Fransa, dewletek kevnar yek ji aktorên Rojhilata Naverast e. Di pozîzyona niha de Fransa, dewlet gewre a endamê Yekitîya Ewrûpa (YE) ye. Hin ji hêla aborî, hin ji hêla leşkerî û hin ji hêla navdewletî de yek ji endamê NATO, Yekitîya Miletan, YE a xwedî hêz e. Di têkilîyên dewletên Rojhilata Naverast de Fransa, dewletek xwedî hêz û bibandor e. Di şerê li henber DAÎŞ de Fransa rolekî girîng girser xwe û di perwerdekirina Pêşmergên kurdistanê de jî gavên mezin avêt.
Yek ji pirsan eve:
Gelo Emerîka xwe bipaşde dikêşe û rolê xwe radestî Fransa û YE dike?
Emerîka, dewletek xwedî bandorek leşkerî ye û hemû pirsgirêkan dixwaze bi hêza leşkerî çareser bike. Ji ber wê jî di warê çareserkirina pirsa sîyasî de ne serwexte û ne serkevtîye. Bi metodên leşkerî mudaxaleyî pirgirêkên welatan yên sîyasî dike. Hildiweşîne, lê li dewsa sîstema kevin, di warê avakirina sîstemek nû de, ji bona demokrasîyek bingehîn û jîyanek hevpar, di çareserkirina pirsgirêkan de ne serkevtî ye. Di vî warî de pir mînak li ber me hene. Libya, Efxanîstan, İraqû Sûrîyê ûwd. mînakên girîng in.
Emerîka di warê avakirina dewletên netewî de jî ne serwext e. Wek ku em dizanin, Emerîka welatek ji cûre cûre koçberan hatîye damezirandin. Di avakirina sîstema Emerîka de berjewendîyên Emerîkîyan esasîn. Ev jî berjewendîya serete ku hemû milet û pêkhateyan di warekî hevpar de digihîne hev û dike hevparên Emerîka. Ev ne netewî, lê civakî ye. Serokê Emerîka Joe Biden di gotarek xwe a li ser vekişandina ji Efxanîstanê eşkere dike „em ji bona avakirina dewletek netewî neçûne Efxanîstanê“(!) Lê Joe Biden li xwe mikûr nayê ku li efxanîstanê ji bona jîyanek hevpar û demokratîk, divê çi bikira li Efxanîstanê! Efxanîstan, ji dehan milet û pêkhateyan pêk tê. Eger dewletek ku berjewendîyên van hemû grûban bikaribe biparêze neyê avakirin û bi destûrek hevpar hemû hêz û grûban girênede, wê çawa Efxanîstanek aşitîxwaz û jîyanek hevpar bicîh bibe? Ji bona pêşîlêgirtina Talîban, diva bû ku Emerîka erkê xwe yê sîyasî banîya cîh.
Piştî 20 salan şerê li henber Talîban li Efxanîstanê, Emerîka bê ku sebebên 20 salan şer û sebebên vekişîna xwe eşkere bike ji raya giştî re, ji Efxanîstanê vekişîya û bû sebebê karesatek mirovî.
***
Emerîka, li İraq jî ne Serkevtî ye. Ev 31 sale Emerîka li ser İraq dixebite. Du mudaxaleyên leşkerî li ser İraq bibandor hatine meşandin. Ji hêla Leşkerî de sîstemek dîktatorî li Bexda hat hilweşandin. Piştî hilweşandina sîstemê, li Bexda Emerîka xetayên mezin kir û nebû garantorê çareserkirina pirsgirêkên netewî, mezhebî û olî. Destûrek pir baş û hêja, ku di serê grûban de bicîh nebû be, wê herkes li gor rewşa hêza xwe şîrove bike. Ev jî rê ji mudaxaleya dewletên herêmê re vedike. Emerîka ji İraqê re destûrek çêkir û hikûmetek ava kir, lê radestî Îran kir. Ji bona mafê miletê Kurd nebû garantorek serwext. Rê û îmkan ji mezheba şîe re vekir, ku Îran li Bexda bibe desthilatdar. Ew girseya ku ji hatina Emerîka bo İraq re li çepikan dixistin, îro dixwazin ku emerîka ji İraq derkeve û İraq radestî İran û Tirkîyê bibe. Sebebê vê Emerîka bi xwe ye.
Emerîka hin pêşî li serxwebûna Kurdistanê girt û hin jî hişt ku Herêma Kurdistanê, dest û lingê wê girêdayî, her muhtacê İraq bimîne. Ne bû pabend ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê jî çareser bibin.
