Piersgirêkên miletên bindest, bi miletperwerîya wî miletî re geş dibe û derdikeve asta çareserîyê. Miletperwerîya miletên bindest, kole; bi hezkirina çand, ziman, dîrok û axa wî miletî ve girêdayî ye. Yekitîya wî miletî jî li ser van hêjayan ava dibe.
Milletperwerî, tayek ji hebûna hezkirina çand, ziman, welat û dîroka wî miletî ye. Miletê ku ji dîroka xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji xaka xwe hezneke, nikare azadîya miletê xwe program bike û biparêze. Nikare çand, ziman, dîrok û axa xwe ji talan û qedexeyan, derxîne astek watedar.
Miletê Kurd jî, miletekî ku di navbera çar dewletên barbar û xwînrij, xwînxwar de hatîye dabeşkirin. Ji terefê van herçar dewletan de zilmek mezin, înkarîyek mezin li ser miletê Kurd dimeşe. Zimanê me qedexeye, çanda me qedexeye, dîroka me di bin tarûmarbûnê de, axa me, dewlemendîyên me talan dibin.
Ji bona ku miletê Kurd, ji astek koletîyê derkeve asta ku xwedî li van hêjayîyên xwe derkeve, dewleta xwe ava bike û bigihêje pêvajoka ku xwe bi xwe birêve bibe; zemqa hevgirtinê a yekitîya milî, milethezî ye, niştimanhezî ye. Bê ku ev hezkirin û hevgirtin di nav miletê Kurd de, di nav kurdistanîyan de geş bibe, Kurd wek miletekî nikarin xwe bihonin û derkevin qada dozdarîyê.
Mixabin beşek ji rewşenbîr, akademîsyen û sîyasetmedarên Kurd, vê xeta milî wek tehlûke didin nîşan û aqil didin dijmin ku ‘‘bi hinek mafan re hûn pêşî li kurdan negirin, wê kurd derkevin astek piroletî û nîjadperestîyê bikin.“(!)
Di 25.03.2024 an de, di malpera ‘‘Serbestîyet“ê de bi Îmzeya Abdullah Kiran nivîsarek derket. Nivîsar bi gelemperî aqil dide Dewleta tirk, îktîdarê û DEMPartîyê, ku neyên cem hev û „pirsa Kurd çareser nekin“ wê di nav kurdan de „.. îhtîmala ku piroletî (nîjadperestîyek pir zêde, milên tundrew)yek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.“ Ev xetên nivîsarê ji pênasa Kurdekî ku profesor e û xwe Kurd dihesibîne û li ser kurdan dinivîsîne derdikeve!
Rexneyan li DEMPartî dike, lê rexneyên nivîskar jî di bingeha parastina sîstema ku li ser kurdan dimeşe de li çareserîyekê digere. Pêşîlêgirtina vê çareserîyê jî di sîyaseta demê de dibîne. Vê jî bi hevoka „DEMPartî, çareserîya pirsgirêka kurd ji hevkêşeyîkirinen navxweyî re dike qurban.“(!)
Di dûmayîka nivîsa xwe de nivîskar Abdullah Kiran gotina xwe bi paragrafekê tîne ziman:
''DEP (qezda wî DEM e) Partî têkeve dû CHP û pirsa kurd ji asta ziman, çand û nasnamê derxîne û ji hevkêşeya navxwe ya dewleta tirk re dike qûrban, bingehê di nav kurdan de ji hinek hêzên radîqal ku derkevin holê re vedike.''
Di nav tevgera Kurd de kîne ev ''hêzên radîkal''?
Di van çend salên dawî de, beşek mezin ji ciwanên kurd, di astek milî de, li henber sîyaseta PKK û sîyaseta wê a legal, Kurdperwerîyek di asta xwedîlêderketina mafê miletê Kurd û xaka Kurdistanê de geş dibe. Tirsa Abdullah Kiran yek jê eve. Vê wek tehlûke dide nîjan û dibêje
''Sîyaseta Kurd ku di bingeha astek Maqûl û demokratîk de ji bona zimanê Kurdî û nasnamê û serbestîyan, negihêje encamekê, di pêvajok a pêş de, di nav kurdan de îhtîmala ku piroletî (pir zêde, milên tundrew)yek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.“(!)
Di vir de nivîskar Abdullah Kiran, pir zelal dibêje; eger dewlet di astek hukmê çandî de ji bona ziman, çand û serbestîyan gavê navêje, di nav tevgera Kurd de daxwaza dewletbûnê di astek tehlûkedar de derdikeve berme. Vê jî bi vê hevokê şîrove dike; di nav kurdan de ‘‘piroletîyek milî û nijadperestî hîn geştir bibe.“(!)
Miletê Kurd, li ser axa xwe 50-60 milîyon hejmareke. Bê dewlete, bê nasnameye û bi zimanê xwe ji perwerdê mahrûm e.
Di nav çar dewletên barbar de raserî her cûre zilmê dibe. Ji parastinê mahrûme, raserî wendabûnê dibe. Lê beşek ji aqilmendên kurdan, hîn ji kurdperwerîyê, û ji welatperwerîya kurdan ditirsin û vê zanistê jî wek tehlûke didin nîjan. Malxerabî di vir de ye.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.