Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Îran Dijminekî Kone Ye!

Di van hewlan de PKK jî, her bûye piştgirê vê hewla xerab ya sîyaseta Silêmanîyê. PKK, di daxûyanî û helwesta xwe de her yekitîya İraq parastîye û li henber serwerîya Kurdistanê helwest girtiye.
Îran Dijminekî Kone Ye!
Nêrîn Belav bike

Îran, her ji xwe re kirîye armanc, ku „statoya kurdan li Başûrê Kurdistanê nehêle û Başûrê Kurdistan, wek bajarên İraq, bi ser Îraqê ve bêt girêdan“. PKK û beşek ji YNK her bûne piştgirê vê sîyaseta Îran.

Sîyaseta Silêmanîyê, her wek parêzgehek Bexda tevdegerîya ye û xwestîye bandora hikumeta Kurdistanê qels bikeve. Her ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr alozbûne, hikûmdarên Silêmanî bûne piştgirê Bexda û xwestine Kurdistan bêbandor bimîne.

Di van hewlan de PKK jî, her bûye piştgirê vê hewla xerab ya sîyaseta Silêmanîyê. PKK, di daxûyanî û helwesta xwe de her yekitîya İraq parastîye û li henber serwerîya Kurdistanê helwest girtiye.

Helbet di nav van karesatan de em, hertim li aktorekî rasthatine, ku vî aktorî Qendîl û Silêmanîyê ji xwe re wek qarargeh pejirandîne. Ev aktorê Îran, Qasim Suleymanî bû ku di her pirsgirêkek herêmê de, bi beşek ji YNK re milmilane, serî li qendîl jî xistîye. Bi hev re, li dij Başûrê Kurdistanê milmilane tevdegerîyane.
Bi xîyaneta sala 2017an re, (bi şerê dagîrkirina Kerkûkê re), Îran xwest vê pîlanê cîhbecîh bike. Qasim Suleymanî, wê demê di navbera Bexda û Silêmaniyê de diçû û dihat û pîlanên xwe bi beşek ji YNK û PKK re organîze dikir. Armanc ew bû ku, „statoya kurdan li Başûrê Kurdistanê nehêle û Başûrê Kurdistan, wek bajarên İraq, bi ser Îraqê ve bêt girêdan.“ Rêveberên PKK’ê û beşek ji YNK’ê di asta herî bilind de, bi Qasim Suleymanî re hevdîtin dirist dikirin.

Hewla duyem Şingal e.

Di wan rojên ku li ser Şingal alozî di asta herî bilin de bû; Rojnameya „The Algemeniener" di raporek xwe de eşkere dikir ku; „eger çiyayê Şingalê bê kontrol kirin, tê wateya kontrol kirina hemû navçeyê."(!) Û metirsiya Îran li ser herêmê bi vê hevokê temam dikir: ''Îran dikare ji wê derê êrîş bike ser Telavîv ê û alîkariyê bo Hizbullah a Lûbnanê rêbike.''(!) Di eynî demê de hêzên PKK, bi hêzên ser Îran (Heşdî Şeibî) re li çîyayên Şingal ala xwe bilind dikirin û gef li pêşmergan dixwarin.

Di rapora „The Algemeniener" a wê demê de agahîyek din a girîng hebû. Di eynî raporê de hişyarîyek din jî ew bû ku: "milîsên Heşdî şeibî yên ser bi Îranê dest li ser Şingalê de girtine û hewla avakirina binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê dikin."(!)

(Bînim bîra we ku piştî 16.10.2017 an li ser çiyayên Şingal hêzên paramilîter yên Îran û hêzên bi ser PKK ve (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) gihîştibûn hev. Li ser pîlanên hevbeş yên stratejîya Îran ve hûrdibûn!)

Îro Şingal di destê van hêzan de, di xizmeta Îran de ye û van hêzan pêşî li Şingalîyan girtîye ku di cîh û warên xwe de bicîh nebin. Şingal wek herêmek qada şerê di navbera Îran û Emerîka/Îsraîl de bimîne. Mixabin kurdan, her bi dezînformasyonan nêzî Şingal bûn û hebûna PKK li Şingal û hêla pirsgirêkên sebeba alozîyên li ser Şingal, ji berçavan dûr hiştin.

