Berî bi demekê serokê îstîhbarata Tirkîye (MİT) Hakan Fidan serdanek li Şamê kir. Serokê îstîbarata Tirkîyê, bi Îstîhbarata Sûrîye re li Şamê civîya. Di vê civînê de mijara herî girîng li henber kurdan “avakirina pîlanek hevpar” bû. Her çiqa ev têkilî, wek “tifaqek veşartî”(!) be jî, piştî vê hevdîtinê, hewlên ku Sûrîyê li henber kurdan destpêkir, bal kişand ser vê dan û stendina di navbera îstîbarata Sûrîyê û Tirkîyê de.
Gelo Tirkîyê ji bona pêşîlêgirtina kurdan, rolê kontrolkirina kurdan da Sûrîyê?
Ezê li gor van bûyerên, ku ev çend rojin li Helebê û Hesekê li henber kurdan diqewimin, dan û stendinên di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de şîrove bikim.
Hêzên Rejîma Sûrîyê li Helebê û Tel Rifat dorpêçek anîn ser taxên kurdan, wek Şeyh Maqsud, Eşrefiye û herêmên nêzî Tel Rifat. Rêyên lojîstîkê girtin û kurdên rûniştinerên van herêman, bi mahkûmkirina birçîbûnê tehdît kirin.
Wek ku em dizanin: Balefirgeha Qamîşlo, mehela ku avahîyên dewletê lê ne, ew rêya ku vê mehelê û balafirgehê bi hev ve girêdide, derîyê sînorê tirkîye û Sûrîye di bin kontrola artêşa Sûrîyê (Hêzên Parastina Netewî) de ne. Li Hesekê jî çarkoşe herêmek ku avahîyên dewletê yên parastin û ewlehîyê lê ne, di destê Hêzên Parastina Netewî ya dewleta Sûrîyê de ne.
Kurdan jî ji bona ku dawîyê bi vê dorpêçê bînin; dorpêçek anîn ser van herêmên ku di destê hêza rejîmê de ne. Li Hesekê xwepêşandan û gengeşî jî deketin û kesek ji hêzên Sûrîyê jî hat kujtin. Vê rewşê jî presek anî ser hêzên kurdan, ku di nava vê presê de Tirkîyê, Sûrîyê û Rûsîya jî hebûn. Ev jî carek din eşkere bû, ku Tirkîye, Rûsîya û Sûrîye; bi hevre li ser pîlanek hevpar dixwazin denklemên li Sûrîyê, li gor pêşîlêgirtina kurdan biguherînin.
Hêzên kurdan li Roavayê Kurdistanê, axa kurdan 80 ji % wenda kirîye û ev axa kurdan ketîye destê Tirkîye û hêzên tundrev, ku bi Tirkîyê re tevdigerin.Tirkîyê, li Efrîn, Carablûs, Girê Spî, Serê Kanîyê û pir deverên din, demografîya herêmê bicarekê de guhertîye. Dewleta Tirkîyê, Ji Tirkîyê û kampên Sûrîyê malbatên endamên DAÎŞ, yên hêzên tundrev tîne û li ser mal û milkê kurdan bicîh dike. Bi van metodan bi demografîya herêmê dilîze. Kurdên van herêman jî li kampên derdorê Dêrezor û Hesekê, per perîşan, bê av, bê nan, bê kehrebe û bê derman dijîn! Li henber van karesatên xerab, ku bi helwestek dijminane li henber kurdan dimeşin, Emerîka, Hêzên Hevpeymanan, YE û NY û NATO bêdengin! Tirkîye ji vê bêdengîyê hêzê digire û barbarîya xwe dimeşîne.
Tirkîyê, piştî dagirkirina axa Roavayê Kurdistanê, niha jî bi rejîma Sûrîyê re di hewldanan de ye, ku pêşî li kurdan bigire. Li ser van armancan, Tirkîyê, bi Rûsîya û Sûrîye re di hewldanan de ye, ku pîlanek hevparî, nû derbixe holê, ku bicarekê de kurdan têk bibe.
Her hewldanek, ku li ser seranserê axa Roavayê Kurdistanê meşîyaye, bêtir cîh li kurdan teng kirîye û bûye sebeb, ku Kurd xaka xwe biterikînin û wenda bikin.
Lê hîn jî li vî perçê axa Kurdistanê, rewşenbîr, sîyasetmedar û aqilmendên kurdan, negihîştine wê asta ku, ji ber karesat û sîyaseta PKK, li vî beşê Kurdistanê, kurdan 80 ji % axa xwe wenda kirin. Ev wendakirin her berdewame.
PKK li vî beşê Kurdistanê, berpirsîyarê van wendakirinên kurdan e û astengek mezine li pêşîya dan û stendinên nav mala Kurd.
Li ser navê „Ciwanên Şoreşger“ êrîşên ku tên ser ofîs û xebatên hêzên netewî yên Kurd, di armanca hilweşandina xebatên îhtîmala avakirina yekitîyek nav mala Kurd e ye.
Ji hêlekê de dijminên Kurd û Kurdistanê bi denklemên herêmê dilîzin û di nav pîlanek hevpar de, êrîşan tînin ser kurdan û demografîya Kurdistanê bicarekê de diguherin: Ji hê din de jî PKK ji bona ku xebatên yekitîya nav mala Kurd hilweşîne, anteng bike, di hewldanan de ye. Heta ku PKK ji vê herêmê dernekeve jî, mercên bideskevtinek Kurd, ku li ser wê axê bêt avakirin tineye. Ji ber ku, PKK bi sîyaseta xwe dijminê destkevtinên milî yên kurdan e û ev helwesta PKK jî; rê ji wendakirina kurdan re vedike, ne ku pêşîyê li êrîşên tên ser kurdan bigire.
08.02.2021
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.