‘‘Li gor raporên Sazîya bi Yekitîya Ewrûpa ve girêdayî, ku li ser Navenda Şopandina Bezirganîya Madeyên Xoşbir û bi karanîna wê dixebite (EMCDDA); li ser Tirkîyeyê li gor rapora 2021ê, di 2019 an de, di raporê de eşkere dike ku, li Tirkîyeyê madeyên xoşbir ku di operasyonan de ketiye dest, ji hemû welatên Yekitîya Ewrûpa zêdetir e.“
Di xebata bezirganîya Medeyên xoşbir û çekan de metodek heye ku, ji teferê bezirganên van karan de têt bikaranîn! Demo ku pêlek mezin ji van malên qaçax derbas bikin, beşek piçûk di rêyek din re dişînin û îxbar dikin. Bala hêzên ewlehîyê dikişînin ser wir û malê mezin di cîhekî din re bêdeng, bi hêsanî derbas dikin. Ev metod her di karên qaçaxê de têt bikaranîn.
Li welatan ew madeyên xoşbir ku dikeve destê asayîşa wan welatan, beşek pir piçûke. Dehqat mal hayê asayîşê jê çênabe û dadikeve bazarê.
Bingeha hêlek ji madeyên xoşbir Efganîstan e. Li Efganîstanê rojane 4 ton madeyê xoşbir têt berhevkirin. Ev reqem fermi ye. Gelo ne fermi li Efganîstanê rojane çiqa malê xoşbir têt berhev kirin? Ev ne dîyare! Di xeta bezirganîyê de ev madeyê xorbir ji Efganîstanê derbasî Îranê dibe. Ev kar, bi dehan salan e bi vî rengî dimeşe.
Malê ku derbasî Îranê dibe; bi agahîya dewletê derbas dibe. Dewlet bi destê hinek hizên wekaletê digihîne hidûdê Tirkîyeyê û Îranê. Ji wir dibe du xet; yek di ser İraqê re derbasî Sûrîyeyê dibe. Xeta din jî derbasî Tirkîyeyê dibe. Herêmên ku ev mal têre derbas dibe dîyare û bi dehan salane têt bikaranîn. Di vî karî de hêzên ku tên bikaranîn jî dîyarin. Di rapora ser Sûrîyeyê de min ev xet zelal kiribû.
Bê ku tilîya asayîş û sazîyên îstîhbaratê têde tine be, ne mumkûne ku ev malê xoşbir derbas bibe. Beşek jî ji vî madeyê xoşbir dikeve destê mafîya Rus û derdixin Ewrûpayê.
Di vê raporê de jî ev xeta Tirkîyeyê hatîye raporkirin ku; ‘‘ji hidûdê Îranê derbasî Tirkîyeyê dibe, beşek li qiraxên ava bahra Spî li Mersînê li keştîyan têt barkirin û diçe Sûrîyeyê û bazara navdewletî. Beşa din jî digihêje Stenbolê û ji wir derbasî Bulgarîstanê, Romanyayê, Macarîstanê, Polonyayê dibe û digihêje Ewrûpa.“
Beşek ji van madeyên xoşbir ku Ji Efganîstanê-Îranê derbasî Tirkîyeyê dibe, ji sînorê Tirkîyeyê û Sûrîyeyê bi hêsanî derbasî Sûrîyeyê dibe.
Di rapora EMCDDA qet behsa Sûrîyeyê û madeyê xoşbir nabe. Min di nivîsa xwe ya li ser Sûrîyeyê de ev zelal kirîye.
Ji destpêka 1990 û virde, dîrekt hêzên sazîyên veşartî yên dewleta tirkan (hêzên paramilîter) vî karî dimeşînin. Ez pir rehet dikarim bêjim ku; Tirkîyeyê wek dewlet, ji bona kar û xebatên xwe yên li henber kurdan, bi firotina madeyên xoşbir van karan fînanse dike. Xebatên dewleta tirk yên li başûrê roavayê Kurdistanê, li Sûrîyeyê, li Libyayê û li Ezerbeycanê, bi firotina madeyên xoşbir têt fînanse kirin. Tirkîyeyê destê xwe dirêjî Efrîka û Emerîka Latînî jî kirîye û li van deran jî ‘‘bi navê bezirganîyê“, bezirganîya madeyên xoşbir organîze dike. Tirkîye, li welatên Bakurê Efrîka bi îdelojîyek îslamîst, di nav misilmanên Bakurê Efrikayê de cîh ji xwe re vedike. Hemwelatîyên van welatan li Ewrûpa, bi destê mizgeftên tirkan, karmendên tirk tên organize kirin. Li hemû dewletên Ewrûpa, li pişt organîze kirina van karan konsolxaneyên tirkan hene.
