Serokê Emerîkayê Joe Biden di 21.07.2022 an bi serkirdeyên Îsraîlî re civînek çêkir. Di civînê de eşkere kir ku;
„wê Emerîka Rojhilata Navîn terk neke û rê nede ku Çîn, Îran û Rûsîya li Rojhilata navîn bicîh bibin û valahîya di Rojhilata Navîn de dagirin.“ Lê Emerîka jibîr dike ku hebûna Emerîka li Rojhilata Navîn bi saya serê kurdan bi xwe ye.
Serokê Emerîka J. Biden di axavtina xwe de bahsa peymana nû a hevbeş bi navê “Daxuyaniya Orşelîmê” jî kir û got:
“Ev peyman gelekî girîng e û sozekê dihewîne ku tu carî rê nede Îran bibe xwedî çeka nuleerî û dê rûbirûbûyî çalakî û gefên wê yên li ser Israîlê bibe.”
Wek ku em dizanin; di 20.07.2022an de, bi armanca ku hersê welat (Çîn, tirkîye, Rusîya, Îran) bi hev re valahîya Rohilata Naverast dagirin û di herêmê de ji Emerîka re bibin asteng, Lutkeyek li paytextê Îran/Tehranê lidar xistin. Lê derket holê ku di Lutkeyê de li ser sîyaseta saha Sûrîyê, di lehê tirkîyê de tiştek derneket holê û Tirkîye mecbûr kirin ku bi Esad re têkeve têkilîyê.
Vekirî ji Tirkîye re gotin; „ji Sûrîyê vekişin, Dev ji piştgirîya El Nusra, ku İdlibê destê xwe de digirire berdin û ji bona pirsa PYD û YPG bi Esed re bipeyiv.“
Tirkîye dîtira rojê li başûrê Kurdistanê bi topan êrîş anî ser seyrangehekê û 10 geştiyarên ereb qetil kir û 25 geştîyar jî birîndar.
Tirk li ser nirxên dijminane, bi hemû hêza xwe li herêmê dijminatîya kurdan dikin. Ev tiştekî dîyare. Kurd di sîyaseta xwe de, bi dostên xwe re bi zanistî divê li henber vê sîyaseta tirkan tevbigerin. Divê di meşandina vê sîyasetê de parastina berjiwehdîyan esas be, ne ku kurdan ji bona xwe bikar bînin!
Heta bûyera 21ê tirmeha 2022an, ku li devera Zaxo pêk hat, İraq, bi helwestek ciddî hin dagirkarîya Tirkîyê, ya li ser axa Başûrê Kurdistanê û hin jî êrîşên ser gund û gundikên başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan şermezar nekirîye. Vê carê Tirkîyê geştiyarên ereb kir hedefa xwe. Li ser vê êrîşê sîyasetmedarên İraq, serokwezîrê İraq û pir hêlên din nerazîbûnek mezin nîşandan. Li Başûrê Kurdistanê di hundurê 2 salan de bi êrîşên dewleta tirkan 138 kesên Kurd û sivîl canê xwe ji dest dane û 204 kes jî birîndar bûne. Ji van cangorîyan 129 kes Kurd in. Ji birîndaran jî 179 kes Kurd in. Lê İraq tenê ji bona vê bûyera 21.07.2022 an qîyamet rakir. Gelo xwîna kurdan ji a ereban erzantire, ku heta niha İraq bêdenhg bû?
Îro parlemena İraq dicive û mijar êrîşên dewleta tirk in. Serokwezîrê İraq mistefa Kazimî, roja 21ê Tîrmeha 2022an li seranserê Iraqê şîna giştî îlan kir. Ne dîyare bê wê çi biryar ji parlemena İraq derkeve!
Muqteda Sedr bangewazîyek derxist û di bangewaziya xwe de daxwaz kir ku peywendiyên dîplomatîk bêne kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin.
Tirkîyê, wek her wextê bûyer înkar kir û dîyar kir ku „ev êrîş me nekirîye, ev karê terorîsta ye.“ Lê her tişt dîyar li ortê ye. Lê li herêmê ji tirkan û Îran pêve yên xwedî tenq, top û firokên şer ku cîhwarên kurdan bikin hedef tuneye.
Geşta Serokê Emerîka ji bona Rojhilata Navîn, Lutkeya ku di navbera Rusîya, Îran û Tirkîyê de li Tehran pêkhat, rewşa İraq û tehdîdên Tirkîyê dema em bînin cem hev û binirxînin; emê bibînin ku li herêmê hinek dewlet zorê didin sîrorên tehamûlê. Yek ji van dewletan jî Tirkîye û Îran e. Dewleta tirk, ji avabûna xwe û heta niha, li ser axa Kurdistanê, li ser çand û dîroka Kurdistanê, li ser esasên dijminatîya kurdan hatîye avakirin. Dewleta Tirk, her Kurd bi kujtinê, bi qirkirinê, bi zîndan û koçberîyê tehdît kirîye. Ev 100 sale sîyaseta tirkan nehatîye guhertin. Divê Kurd vê rastîyê li ber çavan bigirin û ji dîrokê dersan derxînin.
Di herêmê de aktorên herêmî û navdewletî qozên xwe parvedikin, lê Kurd jî hedefin. Di şerê li henber DAÎŞ de Kurd „hevalbendên aktoran“ bûn, lê di êrîşên ser kurdan de Kurd yên jibîrkirinê ne. Tên kujtin, tên talankirin, koçber dibin û axa wan dagirkirî ye. Herkes ji bona sîyaseta xwe, ji bona berjewendîyên xwe kurdan bikar tîne. Kurd ji herkesî re pergalek bikaranînê ne, lê fêda vê li kurdan nabe. Ka ew soz û pesnên dema şerê li henber DAÎŞ ê?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.