Ev demek dirêje, aktorek din li Rojhilata Naverast dixwaze rolekî serete bigire ser xwe. Ev artor Fransa ye.
Di Rojhilata Navîn de bê çareserkirina pirgirêka Kurdistanê, ti rê û rêbazî, aramî naçin serî. Bawerîya min ewe ku Fransa û dîplomatên Fransî, di warê rolê pirsa Kurd û Kurdistanê de, di Rojhilata naverast de xwedî agahîyên rast in û ji mejûyê leşkerî bêtir, bi mejûyekî sîyasî, civakî tavdigerin. Fransa baş dizane ku bê çareserkirina doza Kurdistanê, Rojhilatek naverast a di aramîyê de bijî xeyalek e.
Fransa, baş dizane ku Herêma Kurdistanê modelek serete ya demokrasîyê û aşitîyê ya herêmê ye. Perçeyek axa Kurdistanê ye, ku hinbêz ji hemû ol, pêkhate û çandan re vekirîye û hiştîye ku li ser vê axê aram û xwedî maf bijîn. Modela ku Kurdan li Herêma Kurdistanê ava kirine, modelek girîng e ji bona aramîya Rojhilata Naverast.
Fransa baş dizane, ku sebebê qeyran û dorpêça ser Kurdistanê, İraq bi xwe ye. Ev jî bi destverdana Îran pêk tê. Emerîka hin di avakirina destûra İraq û radestkirina mafê kurdan de garantor bû û hin jî erkê xwe neanî cîh. Tunetîya aktorek bihêz, walahîyek sîyasî, her hişt ku Îran li İraq destverdanan bike û hişt her Bexda, dest dirêjî mafên Kurd û Kurdistanê bike.
Bi raya min Fransa, van valahî û xeteyên ku Emerîka li İraqê derxistin holê, baş dibîne û xwe amade dike ku, bi dewletên derdorê re beşeke giring a wê valahiyê li herêmê tijî bike.
Divê serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a Lûtkeya İraq û serdana Herêma Kurdistanê rast bêt nirxandin.
Di dem û kêliya qelsbûna xwesteka rola Emerîka li Iraqê de, Serokê Fransa Emmanuel Macron dixwaze Komara Fransa beşeke giring a wê valahiyê tijî bike. Emerîka wê Iraqê li şûn bihêle, ji bo vê yekê jî baştirîn û nêzîktirîn hevparê Fransa, Herêma Kurdistanê ye ku Fransa dixwaze girewê li ser bike.
Bi min serdana Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron a Kurdistanê; bi aşkere dixwaze bi beşdarbûna Lutke ya Welatên Cîranên Iraqê û dewleta Iraq û cîhanê re jî bêje, „ji bona İraqek demokratîk û aşitîxwaz, bê roleke bi bandor ya Herêma Kurdistanê nayê bicîkirin.“ Encak Kurdistanek xurt û bibandor, dikare İraqek demokratîk bicîh bike. Ev jî bi rolê kurdan ve girêdayî ye. Fransa di ferqa vî rolî de ye.
Fransa baş dizane, yên ku daxwaza derketina Emerîka ji İraqê dikin, ew şîeyên ku li Bexda desthilatdar in. Bi vekişandina Emerîka re metirsîya ku Ji bona kurdan û Herêma Kurdistanê derdikeve holê jî eve. Destek reş li Bexda heye ku desthilatdare. Yên nîjadperest ku dijminatîya doza Kurd dikin ewin. Ewin yên ku Emerîka naxwazin û Kurdistanê asteng dikin.
Li İraqê, behsa bi dehhezaran çekdarên DAÎŞ têt kirin! DAÎŞ bi çek û endamên xwe re çawa xwe xwedî dikin û vedişêrin? Yên ku DAÎŞ li ser axa İraqê xwedî dikin ew nîjadperestên, ku li Bexda desthilatdarin. Hêzên DAÎŞ ji bona erkekî din tên xwedîkirin û tên parastin ji terefê şîeyên ku li Bexda desthilatdarin. Fransa vê rastîyê jî baş dizane.
Egera wê zêde ye, piştî vekişîna Amerîkayê ji İraq, navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi rewşeke aloztir ve biçe. Tedbîrên ku ji bo siyaseta erebkirin û şîekirinê li navçeyên Kurdistanî yên li gor madeya 140 di rojeva sîyaseta Bexda de ye. Hegemonîya Heşda Şeibî li ser dezgehên emnî û îdarî yên wan navçeyan, metirsiyên wan li ser kurdan, egereke ku divê Kurd tedbîrên xwe bistînin.
29.08.2021
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.