Ez dixwazim neşterê li birînê bixim, ku hemû nexweşî derkeve holê. Ji ber ku Cîhana Îslamê nexweşe û kînorek mirinê di qesefa sînga wê de mezin dibe.
Ji raman û felsefa mirovahîyê dûr e. Ji ber ku dijminê nûkirinê ye, nikare xwe nû bike,. Ne teknîkî, ne felsefî û ne jî dadwerî nikare vî qirnê 2024 an hilgire. Ew bi mejî û zingara mejî a berî 1500 salî berê ve mijûle. Ji ber ku ji wê demê re mejî ne lazime, xwe di wir de asê kirîye.
Rêveberên îslamê, hin yên oldar û hin jî sîyasetmedar, ew civata îslamê li henber pêşketinê, li henber medenîyetê, li henber edaletê û li henber mirovatîyê bikar tînin. Girseyek gêş, serî jêkirî û seqet derxistine holê û ev jî li gor hesabê wan rêvebera ye. Civatek ku mejîyê xwe bikar neyne derxistin holê; ev jî tê wateya civatek kole bi vî rengî daxwaza sîyasetmedar û oldarên îslamê ye.
Ji bi fermî jin ji xwe re kirine kole û bitercîh, bi milîyonan jin jî beşdarî vê tercîhê dibin. Olek ku êdî bi qasî misqalekê maf nade jinê û jin ref bi ref li van welatên îslamê beşdarî vê koletîyê dibin! Ev tenê tê wateya ku însan, li van welatên di bin bandora islamê de, mejî û muhaseba mejî wenda kirine.
Rastîyek din jî heye ku divê em pê bizanibin; ew jî eve: Felestîni, qereçîyên ereba ne. Ev ne di mana ku ez wan pîs dikim, an jî piçûk dinirxîn im.. Felestînîyên ku li pir welatên ereban belav bûne, li van dewletan di karên herî pîs de tên bikaranîn, şexsîyeta wan binpê dibe, rezîl dibin. Ev rastîya felestînayan bi xwe ye. Lê hemû welatên îslamê bi biratîya felestînîyan radibin û rûdinên û secdê dikin. Mixabin dema tên welatên wan, ji xwe re di karên herî xerab de bikar tînin.
Pirsa Felestînê bi xwe jî, çeka herî bibandor ya îslamîstan û ew îslama ku xizmetê ji nîjadperestîya ereban re dike bi xwe ye. Pirsa Felestînê, çeka destê wan dîktatorên îslamê yên dest bixwîn e.
Dijberîya sîyonîzmê, ji bona wan hêzên îslamîst, dewletên dîktatoryal yên îslamê û nîjadperestên ereban, çeka wan a hukumranîyê bi xwe ye. Ticarî dev ji vê çeka hukumranîyê bernadin. Dijminatîya Cuhûyan, yek ji çeka ku îktîdarên xwe didest de bihêlin e. Ji ber wê jî girseyên xwe fêhmkor kirine û di vî warî de ji xwe re bikar tînin.
Ev dewletên ereban û piranîyên girseyên îslamîst ne li gorî aqila tevdigerin. Ji hêlekê de teknolojîya herî lipêş didestê wan de, di nav dewlemendîyek mezin de, jîyanek lukus dimeşînin; ji hêla din de lı orta meydanan bi şûran serê însanan jêdikin. Ew teknolojî û ew dewlemendî, bi barbarîyek mezinre di nav hev de dijî. Yên ku van hemûyan tîne cem hev jî ew dijminatîya cuhûyan bi xwe ye. Hêla van hemû hêzan ev bi xwe ye.
Îran dewletek bi mejî îslam hilbijartîye û bi felsefeyek îslamî dimeşe. Îslam, felsefa dewletê bi xwe ye. Li Îranê rojane bi dehan hemwelatîyên xwe bi mebesta “Sîxurên Îsraîl bûn, sîxurên Roavabûn” tên dardakirin. Çawa mirovekî ku xwendin û nivîsandina wî tineye, bi biryarek leşkerî tên îşkence kirin û bi mebesta “Sîxur bûnê” têd dardakirin. Ev rastîye ku îslamê di warê mirovatîyê de bawermendîya wê bûye Barbarî. Ji bingeha hestên mirovatîyê dûr ketîye.
Beşek ji misilmanên Kurd ku li derdorê HûdaParê govendê digirin; ji hestên kurdewarî dûr tevdigerin. Çar dewletên misilman, bi zor û zilma xwe hemû mafê miletê Kurd qedexe kirine. Kurdan digirin, didin kujtin, zîndan dikin. Li mizgeftan bi zimanê Kurdî dua jî qedexe kirine. Ew misilmanên Kurd ku li derdorê HûdaParê ne, vê rastîya xwe nabînin, ji bona “birayên xwe yên felestînê” dadikevin sikakan. Ev fêhmkorîyek mezin e. Kurd, miletek 50 milîyon, bê dewletin, zilma ser xwe nabînin, ji bona wan erebên ku 22 dewletên wan hene dadikevin kolanan! Ev rewş bi tena serê xwe dîyar dike ku civata îslamê mejî jê hetîye stendin. Bê mejî maye û rêya ruhê kolebûnê kirîye kar ji xwe re.
Misilmanên ku ji welatên xwe revîyane û xwe avêtine bextê welatên Ewrûpa, ji ber ku civatên Ewrûpa ne wek wan misilmanin, ewrûpîyan şermezar dikin, êrîşî ser wan dikin û dibin tehdît ji van civatên ku piralî jîyan hilbijartine. Nayê bîra wan ku ji ber rêveberên îslamê revîyane û xwe avêtine bextê îsewîyan! Ji dêlva vê jîyanê qebûl bikin û xwe û zarokên xwe bisitirînin, hewl didin xwe ku van civatan jî biguherînin û bikin wek welatên ku jê hatine.
Nayê bîra wan ku çawa ji welatên xwe, bi çi sebebê revîyane û di wan rêyan de bi çi tal û tirşitîyê xwe gîhandine van welatan. Ev jî îşareta ku van civatan derb xwarîye, mejîyê xwe ji bona qencîyê nikarin êdî bikar bînin. Ew bûne koleyên efendîyên xwe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.