Hunermend, eynika miletekî ye. Her kes û şexsîyeta ku bixwaze xwe bibîne û derdorên xwe sererast bike, li eynikê dinêre. Civat, bê hunerê şêwekarî, wek dara bê fêkî, wek şaxê bê gul û pel e.
Rêveber û sîyasetmedar, karsazên me, ji estekîka hunerê dûr disekinin û qîmetê nadin pêkersaz û hunermendên şêwekarîyê.
Bi qasî ku dinya hunermendê xwe biqîmet dike, em Kurd jî hunerê û hunermendan ewqes bêqîmet dikin. Qîmeta ku em didin sîyasedmedar, kebabxur û kultêrxwuran, em nadin hunerê û henermendên xwe. Yek sebeba ku estetîk di tevgera me tineye û em tevgerek hişk û totalîterin eve. Huner û hunermend estetîkê dide civatê. Em Kurd ji vê mahrûmin.
Bi salan e ez vê dibêjim û min dest bi danasîna hunermendên Kurd, yên şêwekarî û pêkersazîyê kir. Min nêzî 13 hunermend û Pêkersaz dan naskirin. Li kul û derdên wan, li xêzanîya wan û armancên wan guhdarî kir. Di van danasînan de min, meramên wan jî anî ziman.
Ezê çend mînakan bidim we:
Hunermend Fewzî Bîlge di xwezîya xwe de her hevokek veşartî dihişt û digot: “belkî rojekê ez wêneyekî bîwênim ku hemû dinya Kurda bi wî wêneyî nasbikin û hesbikin.“
Sîyabend Kaya jî dema Pêkerê Nemir mele Mustefa barzanî pêş min kir de, di xwezîya xwe hevokek veşartî danî ber min û got, „Li hêvîya piştgirîyekê me, ku van dîskîsyonan li ser axa Kurdistan ava bikim.“
Riza Topal Hulmanî jî dema min cenabê wî dît û Danasîna wî weşand 87 salî bû. Sê sal di sere derbas bûye û îro 91 salîye. Xwezîyek cenabê wî jî hebû, digot; „berî mirinekê ku ez bi çavê xwe bibînim, ev keda min berbihewa ve neçûye û hukumeta Kurdistanê xwedî li keda min derketîye ev besî min e.“
Riza Topal Hulmanî, 4500 tabloyên xwe, nûra çavên xwe dîyarîyî hukumeta Başûrê Kurdistanê kiribû. Min û hevalekî rojnameger Zinar Şîno, me bi hev re di televîzyona Rûdawê de li ser Riza topal Hulmanî program çêkir û serî li Wezareta Rewşenbîrî û Serokwezîrê Kurdistanê xist. Me ji wan daxwaz kir ku; „Riza Topal Hulmanî hemû keda xwe a 60 salî dîyarîyî Kurdistanê dike. Ev malê we ye. Divê hûn werin vî malê xwe transportî Kurdistanê bikin ku zarokên kurdan jê îlhamê bigirin.“
Li ser vê daxwazê cîh û kesayetî neman ku me ev daxwaza Hunermendê hêja Riza Topal Hulmanî li ber guhê wan nexist û alîkarîya girtina biryara teslîmgirtina van tabloyan ji wan nexwest.
Mixabin ev sê sal di sere derbas bû. Xwêrxwazekî ev daxwaza me û ev xwezîya Riza Topal hulmanî neanî cîh!
Hayê min jê hebû ku li Başûrê Kurdistanê ji hunermendên kurdan re muzeyek netewî ava dibe.
Di 11.05.2023 an de ev muze bi merasimek mezin hat vekirin. Ji xeynî Hunermendên şêwekarî û pêykersazên Kurdistanê, herkes hatibû vexwendin. Mesrefek mezin lê hatibû kirin, mase ji vexwendan re hatibûn danîn û ji medbexan bêhna kebaban difûrîyan. Lê vekirina muzeya Netewê A Kurdistanê bê hunermendan vedibû!
Ez di kongreya dîyaspora Kurd a li Hewlêrê de jî bibûm şahidê vê helwesta beradayî.
Bi sedan Kurd birin û li Hewlêr birê kirin. Heqê xwarin/vexwarin, Hotêl û bilêtên balafiran dan. Milîyon pere hatin xerc kirin. Lê binî vala bû!
Mi carek din bi çavê serê xwe dît ku eynî zîhnîyet, di nav me kurdan de mîna kurmê darê, li ser koka me rûniştîye.
Ji bona alîkarîya hunermendekî, a bicîhanîna daxwaza hunermendekî 100$ê wan tineye, lê ji bona kultêrxwuran milîyonên wan hene!
Em Kurd, miletekî birîndarin. Lê birîna me, ne tenê bi guleyên dijminan, bi guleyên rêveber û qaşo sîyasetmedaran kûr dibe û elemê digire.
Reveberê ku qîmetê nede Hunermendên xwe, nikare bigihêje astek netewî û qîmetê bide xaka xwe û hêjayîyên xwe jî.
Pişta me ji baran şikestîye û rêveberên me hîn pirtir barên me giran dikin.
Ev ne rewa ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.