Şeyhmus OzzengînNêrînên Dawî

Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir!

Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir!
Nêrîn Belav bike

 

Roja ku ez û Hunermend û rewşenbîrê hêja Riza Topal-Hulmanî rû bi rûyî hev bûn, ji çavên R. T. Hulmanî jîrîtî, şarezatî, nefspiçûktî difûrîya. Ew wek şarezayekî fîlozofîya resen a çanda Kurdewarî, dixwest hemû têgihiştîn û şarezatîya xwe bi min re parve bike.

Di wî emrê xwe yê pêşketî de wek darek gûza hezar salî a çîyayên Kurdistanê, bi ked û ber, jînde, ji taqet ketî, lê zindî li ber min bû. Min ne dixwest ku gotina wî qut bikim. Ji ber ku wek birçîyê sohbetê, êrîşî sofra sohbetê dikir.

Hunermendî, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, Entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye. Min ev divêtîyên ku divabû bên kirin, yek bi yek di gotin û awirên R. T. Hunmanî de dît.

Di xanîyekî piçûk de ji terefê entellektuel, rewşenbîr û miletê xwe de hatibû jibîr kirin.

Di nav bi hezaran tablo û pitûkan de radibû û radiza. Bêhna rengan, bêhna dîrokê û bêhna bi dehan salan ji mala R. T. Hulmanî difûrîya ser çavên min. Dema çavê min li her tabloyek cenabê wî diket, rengek, çîyayek, çîrokek, an jî filozofek, dîroknasek şarezayek resen wek Şerefxanê Bidlîsî, Ahmedê Xanî, Melayê Cizî diket bîra min.

R. T. Hulmanî di destpêka salên 1960î de tayîna xwe dixwaze Çolemêrgê. Zivistan û xwezaya Çolemêrgê, çand û hunerê herêma Çolemêrgê, reng û jîyana Eşîr û malbatên miletê Kurd û bi taybet yên li Çolemêrgê, ew kişandîye nav tayên xwe, yên dîrokî.

Bi zanistî, li gor xwestina wî, tayîna xwe derdixîne vî cîh û warê reng, filozofî û şopa çand û hunerê kuraya Zagrosan û mezopotamya. 10 salan bê rawest li vir ji hêla huner de, ji hêla çand, reng û pîsporîya jîyana miletê Kurd e dikemile. Wexta ku rû bi rûyî wî bûm, min ev yek bi yek di çavên wî, di gotinên wî de, di hunerê wî de dît. Di fabil û sonetên xwe de ew şarezaya wêjeya devkî a çanda miletê Kurd honadîye.

Riza Topal-Hulmanî, taybet, bi pîsporîyek rengan xwe digihîne teknîka xwe, ya ku ew kişif dike û bikartîne. Ji bo ku ew îfade ya hunerê xwe avabike, hemû rengên bi hêz dikuje û dike qurban. Carek din ji van rengên mirî ruh dide fîgurên xwe û ev fîgur, yek bi yek berbiçav, honandî, bi rengên dinav mijê re carek din derdikevin ber me. Ew rengên beloq bipaşde dimînin û Riza Topal-Hulmanî, di hunerê xwe de metoda xwe, armanca xwe derdixe pêş. Di virde em dibînin ku hunermendê me, kesekî taybet, xwedî xet û pîsporê karê xwe ye. Bi vê lîstik a bi rengan re em dibin şahidê pîsporekî lehengîya rengan, a çand û terzê kurdewarî yê resene jî.

Di hunertî û şarezatîya li cem R. T. Hulmanî de tirs tine ye. Ji ber wê jî çawa bixwaze, bi a dilê xwe kirîye û sînor nasnekirîye. Ev jî, deng û rengên çîyayên Kurdistanê, bilûra şivanên êlên koçeran û ji jîyana Kurdan derxistîye ber me.

R. T. Hulmanî, di talîya salên 1960î de têt Elmanya. Li bajarê Munchenê bicîh dibe û li gel Rudî Troger dest bi xwendinê dike. Li vir Enstîtuya şêwekarî kuta dike. Di ber re jî xebatên xwe dimeşîne. Kesayetîyên wek Gisela Barche, Doris Schmidt û hunermendê kurd Serhat Bapîr dikişîne. Li ser huner û xebatên R. T. Hulmanî şîrovên wan derdikevin. Rojnameya Suddeutsche Zeitung pir caran li ser dinivîsîne.

R. T. Hulmanî, serbilindîyek miletê Kurd e. Mixabin Kurd, rewşenbîrên kurdan, wêjehezên kurdan xwedî li vê serbilindîya millî, serveta milî derneketine û ji vê serbilindîyê bêpar in. Miletê Kurd, ji huner, wêje û îcadên Riza Topal yên sedsala borî û sedsala tê de mahrûm mane. Ev jî belengazîya rewşenbîr, wêjesaz, zana, entelektuel û sîyasetmedarên kurdan e.

