“Referandûm ji bo Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêma Kurdistanê jî biserketin û qezenceka girîng bû. Qîmetê pêkanîna referandûmê û biserketina wê li wan deveran ew bû ko digel xebata dehsalan ya erebkirin, tepeserkirin û binkirinên qanûna-esasî ya piştî 2005-ê, îradeya niştecîhên wê bû gehand cîhanê û got ew dixwazin digel dewleta serbixwe ya Kurdistanê bijîn.
Li van deveran pêkhateyên neteweyî û dînî; xuşk û birayên ereb, tirkmen û xiristîyan dengê xwe da wê yekê ko digel dewleta Kurdistanê bijîn. Îradeya jidil ya pêkhateyan di roja referandûmê de derket meydanê. Ew dixwazin digel wê dewletê bijîn ya ko bawerî bi pêkvejiyana dînî û neteweyî heye û li dûv şovenîzma neteweyî û mezhebî nagere.”s.82
Du rojan piştî referandûmê İraqê, hemû rûwê xwe yê nîşadperest eşkere kir. Ji vê reaksîyona karbidestên Îraqî, bêhna nîjadperestî û înkarkirineka eşkere jê dihat û derket meydanê ku ji bingeh de li dijî mafên miletê Kurdistanê bûn û tenê metoda tehdîdê dizanin. Dîyar bû, çi sûnîyên ereban, çi şîe yên ereban di enî mijarê de yekin, rûhê nijadperestî para herdû alîyan e jî.
“..Parlementoya Îraqê bêyî amadebûna nûnerên Kurdistanê di yek civînê de sêzde biryarên neqanûnî û ne li gor qanûna-esasî li dijî herêma Kurdistanê derxist ko armanc jê cezakirina civata xelkê Kurdistanê bû.”
Parlamentoya İraqê bê ku wextê derbas bike her di wê rojê de biryara girtina tixûban, abloqekirin û birsîkirina xelkê herêma Kurdistanê da. Bi piştgirî û dîrektîfên dewleta tirkan û Îranê û hinek hêzên nêvdewletî ku bûn piştgir, berê xwe da rêya zor û zilmê, redkirina mafê Miletê Kurd û Kurdistanê. Kek Mesûd Barzanî zelal dike ku; “..Min baş dizanî ko li Bexdayê tenê serûçav hatine guhertin, yan ne eqlîyeta şovenîst li Bexdayê hertim serdest e û bawerîya wan bi şirîkatîyê, dengê rewa û dadperwerîyê nîne.”
Hikûmeta İraqê li gel dewletên cîran bi alîkarîya “bîyanîyan” xelkê Kurdistanê xist bin tehdîdê û ablokayê de. Dewletên dagirkar yên cîran jî mîna keftar û wawîkan diranên xwe li miletê Kurdistanê dişidandin. Reaksîyana bi vî rengî, bêdengîya welatên “medenî” û xwedî “demokrasîyê” cîhê şermezarîyê û ji mirovatîyê re rûreşî bû. Helwestek wilo derket ber miletê Kurdistanê ku, “mafê her miletî heye ku qedera xwe tayîn bike, lê mafê kurdan tineye”(!)
Bi qasî ku miletê Kurdistanê rêya aşitîyê û çareserkirina pirsgirêkan bi danûsendinê diparast jî, dijminê me devê tivingê pêş me dikir. Hemûyan bi hev re daxwaza betalkirina netîceyên referandûmê bû. Ev ji bona tehdît û alozkirina rewşê bû. Belê wan bi xwe jî baş dizanî ku hilweşandina netîceyên referandûmê ne di qudreta ti kes, alî yan dezgehekê de ye. Ma wê çawa dengê miletekî bêt betal kirin?
Gava referandûmê, ne karekî neqanûnî bû. Bidestxistina mafekî rewa yê miletê Kurdistanê bû. Kurdistanîyan, ev mafê rewa bikaranî bû. Helwesta ne qanûnî û neyasayî, helwesta dewletên herêmê, hikûmeta İraqê û piştgirên wan yên navdewletî bû.
