdan mitîngên dijberî Îsraîlê û Emerîkayê, ji bo piştgirîya Îran, Hamas, Hirbûllah û Haşdî Şabî lidar dixe. Posterên rêveberên Hamas û Hizbûllahê li bircên Dîyarbekirê dadilqîne. Ev mitîngên ku dixwazin kurdan li dij Emerîka û Îsraîlê mobîlîze bikin, di eslê xwe de dijminatîya Îsraîlê bi xwe ye û dixwazin îmajekê bidin cîhanê ku, „kurd jî misilmanin û di vê ênîya îslamîst de ne.“
Îsraîl ne dijminê me ye û axa Kurdistanê jî dagir nekirîye!
Dewleta kurdan tineye. Kurd ne miletekî xwedî hêzek navnetewî ne. Axa kurdan, di navbera çar dewletên misilman de hatîye parvekirin. Zimanê Kurdî, çanda kurdî û kurdbûn li ser axa Kurdistanê ji kurdan re qedexe ye. Van dewletan bi sedan komkujî û jenosid anîne serê kurdan. Bi sedhezaran Kurd di zîndanên van dewletan de ne. Rojek alimekî Îslamê, dewletek misilman ev zor û zulma ser kurdan şermezar nekirîye. Enfal, çekên kîmyewî û jenosîda kurdên Êzdî hîn zînde ne. Rojek li henber van kirinan helwestek erênî a misilmanan dîyar nebûye. Rastî eve, çima wê Kurd bawerîya xwe bi tirk, ereb, faris û misilmantîya wan bîne?
Dijminên me ji çi ditirsin?
Ji îhtîmala avakirina dewletek Kurd û kurdistanî ditirsin! Ditirsin ku dewletek Kurd ava bibe û bibe hevalbendê Îsraîlê! Kar û xebatên bi navê İslamê raserî ser kurdan kirine, ev tirs bi xwe ye. Ji dewleta tirkan re hevalbendîya Îsraîlê, bezirganîya bi Îsraîlê re û kirîna çekan ji Îsraîlê raste, lê ku Kurd bibin dewlet, wê bibe “dewleta duyem a Îsraîl“ê!
Mixabin karmendê vê sîyasetê jî dîsa ji kurdan tên hilbijartin. Dema ku serokê PKKê Abdullah Ocalan ji rêveberên tirkan re digot; “ez rê nadim ku li ser axa kurdan dewleta duyem a Îsraîlê avabibe“ ev bi xwe bû.
Dema ku DEM Partî “sersaxî“ dida rêveberên Hamas û Hizbûlahê ev bi xwe bû. Dema rêveberên PKKê ji Qendîlê daxuyanî didan û digotin; „ku li herêmê şerekî mezin derkeve û êrîş were ser Îranê, emê li henber Îsraîl û Emerîkayê li gel Îranê cîh bigirin“(!) mebest ev bixwe ye.
Mixabin di vê sîyaseta xizmetkarîya dijminande, herî pir Kurd tên bikar anîn.
Ji bona Felestînê dewletê diparêzin û bi qasî dewleta tirkan û ji hêzên paramilîter yên çepgirîya tirkan bêtir ewîndarê Felestînê ne. Ji bona avakirina dewleta Felestînê, li Felestînê gerîlacîtî jî kirine. Lê wexta têt ser kurdan ku 70 milîyon mileteke. Dibêjin, „ji kurdan re dewlet nelazime. Dewletbûn tiştekî xerabe!“ Lê ji bona demokratîze kirin û ji nûve R-organîzekirina dewleta tirkan, ereban û farisan xebatê dikin û zarokên kurdan dikin qûrban.
Ev bizrê malxerab ketîye nav me û beşek ji kurdan ji xwe re, ji bona armancên xwe bikar tîne.
Dewletên dijmin, di nav kurdan de bizrê teorîya “dewlet, sazîyek xerabe“(!) çandine. Bi hezaran xortên kurdan bi vê mebestê li serê çîyayê Kurdistanê didin kujtin.
Gelo di dîroka têkoşîna rîzgarîya ti miletan de ev malxerabî heye?
Ez lê rast nehatime. Miletan ji dijminên xwe re kar kirine û bûne hevalbend, lê teorîya koletîyê ji xwe re meşrû nekirine. Ev beşa kurdan, ev xulamtî derxistine kirine astek xîyanetê.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.