Bi navê bezirganîyê, hêzên paramilîter yên dewleta tirkan, li Roavayê Efrîka jî bicîh bûne û bingeha bezirganîya madeyên xoşbir berfireh dikin.
Îşaretên pir girîng hene ku dewleta tirkan bi xwe, bi destê van hêzên paramilîter bezirganîya diravên reş û madeyên xoşbir dike. Ji van hêzên paramilîter kesên wek Sedat Peker, Alaadîn Çakicî û pir kesên din, ku di van sazîyên paramilîter de karên xerab dimeşînin jî pir tişt eşkere kirine.
Di salên 1990î û vir de, bi destê serokwezîrîya Çiller û kontra kûr ekîba Mehmet Agar, operasyonên mezin li tirkîyeyê û bakurê kurdistanê rûdan. 17 hezar cînayet yên vê demê ne. Bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Di vê demê de dewletê dest dirêjî bezirganîya madeyê xoşbir kir. Di vî warî de di derheqa Tansû Çîller, Mehmet Agar û hinek kesên din de, bi mebesta bezirganîya Madeyên xoşbir, li Elmanya doz vebûne û biryara girtina wan jî heye!
Bi hatina AK Partî a ser îktîdarê re, destpêkê bi navê ‘‘operasyona Ergenekonê“ operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de bi sedan kadroyên dewletê hatin girtin. Bi navê JÎTEMê jî beşek dosya û cînayetên wan yên li bakurê Kurdistanê jî eşkere bûn û hatin ber dadgehê. Di van dosyayên JÎTEMê de derbas dibû ku „ji hidûdê Îranê eroîn, bi helîkopterên leşkerî yên dewletê naqilî Stenbol û Mersînê dibe.“
Piranîyên wan bi sezayên mezin jî hatin sûcdarkirin û hatin sezakirin. Lê ji 2014an şûnde bi şiklekî ev kesên qatîl hatin berdan û Îktîdara AK Partî bi van re kualîsyonek avakir. Bi vê re pêvajokek nû destpê kir. Beşek ji van girtîyên JÎTEMê û Ergenekonê vegerîyan ser karên xwe û bi dewletê re dîsa bezirganîya madeyên xoşbir hat organîze kirin.
Bezirganekî navdewletî yê madeyê xoşbir bi navê Dritan Rexhepî, Di destpêka Mijdara 2023’an de li stenbolê hat desteserkirin. Derket holê ku Rexhepî, Stenbol ji xwe re wek mesken hilbijartîye. Rexhepî çawa û çima li Stenbolê bi cih bûye? Divê meriv baronekî bezirganîya kokaînê, yekî wek Rexhepî çawa û çima li Stenbolê bi cih bûye û têkilîyên wî bi dewleta tirkan û hêzên paramilîter yên dewletê re heye zelal bike.
Di 1990an û vir de, Tirkiye, bi tevahî veguherî dewletek, hem transît û hin jî bi xwe bezirganî ya eroînê û kokaînê. Tirkîye, eroîna ku li Pakistanê û Afganistanê têt hilberandin, yek ji wan dewletên ku bezirganîya vî madeyê xoşbir dike ye! Di vir de ‘‘çînek taybetî ya sazîyên paramilîter û bazirganên tirk yên xwecihî dimeşe.“ Di qada navnetewî de bezirganîya van hêzên paramilîter yên bi ser dewletê ve li Ewropa û Amerîkaya Bakur belav dibin. Di vê veguhertinê de; ‘‘şopa van hêzên paramilîter, têkilîyên bi dewletê re û hevkarên hemşirîkên wan yên li welatên Balkanan derdikeve ber me.“
Bezirganên madeyê xoşbir yên tirk li balkanan, piranî xwe dispêrin hevkarên etnîkî yên Albanî, ku eroînê tînin sûka Ewropayê. Li gelek welatê balkanan, bezirganên tirk bicîh bûne, karên bezirganîyê dikin û di bin re jî bezirganîya madeyên xoşbir organîze dikin. Di vir de Albanîa, Bosna-Hersek, Romanya, Polonya, Makedonîya bûye bingehek bezirganîya madeyê xoşbir ji tirkan re. Tirk, li Ewrûpa, di belavkirina madeyên xoşbir de pir hêz û grûbên etnîkî tînin bikaranîn.
Di raporên ser Tirkîyeyê de têt îdîa kirin ku „belge hene, tirkîyê eroînê bi Kokaînê diguhere, difroşe û bezirganîya kokaînê jî dik
Di raporê de hatîye ragîhandin; ‘‘ku bezirganîya mezin a kokaînê li Hollanda û her weha Danîmarka, bi giranî xwe dispêrin têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê.“
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.