Di roja 16ê Cotmeha 2017an de Li Dukanê, li baregeha havîngeha Mam Celal, civîna hevbeş a polîtburoya PDKê û YNKê çêdibe. Di vê civînê de rewşa İraqê, deverê û Kurdistanê têt analîz kirin. Li ser pênc xalan biryar têt girtin. Di nav van pênc xalan de du xalin herî girîng;
“1.Girigî bi yekrêzîya miletê me û ya hêzên sîyasî yên Kurdistanê hat den, ko di vê qunaxê de mijûlî bicîhkirina erkên hevbeş in.
2.Civîn israra xwe li ser çareserkirina hemî probleman bi rêya dîyalogeka bêşert û berpirsane ya avaker di navbera Hewlêrê û Bexdayê de îlan dike.”s.91
Li ser givaşên İraqê û pirsgirêkên navxweyî yê kurdan, kek Mesûd Barzanî, xalek girîng eşkere dike:
“Hêj gelek berî referandûmê min ew heqîqet dizanî ko heger ji hêzên İraqî re firset çêbe dê êrîşî deverên minaqeşebar û Herêma Kurdistanê bikin. Min ev mesele gelek caran digel emerîkayî ,ewropayî û alîyên Kurdistanî jî axaftiye. Referandûm jî rêyek bû ji bo wê çendê ko çareyek bêt dîtin û rê li ber agirpêxistina şerî bêt girtin. Lê belê herwekî me dît roja piştî civîna Dukanê, di şazdehê oktobera 2017-ê de bi hevkarîyeka ‘revdeyên herêmî’ û bi rêxweşkirina ‘nepakên’ nêvxweyî û li ber çavên Emerîkayê, bi sîleh û tankên Emerîkayê hêzên Heşda Şe’bî bi hevkarîya hejmareka zêde ya pasdarên Îranê di bin qumandarîya pasdarekê bi navê Îqbalpur de, êrîşî Kerkûkê û deverên minaqeşebar kirin. Me qet pêşbîniya wê nedikir ko bi çavdêriya Emerîkayê û bi sîlehên Emerîkayê êrîşî pêşmergeyan bêt kirin. Me ew jî pêşbinî nekiribû ko hêzeka nêvxweyî tecawiza îrade û dengê miletê xwe û dezgehên herêma Kurdistanê bike û digel serkirdeyên Heşdê tifaqê bike da axa Kurdistanê bêt dagir kirin.”s.82
Di dema amadekarîyên referandûmê de, di nav herçar perçe miletê Kurdistanê de, li dîyaspora Kurdistanê hestekî milî pêl bi pê bilind bibû û di şeva eşkerebûna encamên referandûmê de di nav miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê de derketibû astek pir bilind. Mixabin bi xîyaneta 16.10.2017an de ji hêla psîkolojîk de derbek mezin xwar. Moralê pêşmergeyên Kurdistanê ji hêla moral de ketin rewşek xerab. Hemahengî û têkilîyên leşkerî yên pêşmergeyan li sengerên şer ji hev qut bibûn. Li hinek cîhan pêşmergeyan bêyî ferman xwe bipaşde kişandibûn. Herkes pir baş dizane di xîyanetên navxweyî de çi bandor li ser şervanên sengerên şer çêdibe. Ew pêşmergeyên ku bi qahremanîyên xwe efsaneya DAÎŞê şikenandi bûn, ji ber xîyaneta navxweyî hatin neçar kirin û liber şikestinê bûn. Di bin vê rewşê de Kek Mesûd Barzanî dibêje;
“..Hemî xebata min ji bo hindê bû ev ‘nepakîya’ mezin wisa neke ko digel iraqîyan xwîneka zêde bêt rijandin yan jî pêşmerge rûbirûyê şerê nêvxweyî bibin.”
Li ser xîyaneta 16.10.2017an, Kek Mesûd Barzanî rastîya rewşa Şingalê jî şîrove dike û rengê îronîya Şingalê zelal dike:
“Berê li Şingalê ji bo çêkirina pirtûbelavêyê û dubendîyê di nêv êzdîyan de hêza Heşda Êzdî hatibû avakirin. Di şazdehê oktoberê de devera Şingalê jî ket ber pêla zalimane ya wê plana reş. Di wê hengameyê de şexsîyet û rîhspîyên Şingalê daxwaz kir ko pêşmerge ji Şingalê paşde bikişin da şerê nêvxweyî di nêv êzdîyan de çênebe. Wan got ew tehemila karesateka dî nakin. Her ji ber hindê bi şertê ko Şingalê bidin şingalîyan û êzdî bi xwe îdareya xwe bikin û ji bo şer çênebe û xwîna êzdîyan neyêt rêtin min ji bo paşdevekişîyana pêşmergeyan ji devera Şingalê fermanek derxist..”
Rewşa îro ku Şingal di destê Haşdî Şabî û PKK de ku esîr maye jî di vê eşkerekirina kek Mesûd Barzanî de zelal dibe.
Kek Mesûd Barzanî “ji bo tarîxê” behsa rolê neyênî yên du dîplomatan dike. Yek ambasadorê Brîtanyayê yê İraqê Frank Baker û yê din jî ambasadorê Emerîkayê yê li İraqê Douglas Silliman dike. Ev herdu diplomat her çiqa vekirî behsa hemahengî û hevkarîya welatên xwe û Kurdistanê di qonaxên bên de dikirin jî, “..lêbelê di dawîyê de roleka gelek xirab li dijî Kurdistanê lehîst(in) û agahdarê gelek fitnegerandin û plangerandinên nihênî yên li dijî Kurdistanê bû(n) û destê wan têde hebû..”
