Di navbera erka îqtîdarê û aştiya civakî de têkiliya dînamîzmeke mezin heye. Eger hêz û grûbên civakî, li ser vê erkê, di avakirina aşîtiyek civakî de, bipeyman lihev nekin, îktîdarek xurt dernakeve holê. Ji ber tinebûna bingeha parvekirina erka îqtîdarê, civat ji aştiyê dûr dikeve û alozî destpê dike. Bandora yasa û qanûnan şikestinê dixwe û civat bê makezagoneke hevpar dimîne. Xurt destê xwe dixin qirika qelsan û erkê îktîdarê dikeve xizmeta wan. Dahatên dewletê di navbera grûbeke piçûk de tên parvekirin û hêzên derveyî îqtîdarê ji xizmetgûzariya dewletê bêpar dimînin.
Li angora berjewendiyên hevpar, dema ku li derdora makezagonekê, hevpeymaneke hevpar derkeve holê, herkes teslîmî îqtîdarê dibe. Li Iraqê îktîdarê ev şens wenda kiriye û ne mumkun e ku bi van hêzan bigihêje encameke dewletbûnê. Ji ber ku, ji roja ku Emerîka leşkerên xwe ji İraq kişand, Îran ew valayî dagirt û bû sebeb, ku îktîdarek bibandor û li gor makezagonê meşrû dernekeve holê.
Iraq li angora makezagonê, wek dewlet nehat avakirin. Îran, di virde rolek mezin lîst û erkê îktîdarê xist destê xwe. Bi destê Îran, İraq ji şerê mezhebî/hizbî re bû bingeh. Dînamîkên civakî ji hev perçe bûn û hatin henber hev. İraq, ji xeynî dewleteke yasayî, ji her cûre berjewendî, alozîyan bigire, heta gendelîyan her tişt e.
Îro li İraq, cûre, Cûre berjewendî, li ser axa İraq di nav qeyranek sîyasî/civakî de, berbi şerekî navxweyî ve diçe. Ji hêlekê de Îran nîvê hêza İraq xistîye bin bandora xwe. Ji hêla din de beşek ji dînamîkên civakî yên İraq, li henber hêz û bandora İran di serhildanan de ye. Li İraq, serhildanên girseyî hin erkên îktîdarê û hin jî bandora Îran a li ser İraqê kirine hedef û her ku diçe daxwazên xwe derdixin astek bilind. Ev berxwedana vî beşê gelê İraq meşrû ye û hêza xwe ji vir digire. Ev hêz xwedî bandore û hêza guhertinan pêre heye. Îran dixwaze vê hêzê bişkîne û nehêle ku serkevtî be. Bi guhertina Komîsyona Hilbijartinan, yasaya hilbijartinan, heta dest jikarberdana Serokwezîrê İraq bigre, her ku diçe van xwestinên xwe bê rawest, di qada çalakîyan de bi israr diparêzin. Hêzên bi ser Îran ve, bi tûndî êrîşan tîne ser xwepêşanderan. Çek li henber wan bikartîne û heta niha nêzî 600 kes bi destê hêzên bi ser Îran ve hatin qetilkirin û dehhezaran wenda û birîndarin.
Îran, li ser axa İraq, hin li henber xwepêşanderan û hin jî li henber Emerîka, dixwaze ku axa İraq bike qada şerê Emerîka û Îran. Hewla dorpêça ser konsolxaneya Emerîka li İraq, yek ji van gavan e. Li henber van gavên Îran Emerîka jî bi şîveyek bilez helwest girt.
Wateya bîryara Pentagon a ji holêrakirina Qasim Suleyman û Ebû Mehdî Muhendîs, yek ji van gavan e. Herdû serkêşên terorê jî, nûnerên terora Îran a İraq, a ser tevgera Rojhilatê Kurdistan û seranserê Rojhilata Naverast bûn. Jiholê rakirina van herdû terorîstên serkirde, wek dînamîtek ku, di nav kunekî çemento de biteqe, herder di nav toz û ecacokê de hişt û deng veda. Bû îşareta ku, pir hêz li herêmê dîqat bikin!
Wateya vê refyleksa Emerî ji kurdan re jî pir girînge. Ji bona pêşeroja Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurdistan; rewşa İraq, helwesta Emerîka û Îsraîl û reaksîyonên Îran wê rewşek nû derxi ber me, ku erênîya statûkoya ser Kurdistan perçe bibe û dijminên serxwebûna Kurdistan li herêmê şikestinê bixwin.
Wê axa İraq bibe bingeha şerê Îran û Emerîka.
Piraniyên hêzên artêşa Iraqê di bin bandora partî û hêzên mezhebî de ne. Bandora makezagona federal şikestin xwariye û bêwate maye. Hêza îktîdarê meşrûtîya xwe wenda kirîye. Saziyên dewletê li gor berjewendiyên nîjadî, mezhebî û hizbî kar dikin. Girseyek mezin ji gelê İraq, li henber hebûna Îran a li İraq helwest girtîye û hebûna Îran li İraq sebebê van qeyranan dibînin. Beşek jî piştgirê Îran e. Îhtîmala heye ku, ev herdû hêz li ser axa İraq bên henber hev û di şerekî navxweyî kevin. Wê ev şer bibe şerê Îran û Emerîka li ser axa İraq.
Divê Federasyona Kurdistan bi ti awayî pişta xwe bi Dewleta Federal a Iraqê ve girê nede û li gor wê hesaban nemeşîne. Li ser esasên parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistan, helwestek hevpar ji bona pêşeroja Kurdistan pir girînge. Divê Kurd van fersendan wenda nekin û raya xwe bikin yek. Bê garantîya avakirina dewleta Kurdistan, ji ti hêzan re leşkerîyê û binkeyên axa xwe bikar neynin. Divê hertişt li ser peymanan bêt pejirandin.
Her derb û êrîşa ser dijminên Kurd û Kurdistan, wê dijminê me qels û hêza Kurdistanî xirt bike.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.