Di nav perwerdeya endamtîya PKK de çi metod tên bikar anîn?
Kesên ku ji bona îradeya xwe radestî rêveberîya PKK bikin, gava yekem, şexsîyeta wan e.
Di gava yekem de perwerde, li ser esasên jiholê rakirina vê şexsîyetê destpê dike. Xwestinên wî kesî, meraqên wî kesî, rabûn û rûniştina wî kesî, evîna wî kesi, têkilîyên wî kesî bi hevalên wî re, çanda wî kesî, bawerîya wî kesî, hestên mirovatîyê yên wî kesî. Di nav hevalên wî de dikin wek zeafan û “zeîftî”ya wî kesî, dixin bin neşterê û wî dixin rewşek ku xwe înkar bike û bibe tiştek din.
Ev tişt çiye?
di armanca ku PKK wek tarîqatekê ye û divê ew berendamî/ê; ji hemû taybetîyên ku bi xwe re anîne, xwe “paqij” bike (di asta tobekirinê de) ku bikaribe bibe endamê/a PKK.
Di vê perwerdê de stratejîya yekem armanca wî /wan, berî ku beşdarî nav PKK bibin, çi fikir û raman bi wan re hebûn, ku hat beşdarî nav refên PKK bûn? Çi bawerîyê, çi hişmendîyê ew tanî nav PKKê?
Di vê armancê de; helbet xort û keçên Kurd, bi armanc û hêvîya Azadîya miletê Kurd û Kurdistanê beşdar dibûn.
Yekem gav di virde, ev hêla berendamên beşdarvanên nav PKKê dikeve bin afaroza konetîya îdeolojîyek totaliter.
Ji serê van ciwanan Kurdistanê bawerîya li ser miletê Kurd û Kurdistanê, hêvîyên wan têt derxistin.
Li dewsa wê Kurdistana pîroz, ku ji bona wê êş, zahmetî û mirin didan berçavên xwe; Abdullah Ocalan û paradigma apoyîtîyê têt bicîh kirin. Li dewsa bijî Kurdistan, “bijî serok Apo, rêber apo” cîh diguhere. Ev perwerde dihat astek wilo ku, bi hezaran Kurd di kuçe û kolanên Kurdistanê û dîyasporayê de, ji dêlva bêjin “bijî Kurdistan”, dewsa wê “bijî serok Apo, rêber apo” hat bicîh kirin.
Yanî PKK, ji dêlva hişmendîya Kurdistanê hişmendîyek apoyîtîyê bicîh kir, ku di serê hevalbend û endamên PKKê de “Kurdistan” û “Apo” cih biguherin. Ji dêlva Kurd hezkirina niştimanê, xaka pîroz derxin pêş, hezkirina sedemekî wek Apo derxistin pêş, ku niştimanperwerî di nav kurdan de xurt nebe û bicîh nebe. Ev proje, projeyek ya endezyarên civakî yên dewletên dijmin bi xwe ye.
Berendamên ku têdigihîştin armanc û bandora vê malxerabîye çi ye; bi şexsîyeta wan dilîzin. Wan dikişînin ber lêpirsînê û biryara kujtinê jî di nav de, sezayan didin wan. Vê sîstemê jî bi rêya xwe rexnegirtinê di platformên nav heval û komîsyonan de dimeşînin. Berendam dikeve astek ku poşman bibe û ji xwe nefretê bike, mixabin bêçar e û wê bi ku de here.
Gava duyem jî cîhguhertina hezkirina rûhê partîzanî û miletperwerîyê ye.
