Şerê 1.emîn yê cîhanê di 28ê Temûza 1914an de destpê kir. Di Mijdara 1918an de bidawî hat. Şerê 1.emîn yê Cîhanê, navenda wê Ewrûpa bû, lê rewşa Rojhilata Navîn û Nêzîk jî dîzaîn kir.
Ji hêlekê de hêzên emperyal ji bona bazarên xwe, teknolojîya xwe û kolonyalîzma xwe di şer de; şer berfireh dikirin, ji hêlekê de jî li ser Rojhilata Naverast û a nêzîk rapor û proje tomar dikirin. Yek ji van projeyan a girîng peymana veşartî, Sykes-Picot e. Ev proje bi destê yek ji şêwirmendê sîyasî yê konsolxaneya Lonrayê Françeis Georges-Picot û Pisporê şêwermendîya Rojhilata Navîn Sîr Mark Sykes e hatîye meşandin. Peyman a Sykes-Pocot, bi navê van herdû raportorên yek İngilîz, yê din jî Fransiz ve, di 16 Gulan a 1916 de, destpêkê di navbera Îngîltere û Fransa de hatîye amadekirin û dûre Rusîya jî beşdarî vê peymanê bûye. Taybetîya vê peymanê ji bo kurdan a grîng, di dabeşdarkirina axa di bin dolivgerîya osmanîyan de, beşa Kurdistanê ye. Rûsîya, di vê peymanê de beşek ji bakurê Kurdistanê dixwaze. Ev peyman, peymanek îlegal (veşartî) bû.
Bi sebeba daxwaza Rusîya ku beşek ji axa di bin bandora Osmanîyan de dixwest, dan û stendin hinek dirêj bûn. Di Çilê 1916 an de Peymana Sykes-Picot, di navbera Fransa û Îngîltere de bi beşdarbûna Rûsîya re hat îmzekirin. Armanca vê peymanê ew bû ku, di perçekirina dawî ya Împaratoriya Osmanîyan de, qadên bibandor û kontrolê yên ku, li ser lihev hatine diyar bikin. Di peymanê de li ser welatên di bin bandora Osmanîyan de bûn, bi carekê de di navbera Îngîltere û Fransa de hatin dabeş kirin.
Di peymanê de kontrolkirina başûrê Îsraîlê û Filistînê, Urdunê, başûrê Kurdistanê, axa Kendava Erebî dinav de ji Îngîltere re dima. Di eslê xwe de ji bona Îngîltere bigihêje Deryaya Navîn, Hayfa û derdor jî diket nav vê parê. Fransa jî kontrola beşek ji Kurdistanê, Sûrîyê û Libnanê digirt ser xwe.
Peyman, li ser esasê wê yekê bû ku, di dema Şerê 1.em yê cîhanê de li angora hersê dewletên di Peymana Sykes-Pîcot de cîh girtine (Îngîltere, Fransa û Rûsya) dê Împaratoriya Osmanî têk bibin û parvebikin.
Di navbera Mijdar a 1915 an û Çileyê 1916 an de danûstandin pêk hatin. Bi dîplomat Mark Sykes (Îngilîz) û François Georges-Picot (Fransiz) ra peymana lihevkirî hat îmze kirin.
Di Gulana 1916 de jî ji hêla hikûmetên wan ve hatî ye pejirandin. Em dikarin bêjin xeta Peymana Sykes-Picot; herêmên di bin kontrola Brîtanya û Fransa de hatin parve kirin.
Her çiqa ev peyman di navbera van hersê dewletan de bi rengekî veşartî, di parmentoyên wan de hatibin pejirandin jî; Peyman di eslê xwe de, di navbera burokratên van her sê dewletan de nivîskî û veşartî hatîye meşandin. Li Rojhilata Naverast û Kurdistanê jî encamên şerê 1.em yê cîhanê, li gor vê peymanê hatîye dîzaîn kirin.
Piştî munaqeşeyên li ser rewşa sîyasî û serwerîya axa di bin kontrola Osmanîyan de; Peymana Sykes-Picot hat berfirehkirin ku Îtalya û Rûsyayê jî di nav xwe de bigire.
Di vê peymanê de Rewşa Kurdistanê, li ser esasê dabeşkirinê têt şîrove kirin. Heta berî şerê 1.em yê cîhanê, axa Kurdistanê di navbera dewleta Osmanî û Safewîyan de wek du beşan hatibû dabeşkirin. Lê di Peymana Sykes-Picot de axa Kurdistanê dibû çar perçe û dihat dabeş kirin. Ev pîlan jî, pîlanek bi zanistî pêşîlêgirtina avakirina dewletek Kurd li ser axa Kurdistanê bû. Dabeşkirina axa Kurdistanê, nedîyarkirina erdnîgarîya xaka kurdistanê, hat wateya ji holê rakirina sînorên erdnîgarîya Kurdistanê, perçekirina miletê Kurd bi xwe. Seranserê dîroka Peymana Sykes-Pico, ji miletê Kurd û Kurdistanê re bû bingeha talan, kujtin, înkar, asîmîlasyon û jenosîdan li ser kurdan.
Li gor vê pîlanê ku em îro dibêjin başûrê Rojavayê Kurdistanê dibin serwerîya Fransa de, Başûrê Kurdistanê jî di bin serwerîya İngîltere de têt dabeşkirin. Di vê peymanê de Kurdistan bicarekê de ji nexşeya dinê têt rakirin û sînorên serwerîya miletê Kurd binpê dibe.
Ev derba li ser esasê „nedîyarîya“ sînorên Kurdistanê hatiye xistin; ku îro hin li başûrê Kurdistanê, hin li Bakurê Kurdistanê û hin jî li başûrê Rojavayê Kurdistanê sînor û hebûna miletê Kurd derxistîye munaqeşê eve. Di dabeşkirina axa di bin bandora dewleta Osmanî de tenê sînor û serwerîya hemû axên ku li ser dewlet hatine avakirin, sînorên wan tên dîyar kirin. Tenê sînorên axa Kurdistanê bi zanistî nayê dîyar kirin. Yanî di vir de Kurdistan wek kolonîyê jî nehatîye hesibandin.
Biryar di eslê xwe de di Çilê 1916 an de hatîye dayîn. Axa Kurdistanê hatîye dabeş kirin. Lê Rewşa Axa Anatolîa yê û bakurê Kurdistanê di munaqeşê de ye. Rûsîya beşek Ji axa bakurê Kurdistanê dixwaze. Yûnanîstan beşek ji Anatolia û Asîya piçûk dixwazin. Tam di germiya van munaqeşeyan de; 17ê Cotmeha 1917 an de li Rûsîya Bolşewîk bi şoreşekê dest datînin ser îktîdarê. Yekitîya Sovyeta Sosyalîst têt îlankirin û îktîdara nû ji şerê 1.em yê Cîhanê vedikişe. Ev bûyera ku li Rûsîya pêk tê û Rûsîya bê şert û merc ji şer vedikişîne, rewşa bakurê Kurdistanê, Asîya piçûk û beşek ji Anatolîayê diguhere. Encama vê şoreşê; hin Rûsîya di 23.11.1917an de dike ku Bolşewîk Peymana Sykes-Picot deşîfre bikin, hin ji dike ku Rûsîya ji daxwaza beşek ji axa bakurê Kurdistanê bipaş de xwe bikişîne. Rûsîya, bê şert û merc ji Ardahan, Kers û Erzûromê vekişîya.
(Wê bidome)
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.