Rastî, herdem divêtîya wê bi piştgirîyek xurt heye. Heger ji rastîyê re ev piştgirî neyê honandin, wê çewtî têkeve dewsa rastîyê û meşrû bibe.
Di ilmê civakî de ev tê çi maneyê?
Li henber zordara, bê wîcdanan û pîskopatan, tehdîtkaran, ku bibin mezinên we, dest dirêjî we bikin, tawîzkar nebin, bêdeng nemînin û rê nedin bi tehdîdan, ku we dîzaîn bikin û têxin xizmeta xerabîyên xwe.
Ku hûn bibin xwedîyê helwestek xurt, hûnê bikaribin pêşîya xeraban û xerabîyan bigirin, ku ew xerabî nebin sebebê têkçûna we.
Çîroka Abdullah Ocalan, jina Kurd, miletê Kurd û PKK ev bi xwe ye. Heta ku ji wan hatîye li ser navê kurdan Kurd, jina Kurd pîs û bêxîret kirine. Deng ji şahidê van pîsîya, ji wan kesên ku rû bi rûyî van pîsîyan hatine derneketîye. Dest dirêjî jinê bûye, wê jinê deng dernexistîye. Destdirêjayî veşartîye. Hatîye tehdît kirin û sîyaset li wan hatîye qedexekirin, nava civatê li wan hatîye qedexe kirin,çûne li malên xwe rûniştine û bêden mane.
Abdullah Ocalan, di Med Tv de li nav çavê milîyonan dinêrî û jin û mêrên kurdan pisdikir, kesekî dengê xwe dernedixist. Li xweşîya kesan dihat, ev peyvên Ocalan ku di derheqa jina Kurd de digot;
“Bedena piranîyê jinên kurd mirîye û bêhna mirdarê ji wan tê. Laşê jinên kurd pir cemidîye û pir qaba ne. Hêla jina Kurd a ramanê vingîvala ye. (Abdullah Ocalan)!!
Piştî van gotinan pirtir jinên Kurd bûn heyranê apoçîtîyê!
Çend jinên Kurd gihîştin hev û A.Ocalan protesto kirin?
Çend jinên nav PKK, li henber gotinên serokê xwe derketin?
Çend nivîskar, hunermend û zanayên kurdan ev gotinên A.Ocalan derxistin astek zanistîyê?
Tenê kurdperweran tepkîyek zeîf daye nîşan.
Jina Kurd a nav PKK bêtir gotiye “bijî serok”, Hunermendan li ser “rêber Apo, serok apo” helbest , stran û destan nivîsîne. Hinek kurdan ji bona A.Ocalan agir berdane bedena xwe, daketine qadan û meşîyane.
Yekî bi navê Osman Taşdemir, li ser navê A. Ocalan, çend xetên di derheqa jina Salahattin Demıirtaş de parvekirîye. Pêşî ez vê eşkere bikim, ku Osman Taşdemir bêahlaqîyek mezin kirîye û nayê qebûlkirin. Lê hêlek din a parvekirina vî bêrêzî heye, ew jî, gelo A. Ocalan gotinek wilo kirîye an na?
Heger A. Ocalan gotinek wilo kiribe li ku û li cem kê kirîye? Çima wê wextê kesekî dengê xwe nekirîye?
Divê em adîlbin. Durû nebin. Wexta ku misilman xerabîyê dikin, beşek mezin ji misilmanan bêdeng dimînin û dibêjin “ew ji me ye”(!) Dema ku A. Ocalan û PKK gotinekê dike, an jî tiştekî xerab tîne serê kurdan, Kurd bêdeng dimînin! Ev bêngî sûce.
Leyla Zana bi salan ji xeta Apoçîyan re xizmet kir. Roja ku Apoçîyan ew tehdît kir û sîyaset jê re qedexe kirin, bêdeng çû li mala xwe rûnişt. Ne ev tehdîda ser xwe bi miletê xwe re parvekir û ne jî deşîfre kir û ne jî bitena serê xwe li henber vê tehdîdê derket. Leyla mir, lê tendîdên wan bi “serbilindî” dijî.
Ka çi bûye?
Ma ev civata Kurd, adîl û heqnas li ku ye?
Çima di dema xwe de dengê xwe dernaxe?
Çima durû bûye?
Yên ku hûn bi wan karin, hûn dibin agir-Şêr û bi laşê wan dikevin. Lê li henber xwedîhêzan hûn dibin pisîk û xwe dimelisînin.
Ma eve kurdbûn, helwesta kurdewarî?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.