Nehsal di ser jenosîda Kurdên Êzdî re derbas bû. Ev nehsale beşek mezin ji êzdîyên Şingalê di kampan de dijîn. Nikarin vegerin ser cîh û warên xwe. Divê em vê rewşê baş şîrove bikin û berpirsîyarên van karesatan jî şermezar bikin.
Bi êrîş û dagirkarîya DAÎŞ re Pêşmergên Kurdistanê bi piştgirîya hêzên hevpeymanan re li henber DAÎŞ ket nav şerekî dijwar. Ji ber ku bi êrîş û dagirkarîya DAÎŞ re artêşa İraqê, şer nekir û ji Kerkûk bigire heta Mûsil û Şingalê valakir û bi hemû çekên xwe herêm radestî DAÎŞê kir. DAÎŞ bi van Îmkanan hov û har êrîşî xaka Kurdistanê kir.
Pêşmergên Kurdistanê, li ser dirêjaya 1050 km. ket nav şerekî dijwar. Di vî şerî de 1100 cangorî û 9700 jî birîndar û seqet da. Lê hemû axa herêma li gor madeya 140, ku ketibû destê DAÎŞ, Şingal jî di nav de, rizgar kir û li van deveran bicîh bû.
Îran û Tirkîyê ji vê rewşa piştî şikestina DAÎŞ nerazî bûn. Zorî dan İraq, ji bona van deverên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, carek din bipaşde radestî İraq bibe. Di vî karî de PKK û YNK jî hat bikaranîn. İraq, li gor daxwaza Îran û Tirkîye zorî da hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku van deverên ji DAÎŞ hatine rizgarkirin, carek din radestî artêşa İraqê bike. Serokatîya Kurdistanê, parlementoya Kurdistanê ev daxwaza İraqê redkir.
Di 17.10.2017an de YNK bi daxwaza Îran û İraqê, bi hevkarîya PKK re, Ji Kerkûkê bigire, heta Şengalê radestî Haşdî Şabî kir. PKK jî bi alîkarîya Îran û Haşdî Şabî, bi piştgirîya İraqê ket Şingalê. Şingal kirin bingehek dijminatîya herêma Kurdistanê û xefikên xwe li wir vedan. Beşek piçûk ji êzdîyê Şingalê jî di nav vê hemahengîya dij Kurdistanê de cîhê xwe girtin.
Şingal, bû hedefek ji êrîşên balafirên tirkîyê re jî. Tirkîyê, bi dehan qadroyên PKK li vê herêmê jiholê rakir. Vê rewşê çavê niştecîhên Şingalê, ku di kampan de dimîne tirsand. Eşkere gotin ku “Şingal ji PKK û Haşdî Şabî neyê paqijkirin, em li Şingalê nikarin bicîh bibin!”
Rewş her ku çû aloz bû û li ser rewşa Şingalê nerazîbûnek balkêş derket holê. Xwestin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê wek berpirsîyarê vê rewşê îlan bikin. Êzdîyan ji kurdanbûna wan qutbikin û îzole bikin. Di nav beşek ji êzdîyan de jî êzdîtî derxistin pêş, ku ji miletê xwe bên cûdakirin. PKK û beşek ji kurdên Êzdî ku bi PKK re têkildar, li henber malbata Barzanîyan û hikûmeta herêma Kurdistanê qampanya meşandin.
Hikûmeta başûrê Kurdistanê, bi İraqê re ji bona paqijkirina Şingal ji hêzên çekdar û bicîhkirina Şingalîyan li herêmên wan, peymanek hevbeş îmze kirin. Li gor vê peymanê; wê “Hemû hêzên çekdar ji herêma Şingal û çîyayên wê bên derxistin, hêzên asayîşê yên hevpar li herêmê bên bicîhkirin, ku Şingalî bi rehetî vegerin ser cîh û warên xwe.”
Heta îro ev peyman jî nehat bicîhkirin. Îraq her çiqa Îmze avêtibe bin vê peymanê jî, ji bona çareserkirina pirsgirêkan û bicîhanîna peymanê, durû tevgerîya. Hin, hersal ji hêzên PKK û Haşdî Şabî re butçe û mûçe şand, hin jî di bin de bahsa peymanê kir ji hêzên hevpeymanan re. Şingal di rewşek xerab de gihîşt vê rojê.
Rewşenbîr, zana, bawermend, niştimanperwer, dîyaspora êzdîyan û hêza ayînî a êzdîyan; divê li henber hewlên ku “êzdîyan ji netewa wan qut bike û tenê di îzolasyonê de bê netew bihêle”, helwestê deynîn. Hemû sazî û federasyonên êzdîyan li henber vê malxerabîyê hişîyar bin. Divê eşkere di nav civata êzdîyan de kurdbûna wan û girêdanên wan, qedera wan a bi Kurdistanê re bêt parastin.
Em pir baş dizanin ku li gor madeya 140, ji %40 xaka Kurdistanê ji dervê îdareya hikûmeta Kurdistanê ye. Li van herêman dewleta İraqê berpirsîyare û berpirsîyarîya xwe jî bi zanistî nayne cîh. Li van herêman guhertina demokrafîya herêman jî di nav de, bingeha her cûre zor û zordarîyê bi hemû hêza xwe dimeşe. Dewleta İraq piştgirê van kirina ye û bi rewşek nîjadperestî, van karan dimeşîne û çavê xwe ji var kiryaran re digire.
Ji 2007 an de bi zanistî û bi sîstemek pîlankirî dibe asteng ku referandûm li van deveran neyê çêkirin. Di vî warî de jî YNK û PKK bi hosteyî bikar tînin li henber Hikumeta Herêma Kurdistanê.
Di salvegera jenosîda kurdên Êzdî de ez eşkere dibêjim; berpirsîyarên rewşa Êzdîya a îro, Îran, Tirkîye û İraq e. YNK û PKK jî ji vê nîyeta dijminane re alîkarin. Qedera kurdên Êzdî qedera Kurdistanê ve girêdayî ye. Parastina bawerîya Êdîtîyê bi dewletek Kurdistanî ve girêdayî ye. Bê dewletî ne tenê wê bibe sebebê wendabûna kurdên Êzdî, wê bibe sebebê wendabûna Kurd û Kurdistanê bi xwe jî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.