Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

J e n o s î d!

Di 05ê Hezîran a 2014an de DAÎŞ êrîş anî ser Şingalê. Li Şingalê Nêzî 500 hezar kurdên Êzdî ji cîh û warên xwe bûn. Ji van 10 hezar kujtî, 7 hezar jin û zarok, mêr revandî û wenda bûn. Herêmek bi carekê de di nava xwînê de, hat valakirin û bi hezaran goristanên komkujîyê li pişt xwe hişt.
J e n o s î d!
Nêrîn Belav bike

Jenosîd, li ser esasê ji holê rakirina civatê, an jî miletekî têt meşandin. Sê armancên sereke yên Jenosîdê hene. Fizîkî, bîyolojî û çandî. Di van hersê waran de jî sucên tên holê hemû di asta jenosîdê de ne û ji holê rakirina miletekî an jî civatekê dide ber xwe. Dijminên Kurd û Kurdistanê bi dehan caran ev sûc li henber kurdan pêkanîne.

Tevgera Terorîst a DAÎŞê, tevgerek piralî bû. Li pişt vê tevgerê dewletên dagirkarên Kurdistanê hebûn. Van dewletan hin ji hêla aborî de, hin ji hêla Stratejîyê de û hin ji hêla lojîstîkê de pişgirî dan vê tevgera ku sûce jenosîdê pêkanî. Çi bû ev sûc?

Di 05ê Hezîran a 2014an de DAÎŞ êrîş anî ser Şingalê. Li Şingalê Nêzî 500 hezar kurdên Êzdî ji cîh û warên xwe bûn. Ji van 10 hezar kujtî, 7 hezar jin û zarok, mêr revandî û wenda bûn. Herêmek bi carekê de di nava xwînê de, hat valakirin û bi hezaran goristanên komkujîyê li pişt xwe hişt.

Operasyona azadkirina Şingalê di 12ê Mijdara 2015an bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, beşdariya zêdetir ji 7 hezar û 500 Pêşmergeyan û piştgiriya hêzên hevpeymanan hatibû destpêkirin û roja 13ê Mijdarê jî Şingal bi temamî ket destê Pêşmergeyên qehreman. Ev rojek dîrokî bû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja rizgarkirina Şingalê; di roja 13ê Mijdar a 2015an, li ser çiyayê Şingalê bi mizgîniya rizgarkirina Şingalê ragîhand û bi vê hevokê tanî ziman:

“Ev rojek dîrokî ye û dastanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehremanan hat tomarkirin.”

Hêvîya duyem jî vegera Kurdên Êzdî, ji bona ser cîh û warên xwe bû. Nêzî 400 hezarî li herêma Kurdistanê di kampên koçberan de jîyana xwe dimeşandin.

Lê pirsgirêkên Şingal bi azadîya Şingal re nehatin çareserkirin. Ji ber ku parêzgeha Şingalê, fermî ne li ser statûya Herêma Kurndistanê bû. Vê rewşê jî destê hikumeta herêma Kurdistanê girêdida.

Şingal ji hêla leşkerî de herêmak stratejîk bû û Îranê dixwest vê herêmê di destê xwe de, ji bona „Hîlala Şîe“ bikar bîne. Bi dagirkarîya DAÎŞ re fersendek ket destê Îranê. Îranê, hêzên Haşdî Şaabî û PKK anî, bi hemahengîyekê li Şingal bicîh kir. İraqê jî, hin ji hêla lojîstîk de û hin jî ji hêla leşkerî de piştgirî û nûçe dan van hêzan. DAÎŞ, li Şingalê têk çû, lê du hêzên di xizmeta Îranê de li Şingal bicîh bûn. Pîlanên avakirina Şingal û vegera koçberên Şingalê sabote bû. Koçberên Şingalê, bê ku PKK û Haşdî Şaabî ji Şingalê derkeve, vegera Şingalê redkirin. Tenê nêzî 10 hezaran vegerîyan Şingalê û ketin nav destê PKK.

Sazîyek bi destê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi navê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hat damezirandin. Bi destê vê dezgehê xebatên rizgarkirina qurbanîyên Kurdên Êzdî hat meşandin. Hat tesbîtkirin ku 6417 kes hatine revandin. Bi xebatek dûr û dirêj heta niha 3554 qûrbanî hatine rizgarkirin. Ji hejmara qurbanîyan, hîn qedera 2863 kesan ne dîyare.

Li Şingalê ger û lêkolîn li ser gorên komkujîyên Şingalê hat meşandin. Bi dehan gorên komkujîyê hatin dîtin û beşek mezin ji wan hatin vekirin, nav hatin tesbîtkirin.

Hukumeta Herêma Kurdistanê û dezgehên civakî û rûhanî yên Kurdên Êzdî, bi hev re xebatek hêja û dûr û dirêj meşandin. Hin rizgarkirina qûrbanîyên revandî, hin tomarkirina belgeyên komkujîyê û amadekirina dosyayên komkujîyê ji bona pejirandina jenosîdê hatin meşandin. Heta niha parlementoyên 13 welatan ev tawanbarîya DAÎŞ û piştgir û hevalbendên wê wek jenosîdê pejirandine.

Gava herî dawî Parlementoya Elmanya di 19.01.2023an de bi civînek taybet, bi yek dengî Komkujîya kurdên Êzdî li Şingalê wek JENOSÎDÊ binav kir.

Di nav xalên pejirandina jenosîda kurdên Êzdî de hat pesendkirin ku:

„Armanca DAIŞê tunekirina civaka Êzidî bû. Bi taybetî di sala 2014an de zêdetirî 5 hezar Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin îşkencekirin û bi awayekî hovane hatin kuştin.”

Di xalek din de hat pejirandin ku:

„Parlamentoya Almanyayê nirxandina Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ya derbarê naskirina sûcên li dijî Kurdên Êzidî ji bona weke jenosîd binirxîne û bipejirêne“ wê bar bigire ser xwe.

Ev gava parlementoya Elmanya a pejirandina jenosîda Kurdên Êzdî, ji bona qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo qurbanîyan, gavek girîng û dîrokî ye. Ji bona ku carek din ev sûcên jenosîdê neyên dûbarekirin, sezakirina tewanbarên jenosîdan pir girînge. Divê ti sûcên komkujîyan bê biryar û seza nemînin.

Mixabin gavek duyem derdikeve ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dezgehên kurdên Êzdî û rewşenbîr û hiqûqnasên Kurd e. Ew jî daxwaza dadgehek navnetewî ye û di vê dadgehê de mahkemekirina Tewanbarên Jenosîdê û dewletên piştgir e. EV gav, ji bona pêşeroja Kurdistanê gavek girîng e. Ji ber ku DAÎŞ ne bi tena serê xwe ev jenosîd pêkanîye. Li pişt vî sûcê Jenosîdê dewletên dagirkarên Kurdistanê, wek Tirkîyê, Îran, İraq û Sûrîyê jî hene.

Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock di gotara xwe de bal kişand ser hinek xalên din û got:

“Em weke Almanya dikarin tenê piştgiriyê bikin. Berpirsyarî li ser milê hikûmeta Iraqê û bakurê Iraqê Kurdistanê ye. Em dikarin piştgiriya jinûve avakirinê bikin, ji ber ku Şingal ji bo wan girîng e û dixwazin vegerin cihûwarê xwe. Em ji bo vê yekê li gelek aliyan kar dikin û weke Almanya tiştê ji me bê xwestin emê bikin.”

Sipas ji Parlementoya Elmanya re ku ev gav avêt û ev berpirsîyarî girt ser milê xwe.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 2947 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:40

Nêrînên Dawî

Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!