Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî!

'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî!
Nêrîn Belav bike

Ev demek dirêje, çavê hersê perçên din yên Kurdistanê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ji ber ku li vî beşê Kurdistanê jî derfetek derketîye ber miletê Kurd û hêvîyên mezin di paxila xwe de mezin dike.

Lê mixabin, rêveberên ku ev 12 sale îradeya kûrdên vî beşê Kurdistanê zeft kirine û bi sîstemek totalîter dimeşînin, her vê hêvîyê dijkînin.

Me her hêvî dikir ku wê Kurd li vî beşê Kurdistanê bingehek bihev re xebatê, ku daxwazên xwe bikin yek ava bikin, bikaribin li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê mafê Miletê Kurd û pêkhateyên li ser xaka Kurdistanê dijîn biparêzin. Mixabin ev hêvî bi daxuyanîyên serkirdeyên leşkerî yên vî beşê Kurdistanê re dijkên. Yek ji van serkirdeyê Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê Mazlûm Evdîye!
Dibêje;
"Kurdên Sûriyeyê naxwazin ji welêt veqetin yan jî wekî Herêma Kurdistanê hikûmeteke xweser û parlamentoyeke xwe ava bikin. Xelkên bakurrojhilatê Sûriyeyê dixwazin di dewleteke nanavendî de kar û barên xwe yên cihî bi rê ve bibin"
Di virde Mazlûm Evdî paradigma Apoîzma malxerab diparêze. Li dij federasyonek milî a Kurd, ku beşek ji erdnîgarîya Kurdistanê ye. Vê herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê, wek beşek ji erdnîgarîya Kurdistanê red dike û dibêje "evder axa Surîyeyi"! Dema ku peyva “nanavendî“ bikartîne jî, qezda wî, di asta redkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku ne xaka Kurdistanê de ye.
Gelo Kurdistan û xaka kurdan kevine yan, dewleta Sûrîyeyê? Mazlûm Evdî, ya ji hêla dîrokî û erdnîgarî de cahîlekî kurda ye, an jî bi zanistî, peyayê paradîgma Ocalan bi xwe ye! Ticarî vê paradîgmayê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, navê erdnîgarîya Kurdistanê bikar neanîne. Her gotine, “Bakurê Sûrîye“ yê(!)
Di paradigma PKK de jî Başûrê Rojavayê Kurdistanê, wek beşek ji axa Kurdistanê nayê qebûlkirin. Di programa sîyasî a PKK de ev beşê xaka Kurdistanê têt redkirin û têde derbas dibe ku "evder axa ereba ye, ne xaka Kurdistanê ye. Ji ber serhildanên bakurê Kurdistanê Kurd koçî vir bûne û li Sûrîyê Kurd penaberin."(!)
Mazlûm Evdî, Ji bona vê paradigma PKK meşrû bike jî dibêje;
"Sûriye ne Îraq e û Îraq ne Sûriye ye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne Kurdistana Îraqê ye.” Bi vê gotinê formîla federasyona Başûrê Kurdistanê red dike.

Di eslê xwe de herkes dizane xaka devleta İraq ku li ser ava bûye û xaka ku dewleta Sûrîyeyê li ser ava bûye çi ye!

Herdû dewlet jî li ser du beşên Kurdistanê ava bûne. Ji hêla dîrokî de avakirina van dewletan û perçekirina Kurdistanê di yek demê de ye û ev herdû dewlet jî li ser axa Kurdistanê ava bûne. Xwedî dîrokek 100 salî ne.

Eynî avakarî ji dewleta tirkîyeyê re jî derbas dibe. Ev hersê dewlet jî ji terefên hêzên wê demê yên emperyal (İngilîstanê û Fransayê) de hatine avakirin. Ev hersê dewlet jî ji kûraya dîrokê nayên û hatine avakirin. Lê Mazlûm Evdî di gotara xwe de avakirina van dewletan meşrû dibîne. Li Sûrîyeyê jî beşek ji xaka kurdan red dike. Ev paradigma ne di xizmeta Kurd û Kurdistanê de ye û dijminê berjewendîyên miletê Kurd e.

Ji 2013 dan de bi dehhezaran zarokên kurdan di ber wê xakê de cangorî bûn. Ji herçar perçên Kurdistanê, kurdan piştgirî da Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Hîn jî ji Bakurê Kurdistanê bi sedan şervanên Kurd li ser wê axê biçek in. Başe, madem „ewder ne Kurdistane“, çima we gazîya seferberîyê îlan kir û alîkarî ji kurdan xwest?

Çima we ji ereban ev alîkarî nexwest?

Heger ev paradîgma li Başûrê Rojavayê Kurdistanê kurdan temsîl bike, Kurd wê derfetek dîrokî wenda bikin. Divê hêzên din yên kurdan derkevin pêş û vê paradîgma dijminane şermezar bikin. Mafê miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê misoger bikin û desthilatdarîyek Kurd û Kurdistanê li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt avakirin.

Ji hêla çekdarî de jî Mazlûm Evdî gotina xwe, ne li gor federasyonek Kurd û Kurdistanê, wek “beşek ji axa Sûrîyeyê ku xaka ereba ye û Kurd lê dijîn“ dîyar dike û li gor vê pîlanê dibêje;
Piraniya komên çekdar ragihandibû ku ew dê bikevin bin hukmê Şamê û biryara ku HSD dê li ser vê mijarê bide jî mijareke sereke ye.“(!)

Qezda Mazlûm Evdî ku dibêje; „Sûriye ne Îraq e û Îraq ne Sûriye ye“, esas dixwaze bêje ku em formîla mîna avakirina artêşa İraqê û Pêşmergên Kurdistanê reddikin û “Em dixwazin bibin beşeke hêzên Sûriyeyê lê ji bo vê diyalog û garantî pêwîst in” (!)

Garantî ewe ku artêşa kurdan li ser xaka Kurd û Kurdistanê, hêzek milî a parastina maf û xaka Kurdistanê be. Ev hîmekî serete yê garantîyê ye. Lê Mazlûm Evdî dixwaze xwe wek peyayê dewleta Şamê bipejirîne, bike walîyekî herêmî û desthilatdarîya xwe garantî bike, ne ya miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê.

Divê kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê vê tehlûkê bibînin û tedbîrên xwe bistînin.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 2994 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:06

Nêrînên Dawî

Ev Peyman, Kurdan dixe Bin Qeyd û Merbetan! Sihêrbazî û Remila Kurdan! Riza Topal Hulmanî Koça Dawî kir! Divê Em Bingeha Bihev re Xebatê Sabote Nekin! Pêşeroja Sûrî Hîn Ne Dîyare! Panorama 2024 Yên ku Rîya Zilmê Hilbijêrin, wê Her wenda bikin! Ji Dagirkarên Kurdistanê Dîktatorîyek Din Jî Hilweşîya! Di navbera Rejîm-Opozîsyonê de şer ber bi kude diçe? Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!