“Hatina hêzên Heşdê bo Teleferê û deşta Mûsilê ko li dijî peymanan bû û berdewamkirina hikûmeta İraqê di qutkirina butçeyê de û herwiha daxuyanîyên şovenîst û tehdîdên rêberên askerî yên Heşdê, hemî îşaretên wê çendê bûn ko li ber destê İraqê bernameyeka dî heye...”s.89
Referandûm bibûna, nebûna, wê İraqê hewlên bicîhkirina vî pîlanî bidaya . Dîyar bû, hemû hazirîyên İraqê ew bû ku carek din wan deverên li gor madeya 140 î, ku bi xwîna pêşmergeyan hatibû rizgarkirin, bipaşde vegerîne. Ku xîyanetek navxweyî a kurdan û desttêwerdana eşkere ya hêzên herêmî û bîyanî nebûya, wê İraqê bi hêsanî ev dever bipaşde nevegirta.
“Piştî biserketina referandûmê behsa hindê dihat kirin ko beşeka YNK-ê mijûlî rengekê miamele û bazarên nihênî ye digel Heşdê da midaxeleyî Kerkûkê bikin. Di 12-ê Oktobera 2017-ê de wî baskê YNK-ê beşek ji hêzên xwe bêyî hemahengîya digel Wezareta Pêşmergeyan paşde kişand û hêcet ew bû ko piştî şerê Daîşê pêwîst nake hêz li wê deverê bimînin...”s.90
Wê were bîra we, di heman rojê de hêzek Haşdî Şabî ji mîhfera başûr û roavayê Kerkûkê hewla pêşdehatinê kiribû. Pêşmergeyên Kurdistanê pêşî li wan girt û rê neda wan ku werin. Rê li wan hatibû girtin. Di wan rojan de, li gor biryara wezareta Pêşmergeyan û serokatîya Kurdistanê, Pêşmergên Kurdistanê, sengerên xwe yê li derdora Kerkûk û deverên din xurt dikir.
Mixabin, “..di roja 13 meha dehê ya 2017-ê de jî hêzên peştevanîyê-2 bi fermana berpirsekî eskerî yê YNK-ê cîhê xwe li gundê stratejîk Ebadat vala kir û rêya serekî ya Xurmato-Kerkûkê ket destê Heşda Şa’bî de û qutbûn di navbera wan pêşmergeyan de çêbû ko ji Xurmato heta Daqûqê ketibûn çeperan de. Ji 12 û 13-ê Oktoberê heta 15-ê Oktoberê li dirêjaya cepheyî di wê mihwerê de devera Seb’enîsan, Daqûq, Duzxurmato û Mîryem Beg hemî bi peymaneke nihênî radestî îranîyan û Heşda Şe’bî hatibûn kirin.”s.90
Di 15.10.2017 an de li mala Mam Celal, li havîngeha Dukanê, kek Mesûd Barzanî beşdarî civîna YNKê û PDKê a polîtburoyê dibe. Di civînê de li ser pir tiştan axivtin çêdibe. Lê, ji Kek Mesûd Barzanî, di civînê de dîyar bû ku nîyetek beşek ji endamên YNK xerabe. Lê tam ne dîyar bû, ka ev nîyeta beşek ji YNK çi ye!
Di vir de kek mesûd çavdêrîya xwe eşkere dike ku; “ Herçend paşê derket ko hinek kesên di nêv YNK-ê de bêyî agahdarkirina dezgehan û Konseya Bilind ya Sîyasî û serkirdetîya Kurdistanê peyman çêkirine. Heta beşeka polîtburoya YNK-ê jî hay ji wê peymanê nebû ko bi rêya wê Kerkûk radestî hêzên Heşdî Şe’bî, Îranê û İraqê kirin..”s.91
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.