Gava biryara Referandûmê:
“..hindê roja çarşemê 07ê Hezîrana 2017ê, di civîneka tarîxî de Serokatîya Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî yên herêma Kurdistanê û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê biryareka tarîxî dan û 25.09.2017ê wekî roja pêkanîna referandûmê destnîşan kir.”s.67
Li herêma Kurdistanê hizbên ku protokola civînê îmze kirin ev bûn:
Partîya Demokrat ya Kurdistanê, Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê, Hizba Şîyû î ya Kurdistanê, Hizba Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Partîya Kirêkar û Rencberên Kurdistanê, Partîya Çakzazîya Pêşkevtû ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêrê ya Turkmenî, Bereya Turkmenî ya Îraqê, Partîya Geşepêdana Turkmenan, Lîsteya Ermenîyan li Parlementoya Kurdistanê, Bizûtneweya Demokratîk ya Aşûrî û Encûmena Gelê Kildan Siryan Aşûrî.
Piştî temambûna civînê, li ser navê van hemû hêzên Kurdistanê, daxûyanîyek li ser çar xalan, bi îmzeya van hemû hêzên ku beşdarî civêna 07.06.2017an, miletê Kurdistanê hat agahdar kirin. Piştî îlan kirina roja referandûmê (25.09.2017), dest bi avakirina sazî û Konseya Rêvebirina Referandûmê bû. Hemû amadekarî bi şiklek lez hat meşandin û giranî dan dîplomasîyê. Çêkirina program û çalakîyên medya navxweyî, ya erebî, ya cîhanî û aşînekirina hemwelatîyan “di derheqê prosesa referandûmê de û herwiha teşwîqkirina hemwelatîyên Kurdistanê ji bo beşdarbûna di prosesâ referandûmê de” destpê kir.
Di destpêkirina xebatên dîplomatîk yên ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê de, kek Mesûd Barzanî dan û stenên xwe bi van xetan eşkere dike:
“Min bi xwe serdana Ewrûpayê û hinek welatên erebî kir. Li Parlamentoya Ewrûpayê roja 11-ê Tirmeha 2017-ê min axavtinek pêşkêş kir. Di destpêka axavtina xwe de min endamên wê heyeta ko digel min serdana Parlamentoya Ewrûpayê kiribûn dan nas kirin. Min îşaret bi wê yekê da ko vê heyetê mesaja xelkê Kurdistanê anîye û heyet ji van kesan pêktêt: Endamê Polîtburoya PDK-ê Hoşyar Zêbarî, Endamê Polîtburoya YNK-ê Necmetîn Kerîm, endamê serkirdayetîya Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hawdîyanî, nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, nûnerê xiristîyanan Wehîde Yaqu Hurmiz û nûnerê êzdîyan Şêx Şamo.”s.74m
Kek Mesûd Barzanî hin bi navê Serokê herêma Kurdistanê û hin bi navê serokê heyetê axivtinekê li Parlamentoya Ewrûpayê dike. Di axivtina xwe de qenaeta xwe li ser du xalan zelal dike. Xala yekan sebebên biryara çûna referandûmê de ku biryar li ser hatîye dan û ya duyem jî di heqê terorê de bû. Di vir de kek Mesûd Barzanî dibêje:
“..Me wekî xelkê Kurdistanê bi hemi pêkhateyên wê ve, eve ji sed salî zêdetir e ko me hemî hewlên xwe dan ji bo em bikarin şirîkatîyeka jidil ava bikin û vê dawîyê jî İraqeka federal û demokratîk ava bikin, ê belê mixabin hîç netîceyek jê çênebû.”
Hin qada navnetewî û hin jî hikûmeta İraqê di wan du, sê mehên piştî biryara pêkanîna referandûmê de sersar bûn û bi wan we ye ku herêma Kurdistanê di referandûmê de ne cidî ye û ev kertek givaştinê li henber Bexda têt bikaranîn û wê “wek blofekê bêt bikar anîn û wê başûrê Kurdistanê referandûmê pêk neyne.”
