Di şeva 20.01.2022 an de DAÎŞ bi hêzek çekdar ku hejmar nêzî 300 kesî re êrîş anî ser Zîndana Sînaî a li bajarê Hesekê. Di vê Zîndanê de nêzî 5 hezar terorîstên DAÎŞ girtî ne. DAÎŞ, ev êrîş bi çekên giran, bi erebên tije teqemenî û barhilgêr anî ser zîndanê. Asayîşa herêma vê tarê jikest. Derîyê Zîndanê hilweşandin û ketin zîndanê. Bingehên leşkerî girtin destên xwe û dest danîn ser cebilxaneyên leşkerî. Sê rojan bi çekên giran şer meşandin!
Herdû rojên pêşî PYD û HSD berfirehîya vê êrîşê ji raya giştî re veşartin û di warekî bûyerek asayîşê de dan. Lê piştî du rojan hat eşkere kirin ku bûyer pir mezin e. Hin pir kujtî hebûn û hin jî pir kesên terorîst ji zîndanê bi serkevtinek mezin hatibûn revandin!
Sê rojan Zîndan di destê DAÎŞ de ma. Piştî sê rojan DAÎŞ perçe perçe xwe radestî hêzên HSD kir. Roja çaran jî HSD „zafer“ îlan kir, şahî û serkevtin lidar xist. Lê 7 roje hîn ne dîyare bê çiqas terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê hatin revandin? Çend terorîst di zîndanê de mane?
Bi şîveyek pîlankirî, êrîş hatîye ser zîndanê. Hin asayîşa herêmê têk birîye û hin jî sê rojan zîndan di destê wan de maye û ev terorîst hemû biçekên giran bûn. Çiqas kes revandine, ne dîyare. Heta kesên ku revandin gihîştin cîhên xwe jî, zîndan di destê wan de ma, ku nasnameyên wan neyên dîyar kirin. Ev jî hesabekê emnî ye û îşaretek ji pîsporîya amadekarîya pîlana êrîşê bi xwe ye.
Pir eşkere derdikeve ber me ku ev êrîş, di warekî profesyonel de hatîye amade kirin. Hin ji hêla stratejîk de, hin ji hêla leşkerî de û hin di hêla wextê de hesabekî kûr li pişt vê êrîşyê heye. Hin YPG, hin HSD û hin jî hêzên Emerîka, Hêzên hevpeymanan û dewleta Sûrîye li vê herêmê desthilatdarin. Yek ji van hêzan nikare bêje; „DAÎŞ bi 200-300 çekdarî hatin û êrîş anîn ser zîndanê û me ew nedît. Ji hêlek dizî de hatin û ev çalakî lidar xistin!“(!)
Wilo xwuya dike ku armanca vê êrîşê berfirehe. Pir hêz û dewlet di nav vê êrîşê de hene. Wê DAÎŞ carek din bi şîweyek zînde raserî kurdan bikin. Helbet ev bûyer baş dîyar dike ku li hesabê Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê û beşek ji Şîeyên İraqê ye. Di nav de amadekarîyek tund a îstîhbaratî pir eşkere ye.
Wek ku em dizanin, piştî hilbijartinên İraqê, hewldanên DAÎŞê zêde bûn. Îran, bi hevalbendên xwe yên herêmê re di hewldanekê de, xwest pêşî li avakirina hikûmetek nû bigire. Ev daxwaz her berdewam e. Hin li derdorê Kerkûk û Şingalê û hin jî li derdorê Xaneqînê êrîşên DAÎŞ biberçav zêde bûn. Di van êrîşan de Pêşmergên Kurdistanê nêzî 28 cangorîyan dan.
Li İraqê encama hilbijartinan ne li gor dilê Îranê û tirkîyê bû. Hikûmetek ku li henber Îranê û Tirkîyê xwedî helwest be û di berjewendîyên kurdan de be, li hesabê van herdû aktorên herêmê nayê.
Li henber DAÎŞ, ev demek dirêje di navbera artêşa İraq û hêzên Pêşmergan de lihevhatinek heye, ku bi hev re van herêmên li gor madeya 140, ku li benda referandûmê ne, bi hev re biparêzên. Lê destek her dibe asteng û nahêle ku ev biryar pêk were. Li phişt vî destê reş kî û kîjan dewlet hene?
Li Şingalê, ji bona aramîya Şingalê û vegera koçberên herêma Şingalê, di navbera İraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymanek hat îmze kirin. Li gor vê peymanê „wê hemû hêzên çekdar yên li vê herêmê, çekên xwe radestî asayîşê bikirana û wê herêm terk bikirna. Wê koçberên herêmê vegerîyana ser ax û malên xwe.“ Kî û kîjan hêz û dewlet dibin asteng û nahêlin ku ev peyman derbasî jîyanê bibe?
Li Roavayê Kurdistanê bi garantorîya Fransa û Emerîka xebatek yekitîya nav mala Kurd destpê kir. Ev sê sale hemû merc û îmkan hatin bikaranîn, lê bi qasî misqalekê pêşketin bidest neket. Destek, li Roavayê Kurdistanê her provaqatîf tevde gerîya. Ev xebatên „yekrêzîya nav mala Kurd“ hatin sabote kirin. Ev di berjewendîyên kê de bû û kîjan hêz li pişt van destdirêjîyan heye?
Kîjan hêz berjewendîyên xwe di zîndekirina DAÎŞ de dibînin? Ev eşkereye. Dema ku em bi berpirsîyarî bersîva van pirsan bidin, emê bibînin ku di herêmê de li henber destkevtinên kurdan di navbera gelek hêz û dewletan de hemahengîyek heye. Vekirina derîyê Zîndana Sînaî a Hesekê jî hewlek ji wan e. Bi sedan terorîstên DAÎŞ ji vê zîndanê revîyane û ji herêmê re tehdîdin.
Çima di vê demê de derîyê vê zîndanê vebû?
Li pişt van karan kîjan hêz û îstîhbarat hene?
Wê berê van terorîstan bidin kîderê?
Bi raya min yên ku nahêlin hemahengîyek di navbera dewleta İraq û herêma Kurdistanê de bêt avakirin!
Yên ku nahêlin hikûmetek çêker li İraq bêt avakirin!
Yên ku nahêlin li Roavayê Kurdistanê di nav mala Kurd de yekrêzîyek bêt avakirin!
Yên ku nahêlin Şingal ji destê hêzên tûndrev derkeve û herêm bigihêje astek aram ku Şingalî vegerin ser mal û milkê xwe; hemû yek bi yek tilîya wan di zîndekirina DAÎŞ de heye. Ev hêz û ev destên reş yek bi yek dijminê Kurd û Kurdistanê ne.
27.01.2022
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.