Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Afganistan û metodên Emerîka!

Tevgera îslamî, bi navê „Talîban“ê; di 1996 an de hat ser hikim. Ji 1996an, heta 2001 an li ser piranî ya axa Afganîstanê hikûmdarî kir. Di van salan de bi tevgera îslamî û tundrev, El-Qaîde re bû hevkar.
Afganistan û metodên Emerîka!
Nêrîn Belav bike

Bi belafiran êrîşên li ser Qûleyên Emerîka de, carek din Talîban û El-Qaîde derketin ber me! Wek hêzên terora îslamî û tehdîdkar hatin ber neşterê. Ket rojeva gelek sazîyên navnetewî wek NATO, NY, YE û dewleta Emerîka.

Talîban, di van salên hikimdarîya xwe de, hikmên şer î yên îslamî, bi şîrovekirinek pir sert bikar anî. Ji helwesta kujtin û ji holê rakirina muhalîfên xwe bigire, heta mafê jinê, perwerdeya zarokan, zewaca zarokên keçikn û medyayê a wî welatî, tenê yekdengîyek îslamî li gor Şerîeta ku ew jê fêhm dikin meşand. Ev tecrûbeyek bû ji bona cîhanê. Nabe ku em bendê bin, ku wê Talîban çawa tevbigere! Bi sedan nimûne li ber destê me hene.

Bi gelemperî, îdeolojîya Talîban û îdeolojîya hemû hêzên Îslamî yên sîyasî nêzî hevin. Di her welatekî de ferqên pir piçûk hene.

Îslama sîyasî, li ser navê mezheba Şîe û Sûne, bi çendîn mînakan derketîye ber me. Li Îranê li ser navê Îslama şîe bû desthilatdar. Zilm û zordarîyek tundrev, hin li ser gelên di bin desthilatdarîya xwe de û hin li seranserê welatên misilman honand. Bi hêza çekdarî, bi metodên tundrev, raya giştî tehdîd kir û bandora xwe zêde kir.

Di heman demê de tevgera EL-Qaîde, Talîban, Hizbûllah, Hamas jî girt bin baskê xwe û xwedî kir. Bi gelemperî îdeolojîya hemû tevgerên îslamî û Kodên wan yên şerîeta îslamî dişibin hev. Hemû tevgerên îslamî, li ser îdeolojîya îslamê; yek ol, yek îdeolojî û şeriatê diparêzin. Tiştên ku ji şerîetê jî fêhm dikin; bi metodên leşkerî, qedexekirina her mafê ku îdeolojîya wan qedexe dike bi xwe ye. Jin ji bona wan mal û ganîmet e. Di asta koletîyê de nêzî jinê dibe, ku li malê ji bona xwe bikar bînin. Hiqûqê îslamî, li cem wan metodên leşkerî ne û bi helwestek pir sert têt bikar anîn. Kujtin, dardakirin, ricim û seza li angora van hestan hatîye dîzayin kirin.

Afganîstan, welatekî ku ev 50 sale di nav şer de ye. Li Afganîstan, di van 50 salên borî de me dît, ku Afganî ne bi helwestek netewî û niştimanî, bi îdeolojîyek îslamî, mezhebî û eşayîrî tevdigerin. Perçebûna vî gelî û şervanîya vî gelî li ser van herdû esasan ava bûye. Îdeolojîya îslamî bûye xerca hevgirtinê û hêla eşayîrî jî esasên perçebûnê avakirine. Yek hêla eşayîrî, ku bibe îktîdar, an bi dagirkeran re têkildar be; hêla din şerekî dûr û dirêj dide ber xwe û bi dehan salan dimeşine. Piştgirîya lojîstîkî jî ji dahatên madeyên xoşberîn tedarik dike.

Wek ku em dizanin, Afganîstan welatekî xwedî madeyên xoşber in. Sebeba şer û şervanîya Afganan a bi salên dûr û dirêj, li ser hebûn, bazar û parastina van madeyên xoşber hatîye avakirin. Ev madeyên xoşber hin di çêkirina dermanan de û hin jî ji hêla xoşberî de, çavkanîyek pir bûha û pir pere dike. Ev jî bala bezirganên cîhanê dikişîne. Ji ber hebûna vî madeyê xoşber, ticarî piştgirîyek leşkerî û lojîstîk ji Afganîstanê re nebûye pirsgirêk. Her pere û çek jê re hatîye. Di van 50 salên şer de, yê ku Afganîstan û şervanên Afganîstanê xwedî dike ev madeyên xoşberin. Hêzên navdewletî ku vê rastîyê jî dizanin, li gor berjewendîyên xwe nêzîkayî li pirsgirêkên Afganîstanê kirine û nehiştine ev pirsgirêk çareser bibin û dewletek milî a Afganan ava bibe. Nakokîyên civakî ji bona berjewendîyên xwe bikar anî ne.

