Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV

Eger Mîrên Kurdistanê li henber dewleta Osmanî, di nav xwe de yekitîyek ava bikirana, wê ev derba mezin li miletê Kurd neketaya!
Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV
Nêrîn Belav bike

Tirk, li henber kurdan di nav trawmayê de dijîn!

Di destpêka 1800î de, dewleta Osmanî piranîyên welatên di bin bandora xwe de wenda kirin. Di 1805 an Dewleta Osmanî artêşa xwe dikişîne Kurdistanê û mudahaleyî mîrên Kurdistanê dike.

Ji bona ku Kurdan jî wenda neke, pîlanên xwe didomîne:

Ji ber ku di seranserê sedsala 19an de ku artêşa Osmanî dikişe Kurdistanê, li henber vê hewla Osmanîyan; Kurdan jî, herêm herêm serhildan lidarxistine. Ji ber ku yeko yeko û di astek teng û herêmî de serhildan meşîyane, hemû mîrên Kurdistanê yeko yeko şikestin xwarine. Bi talan û qirkirinan bingeha dewletbûna kurdan hatîye hilweşandin. Eger Mîrên Kurdistanê li henber dewleta Osmanî, di nav xwe de yekitîyek ava bikirana, wê ev derba mezin li miletê Kurd neketaya!

Ji nûjenên Osmanîyan re fersendekê derdixe holê. Van qedroyên nûjen yên wek Abdulhemîdê II.an û hevalbendên wî wek Mehmet Zekî Paşa û Şakir Paşa, di eslê xwe de dijminê kurdan e. Lê bi pîlanek konane, dixwazin kurdan bi xwe ve girêbidin û ji bona armancên xwe bikar bînin. Ji ber wê jî nêzî eşîretên kurdan dibin û ji bona ku kurdan bi otorîteya dewleta Osmanî ve girêbidin, dest bi pîlanan dikin.

Yek ji van pîlanan, avakirina mektebên leşkerî (bi navê mektebên eşîran) û perwerdekirina zarokên axa û begên kurdan ji bona van mekteban! Pîlana din jî avakirina hengên Hemîdiyeyê (Hemîdîye Alayları) ye. Di van mekteban de zarokên Kurdan dixwînin û di artêşa Osmanîyan de dibin serbaz. Ji „hengên Hemîdiyeyê  jî bingehek parastina sînorên Osmanîyan ava dikin. Di nav „hengên Hemîdiyeyê  de tenê eşîretên kurdan nînin. Ev „Alayên Eşiran“ ji Kurdan, ji Karapapakan (Teremeke), ji Çerkezan û Yorukan têt meydanê.

Piştî bi kudetayê Îtîhad û Terakî têt ser hikûm, mîsyona „hengên Hemîdiyeyê „diguhere, navê wan dikin „Sûwarîyên sivik“ (Hafif Suwariler). Ev hêz di şerê 1.em yê cîhanê de, li henber Rûsîya têt bikaranîn.

Her çiqa di ideolojîya avakirina „Tirkîye“yê de em du sentezan, (Tirk-îslam sentezi) dibînin jî, di destpêkê de senteza islamê serete wek xercek hevgirtinê hatiye hesibandin. Civatên ne îslam bi surgûn, kujtin û jenosîdan ji holê hatine rakirin. Di vir de du grûbên serete Ermenî û Rûmên Pondîayê tên tesfîye kirin. Bi vê mebestê li ser kurdan hesabê vê dewletê, pêşî, bi komkujîyan çavtirsandin e, Surgûn kirin, îslahkirin û asîmîle kirina miletê Kurd ji xwe re dikin sîyaseta bingehîn.

Ev sîyaset, ji destpêka 1805 an de destpê dike. Pêşî hêz, maldarî û xanedarîya kurdan tasfîye kirine, ku bingeha dewletbûnê têkeve bin tehlûkê. Armanca wan a gava duyemîn, ku bi Îttîhad û Terakî re destpê dike, ewe ku kurdan jî asîmîle bikin û bikin girseyek tirk a dewletê. Ev proje li ser esasên misilmantîya kurdan, di asta senteza îslamî de hatîye meşandin. Gava sêyem jî damezirandina Tirkîyeyê û pîkolîya Kemalîzmê ye.

Dewlet têt avakirin, lê bi navê „tirk“ zimanek, miletek xwedî ax û dîrok tineye. Ji ber ku girseyek bi navê „tirk“ di nav girseya Osmanîyan de tine ye; ji bona „sentez a tirkan dest bi çêkirina miletek, zimanek û dîrokekê dikin.

Ji bona vê jî ji Yewnanîstanê û welatên Balkan ew kesên ku ji civatên xwe veqetîyane û bûne misilman, bi biryara „Mubadelê“ (bi hev re teqaskirinê) nêzî 3.5 milîyon însanan tînin û li henber wan jî girseyek mezin ji rûmên Asya piçûk didin Yewnanîstanê. Di nav vê 3.5ê de yek kesê tirk ku bi tirkî bizanibe tineye.