Di virde jî kek Mesûd Barzanî li ser helwesta hikûmeta İraqê û nêvdewletî şahidîya van helwestan dike:
“..Piranîyên wan behsa hindê ko em bi rêya dîyalogê û danûstendinê problemên xwe digel Bexdayê çareser bikin. Di dawîyê de wexta hemî alî di heqê cidîbûna herêma Kurdistanê ya çêkirina referandûmê de qane bûn, vêca givaştinên zêde xistin ser herêma Kurdistanê û got çênabe referandûm bêt kirin û dest ji referandûmê berdin. Bêyî ko alternatîveka minasîb pêşkêş bikin heta ko xelkê Kurdistanê li henberî wê dest ji wî mafê xwe berde.”
Dewletên qada navnetewî, İraq û dewletên herêmê di demek wilo de dest bi givaşan kirin ku êdî xebat û çalakîyên piştgirîya referandûmê ji dozek sîyasî derketibû û gihîştibû astek mijara milî û niştimanî a miletê Kurdistanê.
Hin li herçar perçên Kurdistanê û hin li dîyaspora Kurdistanê, miletê Kurd, daketibû qada pişgirîya referandûma Serxwebûna Kurdistanê û doza piştgirîya mafê çarenûsa xwe dikir. Serkêşîya piştgirîya referandûma Kurdistanê, ji destê grûbên sîyasî derketibû û bibû mijarek netewî di destê miletê Kurd e. Ev biryar, ne ya alîyek siyasî, bibû biryara miletê Kurd û Kurdistanê. Miletê Kurdistanê xwedîtî li biryara parlamentoya Kurdistanê dikir.
Serokê herêma Kurdistanê yê wê demê Kek Mesûd Barzanî, berî biryara eşkerekirina roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê berî bi du salan, dest bi amadekarîya sefera Emerîka dike. Bi serokatîya Serokê herêma Kurdistanê di heyetê de; Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qubat Talabanî, Wezîrê Dewletê Derbaz Kosret ku kurê Kosret Resûl e û herweha Mistefa Seyîdqadir ku ji Tevgera Goran û Wezîrê Pêşmergeyan bû. Kek Mesûd Barzanî ji bona rengên heyetê jî dibêje;
“Di seferê de bi zanîn min xwest ev têde cîh bigirin” ku paşê şahidîya wê yekê bidin ka digel Serok Obama û berpirsên Emerîkî min çawa behsa serxwebûnê û mafê miletê Kurdistanê kirîye û helwesta Emerîkayê jî bibînin û ji partîyên xwe û xelkê xwe behs bikin.”
Heyet, di 15.03.2015 an de, roja sêşemê ji terefê Serokê Emerîka Obama ve, di Koşka Spî de têt pêşewazî kirin. Di civînê de cîhgirê Serokê Emerîkayê Joe Biden jî û pir giregirên din yên emerîkî cîh girtine.
Heyeta Serokatîya Herêma Kurdistanê, bi hostetîyek dîplomatîk, pir hevdîtin û civînan lidar dixîne. Di van hemû hevdîtinên Emerîka de Kek Mesût raser dibêje; “Di yek ji wan hevdîtinan tenê de jî kesekê negot çênabe ko hon referandûmê bikin yan çênabe ko hon berbi serxwebûnê ve biçin, tenê pirsa dema wê ji me dikirin.”s.58
Piştî rûniştina di Koşka Spî bi Serokê Emerîka Obama û heyeta wan re, dîtira rojê bi cîhgirê Serokê Emerîka Joe Biden û heyetekê re taştê dixwin. Di vê hevdîtinê de kek mesûd Barzanî, piştî dana mesajên Referandûm û serxwebûna Kurdistanê ji Bo Joe Biden û heyeta wî re, anekdotekê bi me re parve dike û dîyar dike ku; “Joe Biden ji min re got, ‘ez û tu, em herdu dê di temenê xwe de bi çavên xwe serxwebûna Kurdistanê bibînin’.”
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.