Rêveberên Hêza Talîban dibêjin; „emê şerîeta îslamê bikar bînin“(!) Gelo îslam firotina madeyên xoşber helal dike, ku Talîban, bi firotina madeyên xoşber, hukmê şerîetê bimeşîne?

Karên narkotîkê, firotina madeyên xoşber sûcek mirovahîyê ye. Ti hiqûq û ti ol vê normal nabînin. Çawa cîhana îslamî,oldarên îslamê ji van tevgerên îslamî re van karan rewa dibînin?

Çawa wê tevgerek wek Talîban, ku hin bezirganîya madeyên xoşber bike, hêza terorê temsîl bike, bi metodên leşkerî tevbigere, hiqûqê îslamî bikar bîne û hin jî zarokên keçik perwerde bike? Li Îran zewaca zarokên 9 salî di kîjan ahlaq û yasayan de heye, ji xeynî îslama sîyasî. Talîban jî eynî zîhnîyete û nimûneyên Komara Îslamî a Îran dişopîne. Di heman hewla xwe de Navê Afgan3istanê guhert û kir „Komara Îslamî a Aganîstanê“! Di vir de ji bona mafê jinê tenê koletî heye, maf tine ye. Ev ne mumkûne. Ola îslamê olek nêr e û mafê jinê tenê di hundurê malê de bi şerhî xizmetkarî ya jinê ye. Zarokên keçik, divê perwerde nebin û di 9 salîya xwe û şûnde ji m3eran re bibin kole.

Talîban, tevgerek Leşkerî a Îslamî ye. Şervanên Talîbanê, xwe wek „şervanên Xwedê" dibînin. Bi metodên leşkerî û bi darê zorê armanca wan, bicîh kirina hikmên Şerîatê ye. Avakirina hikûmdarîyek îslamî li seranserê cîhanê, xeyalên wan yên herî bipêş de ne. Ji ber wê jî, ji bona welatên ne misilman firotina madeyên xoşber û terora îslamî esasin. Talîban û hemû hêzên îslama sîyasî, li ser van esasan tevdigerin. Her çiqa Talîban niha bi helwestek nerm mesajên nerm bide jî, bi gelemperî armanca tevgera îslamî û bi taybetî jî a Talîbanê zelale. Ji bona lingên wê erdê bigirin nerm tevdige. Ku lingên wan erd girt, wê rûwê veşartî eşkere bike.

Li ber destê me tecrûbeyên hikûmdarîya Talîban, dîktatorîya îslamî a Îran, tevgera îslamî Hizbûllah, Hamas, İxwanên Muslîm, El-Qaîde, DAÎŞ û bi dehan tevgerên îslamî hene. Yek ji ya din tûndrewtir e. Karesatên van dewlet û tevgeran li ber çava ne.

Emerîka, NATO, NY û YE li henber Talîbanê xeteyên mezin kirin. Ji bona berjewendîyên xwe, 20 salan cîhan xapandin û her tişt radestî hêza Talîban a tûndrew kirin. Hêza Talîban û tevgerên îslamî, bi mesajên serkevtinên Tevgera Talîban mest bûne. Bi moral bûn û hişt ku bingeha geft û leftên din çêbibe, ku li pir welatên misilman bibin îktîdar û xwedî bandor. Xeteyên Emerîka, nayê mana ku em, hebûna Talîban, DAÎŞ û Hamasê bipejirîn in!

Generalê emerîkî Austîn Scott Mîller, kaosa Afganîstanê bi van gotinan şîrove dike:

”Wek Emerîka dibe ku me li Afganistanê her tişt çewt kiribe, lê me di sazkirina artêşa afganiyan de qed çewtî ne kiriye. Me ji 300 hezarekî artêşek pêk anî; me bi salan perwerde kir; me dinyayek pere lê xerc kir; me bi çek û cebilxaneyên herî pêşketî rapêça; me ser tije helîkopter û balafirên şer kirin; me mehane pere dida her leşgerî. Bi kurtî, çi tiştê ku ji artêşeke modern re diva bû me hemû bi cih anîbû. Lê mixabin vê artêşê çend seetekî jî li himberî 40-50 hezar Talîbanî şer nekir. Tew bi ser de kesên ku me ew kiribûn komutan û general bi malbatên xwe ve bi helîkopter û balefirên me yên leşgerî reviyan Ozbekistan û her wekî din…!”