Du sazîyan ji bona vî karî dadimezirînin. Yek „Türk Dîl Kurumu“ (Sazîya zimanê Tirkî), ya din jî „Türk Tarih Kurumu“ (sazîya dîroka Tirk) e. Ev herdû sazî bi karekî bêwestan dest bi avakirina zimanekî, berhevkirina dîrokek derewîn dikin. Asîmîlasyon di astek metodên leşkerî de, bi qedexekirina zimanên miletên din î di bin bandora Tirkîyeyê de mane, (piranî zimanê Kurdî) bi yasayan dikin bin qedexeyan. Di dibistanan de ev kar wek kampên êsîran, bi metodên leşkerî têt meşandin. Di vir de „yatılı bölge okulu (dibistanên dewletê) û Koy enstitusu“ (dibistanên mamosteyî) rolên mezin dilîzin di asta asîmilasyonê de.

Bi destê dewletê Li ser esasê senteza tirk“, hin di Destûrê de û hin di sîstema perwerdê de nîjadperestîyek mezin têt meşandin:

‘‘Tirkîye a tirkan e, Her kesê ku li ser axa Tirkîyeyê dijî tirk e, bibe tirk mesûd bijî, xwîna tirkan, Çîroka Asena a gur ku ji Îtalîanan dizîne, Şertê ku tirk û misilman be“ wek îdeolojîya dewletê raserî miletan dibe.

Ev karê nemirovane, di nav artêşê de, di dibistanan de, di unîversîtan de, di huner, roman, helbest û sînema û karên ronamegerî de, di têzên dogtora de, bi mejîyekî nîjadperestî dimeşe. Piştî demekê, ji dewleta Tirkîye re miletek têt avakirin û kesên ku vê dipejirînin, di nava sîstema dewletê de cîhên xwe digirin.

Di sosyolojîya miletan de; miletan, ji bo  xweorganîze kirinê û ji xwe re divêtî bi avakirina dewletê dîtine û dewletên xwe ava kirine. Li tirkîyeyê tam tersê wê bûye. Piştî li Rusîyayê „şoreşa 1917 an a Cotmehê-Bolşevîk “, Rus xwe ji peymana Sykes-Picot derdikevin û ji Şerê yekem yê cîhanêvedikişin. hêzên Emperyal ji bona ku pêşî li „Şoreşa Bolşevîk“an bigirin, divêtî bi dewletek tampon dibînin û Tirkîye didamezirînin.

Piştî ku dewlet têt avakirin -kadroyên vê dewletê ava dikin, yek ji wan jî ne tirk e- ji dewletê re miletek di laburatuarên dewletê de têt avakirin. Ev metod tersê sosyolojîya mileta ye. Ji ber wê jî ev dewlet li henber kurdan di nav trawmayê de dijî!

Di dema şikenandina Şah Îsmaîlê Safewî de derfetek mezin dikeve destê mîrên Kurdistanê, ku di nav xwe de sîstemek merkezî ava bikin û di nav xwe de Mîremîrekî hilbijêrin. Mixabin nagihêjin encamekê û rê didin ku perçe, perçe di bin bandora Osmanîyan de „yeko yeko otonom“ bijîn. Ev jî ji osmanîyan re tasfîyekirina wan hêsan kirîye.

Dema ku artêşa Osmanî kişîyaye Kurdistanê, di vir de jî li henber Osmanîyan Mîrên Kurdistanê hêza xwe nekirine yek. Yeko yeko bûne hedef ji artêşa osmanîyan re. Ev jî bûye sebebê ku rehet li henber osmanîyan têkherin û bingeha dewletbûna kurdan li ser axa Kurdistanê têkeve bin tehlûkê.

Ji dêlva avakirina hişmendîyek netewî, hişmendîyek Mîrî, eşaîrî, olî û partîzanî hat honandin û pêşî li hişmendîyek netewî girt. Ji eşîrên xwe, ji Mîrên xwe, ji şêx û olên xwe, terîqatên xwe, partîyên xwe hezkirin; ji bona wan mirin, ketin zîndanan, lê ji dîrok, çand û zimanê Kurdî, ji Kurdistanê bi hişmendîyek netewî heznekirin û xwedî lê derneketin. Welat niştecîhê dîrokî ye, ev hezkirina xakê bav û kalan derneket astek Kurdperwerî û niştimanperwerîyê.

Di van 120 salan de, ev rûhê netewî ku berî niha bi 330 salan Seydayê Ehmedê Xanî anîye ziman, em hîn êşa tinebûna wê hişmendîya netewî dikişînin.

(wê bidome)

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 2997 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:24

Nêrînên Dawî

Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!