Hefsarê tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê di destê dewletê û PKK/HDP/YSP de ye. Bi hev re kurdan dîzaîn dikin. Ji bona entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, di yek armancê de têdikoşin.
Tevgera PKK û HDP/YSP, xwe di nav programa entegrasyonê a bi dewleta dagirkar re dibîne. Ji bona nûkirin-guhertina dewleta dagirkar, xwedî mîsyone, kar dike û helwesta wan a siyasî jî li gor nûkirin-xurtkirina dewleta dagirkar e. Pirsgirêka vê hêzê bi avakirina dewleteke Kurdistanî re nemaye û dijberê vê armanca miletê Kurd e.
Pirsgirêk û nerazîbûna xwe li gor programa entegrasyona bi dewletê re, li hember îktîdarê didin nîşan. Doza Kurd û Kurdistanê nakin. Doza wan doza demokrasîya tirkan û nûjenkirina dewleta tirkan bi xwe ye. Ji bona vê armancê girseya Kurd ji xwe re bikar tînin. Di vî warî de daxûyanîyên vê hêzê yên 23ê Cotmehê dîyarin.
Ji vê hêzê re çanda kurdî, zimanê kurdî û helwesta netewî ne girîng e. Li dij neteweperwerî û niştimanperwerîya kurdan e. Di nav Kurd û Kurdistanîyan de parastina nirxên netewî, geşkirina kurdewariya kurdan, wek helwesteke “dijminane li hember netewên serdest” dinirxîne.
Ji ber ku entegrasyon û asîmîlasyona kurdan, ji wan re hedefek stratejîk e; di nav saziyên dewletê de xwedî hesab in. Dixwazin wek xwedîyê dewleta tirkan ji dahatên dewletê û kirinên wê xwedî par bin.
Pirsgirêkên parlamento, yasa û nûkirina dewleta dagirkeran wek armanc li ber wan e û enerjiya kurdan dikişînin nav karesatên meşrûkirina hebûna dewleta dagirkar li Kurdistanê. Sermayedarên vê hêzê, di nav îmkanên dewletê de cihên xwe girtine û terefgirê entegrasyonê ne. Xwedî li bazara xwe dernakevin. Hestên netewî bi wan re tineye û hevalbendên dewleta dakirkar in.
Ev hêz, bi şêweyeke eşkere li dijî serxwebûna Kurdistanê, dewleta dagirkar, weke dewleta xwe dibînin. Li Bakurê kurdistanê dînamîkên Kurdistanê di destê vê grûbê de ne û van dînamîkan pêşkêşî dewleta dagirkar dike. Çûna parlementoya dagirkaran, ji wan re armanc e û vê helwestê jî wek bingeheke entegrasyona bi tirkan re dibînin. Ji ber wê jî kontra çepên tirkan, bi şîveyek stratejîk li ser serê kurdan dikin efendî. Bi van, kurdan entegreyî vê stratejîyê dikin.
Li Bakurê Kurdistanê ev bask, baskê herî xurt û xwedî îmkane û van îmkanên xwe jî ji bona reorganîzasyona dewleta dagirkar bikartîne.
Di bingeha vê hêzê de asîmîlasyon bi bandoreke mezin dimeşe û zimanê dan û stendinê, meşandina siyasetê bi tirkî ye. Berhemên wan bi tirkî ne. Hewldanên geşkirin û vejîna çand û zimanê kurdî li cem wan ne programkirî ye û ne dinav armancên wan de ye û vê karekî girîng jî nabînin. Siyaset û tercîha vê beşê jî tercîheke siyasî ye û stratejîk e.. Bi helwest, xizmetkarên çand, muzîk û zimanê tirkî ne. Ev bask, wek sazîyeke dagirkarên Tirk, xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin. Di vî warî de kelecana Salahattin Demirtaş a bi zimanê tirkî re mînake.
Li bakurê Kurdistanê, ev hêz, temsîla Kurdên ku berê xwe dane dewleta tirkan û asîmîlebûyî dike.
Temsîla kurdên ku berê xwe dane entegrasyona bi tirkan re û dewleta tirkan wek dewleta xwe dibîne dike.
Ev hêz, li dijî doza dewletbûna Kurdan e û di vî warî de xwedî helwestin. Naxwazin ji dewleta tirkan cûda bibin!
Ev hêz barhilgirê dewleta dagirkar e û xizmetê ji stratejîya dewletê re dike.
Divê di hilbijartinan de Kurd vê stratejîyê red bikin,
Asîmîlasyonê red bikin.
Dewleta tirkan û hebûna wê li ser axa Kurdistanê red bikin.
Çûna parlementoya tirkan û meşrûkirina wê li Kurdistanê red bikin.
Entegrasyon û dejenerasyona ku li ser miletê Kurd dimeşe deşîfre bikin û bi helwesta xwe, çanda xwe, zimanê xwe û xaka xwe a dîrokî biparêzin.
Em Kurd in, miletekin û Kurdistan, cîh û warê me yê dîrokî ye. Emin efendîyê vê axê. Em li ser serê miletê Kurd efendîyên bîyanî qebûl nakin. Li ser van esasan helwesta Kurdistanî, divê wê rojê, bi îradeyek netewî dengê xwe bilind bike û dagirkarîya tirkan li ser axa Kurdistanê bi hemû sazîyên wê re red bike.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.