Çima Şingal ji Îran re ewqes Girînge?

Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgarîya cîhên ku Şingal têdeye û çiyayên derdorê mêze bikin; emê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.
Ji alî jeopolitik û jeostratejîk de Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayî ye. ji alî bakur de nêzî Xabûr dibe. Di nava vê herêm de bajarên biçûk wek Zûmar, Rebîa û hinek deverên din hene. Ji alî başûr de digihêje heta ser hidûdê Nînova yê û ji bakurê rojava jî digihêje ser hudûdê bajarê Al Kaîf.
Di herêmê de çiyayê Şingal, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şengalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûrîyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrol kirin.
(Bînim bîra we; di „Şerê li henber Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîl bi roketên menzîldirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin.) Ev jî tê wê wateyê ku çiyayê Şingal xwedî kontrolek leşkerî a stratejîya herêmê ye. Ji dewletên herêmê wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye re xwedî girîngîyek mezin e.
Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan evbû. Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixist li ser çiyayê Şingal, ne ji bona berjewendîyên kurdan bû. Ev hebûna PKK li çiyayên Şingal, xizmet ji Îran, İraq, ji Tirkîye û ji Surîye re dikir. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikirin hebûn. Îro milbimilaneya hêzên PKK û hêzên paramilîter yên Îran li ser çiyayên Şingal, ev rastî pejirand. Bi kujtina Qasim Suleymanî re bêdengîya PKK, dide nîşan ku, bi vê bûyerê re rêveberên PKK di bin şoqê de mane. Îran û Qasim Suleymanî, PKK di stratejîya xwe a herêmê de, li henber Kurd û Kurdistanê de pir bixerab bikar anî.

Hebûna PKK li derdorê Silêmanîyê û Kerkûk Tê çi wateyê?

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistan, Îranê dixwest, Leşkerên Îraqê di navbera Silêmaniyê û Hewlêrê de bicîh bike û Silêmanî û Hevlêr ji hevûdû qutbike. Îran dixwaze statoya kurdan li Îraqê nehêle û wek bajarên normal bi Îraqê ve bihêt girêdan. Di sala 2017an de, bi şerê dagîrkirina Kerkûkê re, Îran xwest vê pîlanê cêbecîh bike. Qasim Suleymanî wê demê di navbera Bexda û Silêmanîyê de hatin û çûn di kir. Rêveberên PKKê û beşek ji YNKê di asta herî jor de hevdîtin dirist dikirin. Îranê dixwest Leşkerên Îraqê di navbera Silêmanîyê û Hewlêrê de bicîh bike û wan ji hevûdû cûda bike. Armanca hebûna hêzên PKK li derdorê Kerkûk û Silêmanîyê ji bona di vê stratejîya Îran de cîh bigirin bi xwe ye. Ev jî bi destê Qasim Suleymanî û beşek ji YNK dihat organîze kirin.
PDK rê neda vî pîlanî û di şerê Pirdê de pêşî li vî pîlanî girt.
Piştî kuştina Qasim Suleymanî, Îran sonda tolhildanê dixwe. Di heman demê de, hêza Hîzbullaha Îraqî eşkere dike ku: „eger kurd piştgiryê ji bo derxistrina hêzên Emerîkî ji Îraqê nekin, wê li dijî kurdan jî şer bikin“(!)
Wilo diyare ku, têkoşîna di navbera Îranê û Emerîkayê de, wê Başûrê Kurdistanê bibe navçeyeke girîng û wê gelek alozî jî rûbidin. Dinav vê aloziyê de dagirkarên Kurdistanê wê bixebitin ku statoya Kurdistanê jinav bibin. Divê Kurdistan û bi taybet jî Başûrê Kurdistan ji bona hebûna xwe pir şîyar be.
Pirs eve: Di vê rewşa piştî kujtina Qasim Suleymanî de, wê helwesta PKK û beşek ji YNK çawa be?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3827 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:02:47

Nêrînên Dawî

Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!