Min her gotîye; dema ku stratejîyek netewî, Kurdistanî û hevpar a sîyasetmedar û rewşenbîrên miletê Kurd tine be, ev fersendek mezin dide dijminên kurdan. Helbet wê dijminên kurdan vê perçebûna kurdan ji bo berjewendîyên xwe bikar bînin. Di xwedîkirin û peydakirina vê fersendê de hestên partîzanî, helwesta partîzanî, berjewendîyên şexsî û dûrketina ji hestên netewî, kurdistanî xwedî rolek mezin e. Fersendê dide dijmin ku, dijmin li seranserê Kurdistanê rehet bi kurdan bilîze û wan berde pêsîra hev.
Di 20.10.2024an de hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li pêşîya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber pir sebeban, parlementoya Kurdistanê ev demek dirêje kar nake. Hikûmet li ser xetê ye, lê parlemento naxebite. Piştî pir nanokî û hewlan, biryara hilbijartinan hat dan.
Di vê pêvajoka hilbijartinan de dijmin, YNK û PKK xist dewrê. Di medya PKKê, a ku ji Silêmanîyê birêve dimeşe û medya YNKê a bi ser baskê malbata Talabanî ve, karên êrîşkirina ser hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK û Malbata Barzanîyan ji xwe re kirine armanc.
Bi van êrîşan xwestin miletê Kurd manîpule bikin û bi propagandayên genî, kiryarên di nav YNK û Silêmanîyê de ji çavan dûr bixin. Lê ev ne mimkûne, bûyer û karesatên ku li Silêmanîyê pêk tên, gihîştine astek kînora Penceşêrê.
Di kongreya dawî a YNKê de, di nav YNK de, di astek bilind e, bi metodên kudetayî guhertin çêbûn! Min wê wextê jî kongreya YNKê bi şanoyekê binav kiribû. Piştî van guhertinan, girseya YNK, serkirdeyên leşkerî, serokên herêmên bi ser YNK ve girêdayî û sazîyên YNKê yên girseyî-cewahirî bêdeng bûn. Dengê gelek karesatên xerab ji Silêmanîyê û rêveberîya YNKê û têkilîyên bi PKK re dihat, lê kesayetîyên resen yên YNKê û girseya YNK bêdeng bû.
Min wê wextê wek şopînerekî sîyaseta Herêma Kurdistanê û Herêmê, min wê wextê dîyar kiribû ku; „ev jî dide nîşan ku, guhertinên di nav YNK de, ne li gor daxwaz û berjewendîyên nav YNKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û divêtîyên cewahirî bû. Ev guhertin, li gor daxwaz û berjewendîyên şexsî û piştgirên van serkirdeyan meşîya.“
Kongreya dawî, bû sebebê baskên nav YNK ku bên henber hev. Kadroyên resen yên YNK ku ji pêvajoka şer dihatin, yek bi yek bêbandor û tasfîye bûn. An jî demek dirêje bêdeng bûn, dengê wan bilind dernediket. Lê neha rewş ne ew rewşa bêdengîyê ye.
Bafil Talabanî û kesayetîyên pê re têkildar, êrîş birin ser hinek serkirdeyên resen yên YNKê û dest danîn ser tiştên wan. Yek ji van jî Mele Bahtîyar bû, ku kesayetîyekî herî nêz yê Mam Celal bû û demek dirêje baskê muhalefeta sîyaseta YNKê bû. Bi dû Mele Bahtîyar re Ferîdûn Abdulkerîm jî derket holê û daxûyanî da.
Mele Bahtîyar di daxuyanîya xwe de eşkere kir ku; „xeta YNKê xetek Kurdistanî bû, lê niha serkirdeyên YNKê xeta YNKê kirin xetek İraqî“ (K24-Kovan îzet)
Li gor daxûyanîyên kadroyên resen yên YNKê, YNK, bi carekê de ji xeta Kurdistanî derketîye û ketîye destê malbata Talabanî. Ev malbat bi metodên dîktatorî-terorî YNKê bi rêve dibin. Ferîdûn Abdulkadir di daxûyanîya xwe de diyar dike ku; „Bafil Talabanî û derdora wî dest danîne ser mal û milkên YNKê. Milkê YNK ne yê malbata Talabanî ye. Yê YNK bi xwe ye. Xwedîyê YNK em in, Bafil Talabanî dîktatore!“
Wek ku em dizanin, van salên dawî li herêma Silêmanîyê tundûtujîyek destpê kirîye. Rojnamevan tên revandin, tên kujtin û tên girtin.
Di 11.04.2020an de Mistefa Selîmî ji zîndanek Îranê revîya û hat herêma Silêmanîyê. Asayîşa Silêmanîyê Mistefa Selîmî girt û radestî îranê kir. Îranê ev kurdê şoreşger di eynî rojê de dardakir.
Di 08.09.2024 an de asayîşa YNKê Behzad Xesrewi radestî îranê kir! Behzad Xesrewi, kesayetîyek endamê HDK-Î bû. Deh sale rûniştina wî li Silêmanîyê a fermî hebû û Îran lê digerîye.
Di nav YNKê de şerê malbata Îbrahîm Ahmet û malbata Celal Talabanî jî heye. Ev herdû malbat xwe wek xwedîyê mal û milkê YNKê dibînin û ji bona berjewendîyên xwe, hin bihev re tevdigerin û hin li henber hevin; ji bona li henber baskên din, yên di nav YNK de bi hev re, ji bona bandora malbatî jî li henber hevin. Ev herdû malbat jî hin berpirsîyarê bandora sîyaseta Îranê-İraqê li ser YNKê û li ser Başûrê Kurdistanê ne û hin jî berpirsîyarên xîyaneta 16 ê Cotmeha 2017 an e. Berpirsîyarên alozîyên navbera Tevgera Goran û YNK ne jî. Îro di radestkirina Kerkûkê de jî ev malbat berpirsîyarin.
Ev rêveberîya YNKê, dibe ku di pêş de zerarên hîn mezintir derxe pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê. Heta ku YNK û serkirdeyên YNK hesabê xîyaneta 16ê Cotmehê a 2017an nede, YNK di dîroka Kurdistanê de, di mejûyê niştimanî de nikare cîhê xwe bigire. Diva bû YNK ev birîna niştimanî, di Kongreya xwe a dawî de, bi hestên Kurd û Kurdistanê hesap ji berpirsên xîyanetê bipirsîya û çareser bikira. Ev nekir û bi ser de jî ev berpirsên xîyanê anîn û kirin serkirdeyên YNKê.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.