Di virde jî hezkirina milet, miletperwerî, ku li ser hişmendîyek milî ava bûye û hêza xwe ji çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe, ji rabûn û rûniştina xwe distîne; divê di bedena wan berendamên PKKê de bêt kujtin û li dewsa wê hezkirina rêxistinê, îdeolojîya partîyê û hezkirina partîzanîtîyê bêt bicîh kirin. Di vê perwerdê de ev gav jî bi metodên totaliter, di psîkolojîya tevdegerîna her ciwanekî/ê de têt bicîhkirin. Di armanca ku miletperwerî, kurdperwerî, di astek “tehlûke a cûdabûnê” de wek “ “hoveberkî” (prîmîtîvkî) têt bicîh kirin. Îro di nav xortên xeta PKK de kurdperwerî, wek ideolojîyek “paşverû û nîjadperestî, tehlûkedar” hatîye bicîh kirin. Li dewsa hezkirina milet, hezkirina PKK hatîye bicîh kirin. Hestê “bê PKK jîyan nabe, PKK hertişte, PKK rexne nabe” di nav endamtîya PKK de bi hosteyî, di astek endezyarî de têt bicîh kirin.
Sebeba ku îro di nav kurdan de; hişmendîya milî û Kurdperwerî, wek hêst zeîf ketîye eve. Endam û dilgirtîyên PKKê, Ji bona Serokê xwe, ji bona Partîya xwe, xwe dişewitînin, mirinê, zîndanê û her cûre zahmetîyê didin ber çavên xwe; lê ji bona Kurd û Kurdistanê nadin ber çavên xwe. Ji wan we ye ku çiqa ji “paradîgma apo” hez bikin ewqes Kurdistanî ne. Ev di serê wan de hatîye bicîhkirin. Ji bona Apo, bi sedan zarokên kurdan xwe şewitandine, lê ji bona Kurd û Kurdistanê hûn nikarin yekî ku xwe şewitandibe bibînin. Di nav wan de bi perwerdeyek tund, hestên kurdperwerî û niştimanperwerî tên kujtin. Têgehê netewî, hişmendîya milî dikeve astek ber sikratê û dimire.
Sebeba ku îro medya PKK, rêveberîya PKKê; Kurdperwerî, niştimanperwerî xistîye hedefa xwe, ev rastîye.
Rêbaza doza milletê Kurd, li ser esasên milet bûn û niştimanê dimeşe.
Doz, a miletê Kurd e û warê milî-dîrokî yê miletê Kurd e. Ev bi hev ve girêdayî ne. Yek bêyî ya din sebebê tinebûnê ye. Axek bê milet, an jî miletekî bêax nayê tasawur kirin. Ev herdû proje hevûdû temam dikin. Bi hev re hene. Miletekî bê xak, derbeder, nikare xwe biparêze, tengezar dibe.
Milletbûn; Di asta çandê, ziman, dîrok û urf, edet û bawermendîyên wî miletî de hişmendîyekê ava dike. Ev hişmendîya milî ye. Ax jî, xaka milî ye; ew cîhê ku ew hişmendî li ser dîrokek kûr û dûr û dirêj, bi hev re avakirîne bi xwe ye. Parvekirina êş, elem û serkevtinan bi xwe ye. Ev hişmendîya milîye ku civat wek milet, hevpar tevdigere. Di govendê de ew rûhê fîgurên folklora Kurdî, ku bi sedan kes bi hev re direqisîne, ev hişmendîye.
PKKê, di nav miletê Kurd e, kujtina vê hişmendîyê wek armancek stratejîk daye ber xwe û dimeşîne. Sebeba ku îro, piştî 40 salî bi xeta PKKê re em li bakurê Kurdistanê ketine bin bandora metirsîyek asîmîle bûnê, balansa miletê me ku xera dibe û di armanca tirkîyeyîbûnê de berbi entegrasyona bi dewleta tirkan re diçe ev bi xwe ye.
Rewşenbîrên kurdan, nivîskar û sîyasetmedarên kurdan, hunermendên kurdan, aqilmend û rîhspîyên kurdan, malbatên kurdperwer, niştiman hez, bawermendên kurdan ku li henber vê malxerabîya ku xistine pêsîra miletê me helwestek milî û Kurdistanî daneynin, pêşeroja miletê me nayê avakirin!
Tevgerek ku di dozgerîya xwe de dijminê vê hişmendîyê be, ew bîyanîyê wê xakê û wî miletî ye. Ne ji formên wî miletî derdikeve. Divê miletê Kurd roj berî rojê li henber vê bîyanîtîyê helwestê bigire û vegere ser xeta milî, niştimanî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.