Di 8ê Berfenbara Pêşîn a 2024 an de rojek nû li Rojhilata Naverast derket. Wê bandorek erênî li ser herêmê bike. Ji ber ku her hilweşandina sîstemek dîktatorî, bi xwe guhertinên gewre jî tîne.
Di sedsala me de du bûyerên girîng di rojhilata Naverast de rûdan. Yekem hilweşandina dîktatorîya BAAS a li İraqê bû. Bi hilweşandina vê sîstema dîktatorî re li İraqê jî rojek nû derket. Lê dîktatorên herêmê, yên dijminê miletê Kurd û xwedî meramên xerab, nehiştin ku bandora wê roja delal, bi her rengî erênî be. Pêşî li pir tiştan girtin, ev 21 sale her dixwazin pêşî li destkevtinên milletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bigirin û li gor xwe dîzaîn bikin. Pêşî li İraqek nû girtin, guhertin nîvco hiştin û İraq ket bin bandora rejîma İslamîst a Îranê. Destûra İraqê hat seqetkirin! Îranê xwest ku İraq jî wek derfetek ji bona bereya Îslamî bikar bîne. Heta astekê jî di van armancên xwe de Îran biser ket.
Lê Îro rojek nû li Sûrîyeyê jî derket, bi banga melayê sibê re.
Diktatorîya 44 salan a BAASîya Sûrîyeyê jî hilweşîya. Yek bi yek pêkerên dîktatorê sîstema BAASê hatin hilweşandin. Girse daketin kolanan û şahî lidar xistin.
Li seranserê Sûrîyeyê ev 13 sale tundûtûjîyek mezin dimeşîya. Hêsrên dayîkan, bêçarîya mêran û melûlîya zarokan gihîştibû erşê bilind. Dê weledê xwe avêtibû! Mirin û kujtin bibû du pere. Revandina mirovan, tundûtûjîya jinê, talankirina mal û milkê rûniştînerên herêmê ji hedê xwe derketibû û gihîştibû astek metirsîdar.
Bi 7ê cotmeha 2023 an re ku Hamas’e êrîşî ser Îsraîlê kir. Em têgihîştin ku wê Rojhilata Naverast mîna berê nemîne. Ew bingeh bi 7ê Cotmehê re hat guhertin.
Her şer, her alozî û her qeyranên sîyasî, bi xwe re guhertinan tînin. Ev qanûnek guhertina civatan bi xwe ye jî. Vî şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, Hizbullah jî xwe avêt nav şer û Libnan jî bû cîhek ji qada şer. Ji ber ku Hamas û Hizbûlah du tevgerên wekaleta Bereya Îranê bûn. Îranê bi beşek Hizbûllah re li Sûrîyeyê jî rejîma Sûrîyeyê ji bona berjewendîya bereya Şie bikar tanî, Sûrîye jî bû qada şerekî wekaletê.
Di vir de pir eşkere derket ber me ku ev hêzên wekaletê yên bi ser Îranê ve, bi êrîşa 7ê Cotmehê re raserî têkçûnê hatin. Îsraîlê bi hêzek mezin û bi metodên pêşketî pişta van herdû hêzên wekaleta Sûrîyeyê têk bir. Îran û van hêzan bingeha xwe a Sûrîyeyê jî wenda kirin. Rûsîya jî ji ber şerê Rûsîya ku Ukrayna dagirkirîye û di beleyek mezin de ye, piştgirîya xwe a ji bona rejîma Sûrîyeyê bipaş de kişand.
Ev hemû sebeb bûn derfet ji opozîsyona Sûrîyeyê re, ku xwe carek din biser hev de bîne. Bi destpêkirina Agirbesta di navbera Îsraîlê û Hizbûllahê de; Li derdorê İdlib û Helebê, di navbera Opozîsyona Sûrîyeyê û rejîma Sûrîyeyê-Rûsîyayê de şerekî dijwar, ku çekên giran dihatin bikaranîn, destpê kir. Ev hat dîyar kirin ku di navbera sê cepheyên opozisyona Sûrîyeyê de tifaqek hatîye ava kirin ji Heyeta Tehrîr El Şam û Ehrar El Şam, û Ceyş El Izze. Bi navê Haret Tehrîr El Şam, „Odeya Operasyonê“ hatîye damezirandin û dest bi şoreşa Sûrîyeyê kirine.
Di demek pir kurt de (12 roj) Şam girtin destê xwe û rejîma BAAS a 44 salan hilweşîya. Rejîm ket destê HTŞ. Hilweşandin pir hêsan bû. Ez dikarim bêjim berikên ku ji bona şahîya hilweşandina rejîmê hatin teqandin, ji berikên li henber hêzên parastina rejîmê hatin teqandin, dehqat zêdetir bûn. Ev têt wateya ku rejîm radestî van hêzan bû bi cûreyek din.
Li başûrê Rojavayê Kurdistanê PYD û YPG di sîstema rejîmê de tevdigerîyan. Heta roja ku rejîm hilweşîya jî guleyek jî bernedabûn rejîmê. Bi rejîmê re di hemahengîyekê de bûn. Pêkerên Esad û binkeyên Îstîhbarat û beşek ji artêşa Sûrîyeyê li Qamîşlo û Hesekê bi „Rêveberîya xweser a bakurê Sûriyeyê“ re bûn. Îro serê sibê hat pesendkirin ku, „Esad Sûrîye terkirîye û Şam teslim bû“ye, wan jî pêker û alên rejîma Sûrîyeyê daxistin. Hêvîya ku ji hevalbendîya Rûsîya-Îran û rejîma Sûrîyeyê dihat, ew hêvî têk çû. Pirsek di virde a girîng derdikeve ber me; Gelo wê PYD piştî van bûyeran, vegere xetek Kurd û Kurdistanî û bi hemû hêzên miletê Kurd û pêkhateyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê re, li ser axa xwe bingehek milî, destkevtinek millî ava bike an na?
A girîng ewe ku sîyaseta Kurd û Kurdistanî bi cîhgirtina refên xwe re, vê baş hesab bike û tevbigere. Aqlê stratejîk û dewletbûnê derkeve pêş û serkêşîyê ji sîyaseta Kurd û Kurdistanê re bike, pêşeroj wê a Kurd û Kurdistanê be.
Garantîya aramîya navçeya Rojhilata navîn, di pêşîlêgirtina Tirkîyeyê û Îranê de ye. Di avakirina dewletek Kurdistanî de ye. Ji vê şûn de aramîya Rojhilata Naverast bê ji nûve dîzaînkirinê xeyale.
Sîyasetek Kurd û Kurdistanî, erke li pêşîya hemû hêz û çekdarên ser sahê ye. Hêvîya miletê me neşkînin, pêşeroj a meye, ku hûn li ser axa xwe bi hestên millî doza mafên xwe bikin, ti hêz nikarin pêşîya we bigirin. Kesek ji hêzên idelojîk û tundrew re devleta ava nakin. Avakirina dewletan karê hişmendîya milî û milletbûnê ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.