Generalê Emerîkî dixwaze em bi van gotinan bên qanih kirin. Lê ne wilo ye. Emerîka û dewletên endamên NATO, li Afganîstanê ne tenê jikestin xwarin, wan sûcên mirovahî jî kirin. 20 salan li Afganîstanê bombe li wan çîyan barandin. Kevir nema ku bombe lê neket. Çawa piştî 20 salên êrîşkar, ne Emerîka û endamên NATO, lê Talîban ji vî şerî serkevtî derket? Bi çi heqî generalê Emerîkî dibêje; „..mixabin vê artêşê çend seetekî jî li himberî 40-50 hezar Talîbanî şer nekir!“

Emerîka û hevalbendên xwe bezirganîya madeyên xoşber kirin û bi van peran Artêşek, ku di bin bandora psîkolojîya Talîban de ava kirin. Îktîdarek ji xwe re li ser esasên gendelî û dîzîyê ava kirin, ku Afganên bi wan re dixebitin jî dengên xwe nekin. Ev jî bû sebeb ku, ew eşîrên Afgan yên bi Emerîka û hêzên NATO re dixebitîn, bê bawerî û bi hestên jikestî tevbigerin. Ez ji generalê Emerîkî dipirsim; ji van kesên moral jikestî, bê hêvî û armanc, artêşek şervan derdikeve?

Generalê emerîkî, faktorên serkevtinên Talîban bi du faktoran datîne ber me. Qelsîya Hikûmetê û 300 hezar artêş, a ku NATO û Emerîka perwerde kirîye ve girê dide. Xwe ji ber berpirsîyarîyê dikişîne. Lê ji bir dike ku, yê ew îktîdara xwedî gendelî, diz û ew artêşa 300 hezar, ku „bi metodên modern hatîye perwerde kirin“, wan hilbijartîye. Wan hin ew artêş perwerde kirîye û hin jî bi wê îktîdarê re xebitî ne. Di nava 20 salan de hilbijêrên Emerîka berhem nedane û berpirsîyar NATO û Emerîka bi xwe ne.

Çawa pîsporên leşkerî yên Emerîkî, 20 salan di şerde psîkolojîya leşkerên Afganî nabîne?

Çawa Emerîka 20 salan bi îktîdarek diz û xwedî gendelî re xebitîye û ev rastîya Afganîstanê nedîye, ku bû sebebê serkevtinên hêzek tundrev?

Çima Emerîka û NATO bi hestên netewî û niştimanî hikûmetek li Afganîstanê ava nekirin, ku li Afganîstanê civatek netewî û hevgirtî derkeve holê?

Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Afganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Afganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşan!

Dema ku dewletek netewî û niştimanî tine be, çima wê leşkerên Afganîstanê ji bona îktîdarên diz û xwedî gendelî şer bikin û bên kujtin? Em nikarin bêjin ku „Pîsporên Emerîkî“ ev rastî ne didîtin.

Tam di virde divê em Emerîka û têkilîyên bi Emerîka re deynin ber neşterê:

Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir, ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hiş ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî İraqê bibe. Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka İraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?

Gelo wê Emerîka ji bo me jî bêje; „me kir nekir Kurd nebûn yek û artêşek milî, niştimanî ava nekirin, ji ber wê destkevtinên xwe wenda kirin“(!)

Dema ku metod xelet be, netîceyên rast nayên bidest xistin

Metodên emerîka ji bona guhertinên cîddî û avakirina projeyên nû ne serkevtî ne û Emerîka xeletîyên mezin dike. Ji bona miletek ku bi hêza xwe bikaribe li ser ling bisekine, îdeolojîyek netewî û niştimanperwerî jê re lazime. Emerîka her ji avakirina vê rastîyê revîyaye. Tenê hêla leşkerî daye ber xwe û jibîr dike ku artêşek bê armanc wê serkevtinên wê vala bin.

Divê şervan bi ramanên netewî û niştimanî bên perwerde kirin. Emerîka ji vê direve. Li Kurdistanê jî emerîka her bûye sebeba jikenandina hestên netewî yê miletê Kurd. Bi parastina nîrên koledarî yên li ser miletê Kurd vê armanca xwe tîne cîh. Her statûya ser kurdan meşrû dike û daxwaza dewletbûna kurdan wek tehlûke û sebeba têkçûna aramîya herêmê bide nîşan. Lê ev ne rastîya kurdan, xeletîya Emerîka bi xwe ye.

22.08.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:38:04

Nêrînên Dawî

Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!