Ev demek dirêje ku deng, qêrîn û awaza şêwekar, pêkersaz û hunermendên Kurd digihînim we xwedvanan û wan bi we didim naskirin. Huner, estetîka (xweşikîya) civatê ye. Civat bê xemil, xeyal ramanan xweşik nabe. Hunermend dengê xemil, xem û xeyalên civatê ye. Nabe ku em Kurd jî ji vî deng û rengî mahrûm bimînin.
Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan da, di nav Kurdistanîyan da bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e. Di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê da hêla herî jibîrkirî huner e.
Ji van hunermend û nivîskarên wêjeya Kurdî min Hunermend û nivîskar Fewzî bîlge û Çidem Baran jî dabû danasîn. Herdû hunermend wê wextê bi hev re li Batmanê bûn. Fewzî Bîlge kargehek bi navê Soresorê vekiribû û Çidem Baran jî pêşî wek şagirda Fewzî Bîlge, lê piştî salan Ew bû tayekî hunera şêwekarî û nivîskara wêjeya Kurdî. Bû xebakareka hunera şêwekarî û wê û Fewzî mil dan hev û koçî Stenbolê kirin. Li Stenbolê bi navê “Bakur Artê” kargehek hunerê a nû vekirin. Min xwest carek din van herdû hunermedên hêja, kar û xebatên wan û hest û ramanên wan yên ku li Bakur Artê bên efirandin, bi we re parvebikim.
Li ser cîhguhertina ji Batman çûna Stenbolê Fewzî Bîlge van hestên xwe bi me re parvedike, bê ku kûr kûr têkeve nav sebebaı cîh guhertinê.
“Ez berê weke Fewzî Bîlge bîbêjim ku ez ji bo îdealên xwe pêk bînim – ji ber ku însanekî îdealîst im- ji Stenbolê di sala 2000’an de çûm li Batmanê bi cih bûm û min li wê derê kargehek bi navê Soresorê vekir. Di nava 15 salande bi daxwaz û bawerîya tevgereke hunerê şêwekarî pêk bînim bi zimanê xwe min dersên wêne û piştî deh salan jî yên edebîyatê dan şagirtan. Gelek kesan ji wê kargehê sûd wergirt. Heta mirov dikare bêje bandora xwe berê li bajêr piştre jî li welêt hemûyî kir. Ji ber hinek sedeman, piştî pazdeh salan min xebatên xwe yên li Batmanê bi dawî kirin û li Amedê bi cih bûm. Li Amedê min hemû hêza xwe da xebatên xwe û tabî min hem wêne wênandin û hem jî nivîsand û pirtûkên xwe weşandin. Piştî deh salên li Amedê ji ber ku Çidem Baran jî dixwest em kargeheke wêne vekin û me xist serê hev û me li Stenbolê bi navê Bakur Artê kargehek vekir.”
Niha di kargeha Bakur Artê de Hunermend Fewzî Bîlge û Çidem Baran bi hev re ne. Li Bakur Artê dest bi kar û xebatên xwe yên hunerê şêwekarî û xebatên wêjeya Kurdî kirine. Li ser pirse hêvî û armêncên wan Fewzî Bilge dibêje;
“Gavê tenê ez û wênesaz û nivîskar Çidem Baran bi tenê ne.
Sedemek an daxwazeke me ya cuda tune ye. Me li welêt çi dikir em ê li Stenbolê jî bixwazin wê bikin. Bi kurtasî pêdivîya me her duyan jî bi guhertinekê hebû. Di fikir, raman û daxwazên me de tu guhertin tune ye û piştî du salan em difikirin cardin vegerin Amedê.”
Hunermendê hunerê şêwekarî û Nivîskarê wêjeya Kurdî Fewzî Bîlge, li ser xebatên xwe û Hunermenda taybet a xetên delal yên hunerê şêwekarî û wêjeya Kurdî Çidem Baran raman û armancên xwe yên hevpar didomînin;
“Erê min û Çidem Baran bi hevdu re Bakur Art li Stenbolê vekir. Jixwe berê jî me bi hev du re çend karên hevbeş kiribûn. Mîna amadekirina Ferhenga Hunerê ku di 2022’an de hat weşandin. Di 2012’an de li Almanya vekirina pêşangeheke wêneyan a hevbeş û gelek tiştên din yên hunerî.
Çidem Baran şagirta mina a kargeha Batmanê bû. Berê dest bi karê wêne kir. Piştre jî dest avêt pênûsê û êdî xwedî gelek berhemên (wêne-wêje) hunerî ye.”
Li pirsek “di warê hunerê şêwekarî, di asta ziman û wêjeya Kurdî de armanca Bakur Artê çîye de jî vê bersîvê bi me re parvedikin.
“Armanca Bakur Artê hilberandina hunerê ye. Jixwe kargeha me tenê hilberînê pêk tîne. Ji ber ku mirov biçe ku xwe jî bi xwe re dibe.
Asta berhemên me çi ye ne çi ye em nizanin, belkî di pêşerojê de rexnegir bersiva vê pirsa we bidin.
Em hêvî dikin ku di her qadê de berhemên kurdî- kurdan bilindtir bibin û em ji weke du hunermendan hewil didin ku du keviran deynin ser hev du.”
Hunermendên me jibîrkirî, bêpiştgirî, bi hunerê xwe liberxwe didin. Mixabin, keda van hêjayan wek girêkek kor di qirika wan de sêwî û bê xwedî, bê piştgirî maye. Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de.
Emê her bi wê hêvîya ku rojekê miletê me, rewşenbîrên me, nivîskar û sîyasetmedarên me, dewlemend û karsazên me guhê xwe bidin van dangan û bibin piştgir ji keda van hêjayan re, ku huner li Kurdistanê, di nav kurdan de derkeve astek bilind.
Not: Ez li jêr hinek xebatên Hunermend û nivîskar Fewzî Bilge û Çidem Baran datînim.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.