Ma Kurd bi hestên milî xwedî li kîjan hêjayên xwe derketine, ku xwedî li Riza Topal-Hulmanî derkevin?

R. T. Hulmanî, bi hunerê xwe û bi pênûsa xwe bûye dengê miletê Kurd. Terzê jîyan, perwerde û çanda miletê xwe bi hêza huner û nivîsê derxistîye holê. Li ser Riza Topal-Hulmanî, şopa çanda Mîrên Botan, berhemên kilasîk wek Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bibandor xwîya dike. Ev şop jî di wêjaya helbestên wî de pir zelal derdikeve ber me.

Riza Topal-Hulmanî, wênesazekî ku ji terefê civata xwe de hatîye jibîrkirî ye. Hatîye îhmalkirin. Rewşenbîr, entelektuel û wêjeya Kurdî, Riza Topal bi saxî avêtîne gorê. Ev demek dirêje ku li ser xebatên R. T. Hulmanî dirawestim. Heta niha min 6 nivîs li ser R. T. Hulmanî derxistine. Min ji xwe fedî kir ku çima ez berê rastî wêje, helbest û xebatên wî nehatime.

Mixabin di 6ê Sibat a 2025 ande ev dilê mezin, keda mezin a dîrokî, 91 salî wenda kir. Dîrokek zînde ji nav me barkir û çû ser dilovanîya xwe. Ew kesayetîyê mezin ku, ew çîyayên hişk û bi xof yên Kurdistanê, bi realîzmek nerm derdixist ber me, me ew wenda kir. Me hostê wî hunerê ku ji çîyayên Zagrosê wek bayekî hênik li sînga me dixist û ji dûr ve dibû dengê bilûra şivanên Kurdistanê, reng û penga xwezaya Kurdistanê, cil û bergên Kurdistanê, jîyana eşîr û Mîrên Kurdistanê, bi tena serê xwe kuça xwe bar kir.

R. T. Hulmanî, gernasekî huner û wêjeya zimanê Kurdî a kilasîk bû. Em Kurd, deyndarê keda Riza Topal Hulmanî ne.

Apê Roza me efû bike!

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:55:07

Nêrînên Dawî

Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan!Sihêrbazî û Remila Kurdan!'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî!Divê Em Bingeha Bihev re Xebatê Sabote Nekin!Pêşeroja Sûrî Hîn Ne Dîyare!Panorama 2024Yên ku Rîya Zilmê Hilbijêrin, wê Her wenda bikin!Ji Dagirkarên Kurdistanê Dîktatorîyek Din Jî Hilweşîya!Di navbera Rejîm-Opozîsyonê de şer ber bi kude diçe?Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem!Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe?Birca Demokrasîyê Parlemento ye!Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)!Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin!Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk!Danasîn!Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye!Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber!Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e!Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VIDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IVDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIIDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIDîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!Abdullah Kiran û Kurdperwerî!Mirwet!Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye!Bingeha Mirovatîyê Xîret e!Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye!Dîktatorîya Îslamî û mirovatî!Panorama 2023Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê yeNemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê!Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV)Rûpelek ji Dîrokê (III)Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji DîrokêRêbaza Doza Kurdistanê!Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK!Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû.Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!Birek û Dar!Erdhej û dewleta tirkan!Zarokên KurdBaşûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê!D A N A S Î N!J e n o s î d!Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!Panorama 2022Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere?Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!Jîna Emînî û Îran!Êlûn û Referandûm.Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!Dêr a ZehferanêLi İraqê Çi dibe?Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!Dilovanekî Kurd; Abit GursesÇareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!Finlandîya-Swêd û PKK!Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!Lepên TarîQedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!Panorama sala 2021ê!Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!Kurdistan!Bêdengîyek metirsîdar!Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin!Dewletek federal a İraq Mumkûn e?Modela İraq, Kurd û hilbijartin!Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron!Kurdistan û Efxanîstan!Afganistan û metodên Emerîka!Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe!Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!Serkirdeyên PKK û Kurdkujî!Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!Partîhezî û Neteweperperwerî!Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!BEXDA!Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran!Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!''Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?Ji Raya Giştî reÊrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!PANOREMA 2020Fabel û Riza Topalê Hulmanî!Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN!GELÎYÊ ZÎLAN!Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“Joe Biden û Kurd!John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin!Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast!Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan!Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!PANORAMA 2019 an!Pirsgirêkên YNK û Kongre!Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e!Wê dahatên neftê ji kurdan re binDenklem Tên Guhertin!Divê Kurd Çi bikin?Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!Li Sûrîye Guhertin û Denklem!Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd!Hunermend -Arif SevinçHunermendê Mozayîkê, Îman HisênKurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin!ŞûjinBiranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!'Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!