Van diplomatan hin di teşwîqkirina neyarên Kurdistanê de û hin jî “di rêkirina rapor û zanyarîyên şaş di heqê Kurdistanê de bo Washingtonê” rolên xerab lîstin.
Referandûm ne bi dilê Emerîkayê bû. Ev raste, ev nedihat maneya ku Emerîka, wê çekên giran û tankên Abrams bide destê Haşdî Şabî ku êrîşî Kurdistanê bike. Haşdî Şabî Îran bû û qaşo Emerîka dijminê Îranê bû! Di vê derheqê de kek Mesûd barzanî dibêje;
“..Emerîka dikarî rê li ber wê dijminkarîyê bigirin, dikarî ya herî kêm tankên Abrams nedin destê Heşdê li dijî Pêşmergeyan, lê belê wan nekir. Helwesta Emerîkîyan, nemaze ya ambasadorê Emerîkayê yê li Bexdayê (Douglas Silliman) hêj zêdetir neyarên Kurdistanê dehf dabû da li dijî herêma Kurdistanê seferberîya giştî bikin.”s.94
Bi piştgirîya Emerîkayê û Brîtanyayê, dijminên Kurd û Kurdistanê çavsorî bibûn. Karbidestên Bexda, helwesta Emerîkayê û Brîtanyayê ya li dij referandûmê, ji xwe re fersendek dîtibûn û bi hemû hêza xwe li henber Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Li gor hesabê Bexda, wê Hewlêr û dihok jî bihata dagirkirin. Dixwestin serkêşên referandûmê bigirin û îdam bikin û xîyanetkaran jî bikin berdevk û nûnerên kurdan. Kek Mesûd Barzanî di vî warî de rojek girîng derbasî rûpelên dîrokê dike û dibêje:
“..Ez her ji esas ve li dijî şerkirinê bûm, lê belê dema mesele bigehe wê dereceyê ko îradeya xelkê Kurdistanê bişkênin divîya bergirî li îradeya miletê me bêt kirin. Vêca roja bîstê oktobera 2017-ê hêzên Heşdê û Ebadî şansê xwe ceriband û xwest ber bi Hewlêrê ve pêş de bên. Dema me zanî ko plana jihalêrakirin û dagîrkirina herêma Kurdistanê di serê wan de ye hêdî me jî biryara miqawemeya seranserî da û di roja bîstê oktoberê de li Pirdê Pêşmergeyan qehremanîyeka mezin kir û êrîşa Heşdê û hêzên iraqî têkbir.”s.94
Di dîrokê de cara yekem tankên Abrams, yên Emerîka ku di destê Haşdî Şabî de hatin bikaranîn, bi destê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatin têkbirin. Piştî vê serkevtina mezin, kek Mesûd Barzanî dibêje:
“..Min bersîva mesaja Ambasadorê Emerîkayê Douglas Silliman rêkir û got ji cenabê ambasador re bibêjim: (ji ber ku berî şerê Pirdê, Ambasadorê Emerîka yê Bexda bi mesajekê ji kek Mesûd re eynî mesaj şandibû.) ‘îro ne duhî ye û sibehî jî de ne wekî îro be.’ Berxwedana Pêşmergeyan li hemî cepheyan berdewam kir heta 26-ê oktoberê li cepheyê Mahmûdiyeyê li Sihêlan hêzên iraqî û Heşdê bi hevkarîya hêzên îranî û Hizbullaha Libnanê û bi qumandarîya yekser ya efserekê Pasdarên Îranê bi navê Seyîdmuxtar (ko di wî şerî de jî birîndar bû) ji bo girtina Pêşxabûrê êrîşî çeperên pêşmergeyan kir û rûbirûyê şikestineka mezin bûn. Şerê Sihêlan, yek ji mezintirîn qehremanîyên tarîxî yên miletê Kurdistanê ye. Wê şikestina (dijminan) balans guhort û danûstandinan destpê kir.”
Di derheqa danûstandinan de jî kek Mesûd Barzanî, “difinqulûzî û mexrûrîya Ebadî” de eşkere dike ku “Ebadî ne amadeyî danûstandinan bû, xwest ko tîmên Teknîkî yên eskerî danûstandinên siyasî” bimeşînin. Di vî warî de jî kek Mesûd Barzanî dîyar dike ku:
“Di gera yekê ya danûstandinan de nûnerên hêzên İraqî û nûnerê ordiya Pasdaran û Hezbillaha Libnanê amade bûbûn. Di danûstandinan de kesên iraqî li gor gotin û fermanên nûnerên Îranê û Hizbullahê hareket dikir. Ev di rastîyê de heqareteka gelek mezin bû bo Ebadî li serwerîya İraqê dikir ji ber kesên biyanî hatibûn û biryar li ser diyardakirina xeta temasê didan. Lewra jî min biryar da ko hêdî tîma me ya danûstandinan digel wan rûnenê.”s.95
Bi hêvîya ku Kurd ji van rûpelên dîrokê dersan bigirin, tifaqa xwe çêkin û bi yek helwest û bi şiûrekî milî, bibin aktorê çarenûsa xwe.
Qedîya. 10.10.2023
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.