Sekreterê giştîyê Partîya Komonîstê Kurdistan (Nav bi Tirkîye: KKP) birêz Kek Sînan Çiftyürek, li Diyarbekir daxûyanekî dîrokî da. Piranîya axaftinaxwî bi Tirkî bû (Bi Tirkî maneya paşnavê birêz kek Sînan jî "dû dil" e) di nav me Kurda de, ji mêrxasê sereke re dıbêjin "çar gurçik" Kek Sînan ji wek paşnavêxwe qehreman û mêrxasek dû dile. Bırêz Çiftyürek di daxuyanîyaxwede got; "Hûn dizanin gelê Kurd miletek bindes û mazlûme. Derket holê kû, sedema bındestîya gelê Kurd azlûbû. Jibo jîyanek azad û rizgar pêwîste gelê Kurd di rêç û ronahîya Marksizmê de bimeşe. Sed sale serhildan û tekoşîn di rêça Marksizmê de neşopand,mixabin loma hertim têkçû. Emê gelêxwe bi ronahîya ulmê karker û xebatkara (Marksizm) perwerde bikin bila gelême bi serkeve. Ez bangdikim Kurda, li dîrokê binêrin. Kurd, Serhildan û pêşkêşîya tevayî, bi ditin û eqlê neteweperestî û oli meşandın, hertim têkçûn. Serhildana davî jî di bin serokatîya Evdila Ocalan de destpêkiribû. Evdila, bi destpêkêde di rêça Marksizm de meşîya û gelek pêşveçû. Di 1999 de Evdila hat gırtın, ji dewleta dagerker poşmanî xwest û îtiraf kır. Got; 'Ez di emrê dewletaxwedame. Ez di rêça Mistefa Kemal'de amade me' Mixabin ewjî têk çû. Emê li Amedê dibistana Marksizmê li darxin û gelêxwe di vê rêçê de perwerde bikin kû rizgarbibin." Çiftyürek, Axaftinaxwe bi tirkî berdewam kir. Axaftina wîya bi Tirkî gelek zanistgeri, entelektuelî û bi lîteratura Marksisti lıdarxıst. Em Kurd diwê warêde jibo gelek xizan û nezanın, ev axaftina wîya gelek girîng û pîroz me tiştek fêmnekir.
Ew axaftinê girîng me pir merak kir. Jibo vergera vê axaftinê me sertêdani lı Aqademîsyen, Sîyasetmedar û provokator -pardon- proleter şoreşger ji birêz Doğu Perinçek pirsî. Birêz Perinçek wûha got; "Yoldaş Sinan Çiftyürekte Abdullah Öcalan gibi şu an bizim devrimci çizgimize gelmiş durumda. Kendisini kutluyorum. Proletaryanın öncü devrimci partisi, yani Komünist Parti öncülüğündeki mücadelesini çok değerli buluyorum. Yıllarca ağa, bey ve ayrılıkçı şeyh ve mollaların esareti altında kalmış, her dediklerine itaat ederek cehalet içinde kıvranan Kürt vatandaşlarımıza Marksizmi öğretmek son derece devrimci bir tavırdır. Türk ve Kürt işçilerini gerici Kürt mütegalibe (Ağalar, beyler ve şeyhler) ve ilkel Kürt milliyetçilerine karşı onları bilinçlendirerek, büyük devrimci önder Mustafa Kemal Atatürk'ün yolunda içimizdeki Türk hain ve ajanlarına karşı milli ordumuzun desteğiyle tarumar ederek birlikte bir Turan devleti kuracağımız yakındır-pardon dilim sürçtü- İşçi devletini demek istemiştim" diyerek bizleri bilgilendirdi.
Ev daxûyanîya Kek Sînan, ji Kurdare kelekelekî (heyecanek) mezın li darxist. Kurd jibo amadekirina dibistana Marksizmê êrişê pirtukxanakır. Moderatorê weşanxana Stembolê Atilla Kanadıkırık; "Kürtlerin Marksist eserlere olan ilgisi beni şaşkına çevirdi. Yayınevimiz gece gündüz çalışarak Kapital ve Komünist manîfestoyu basıyor. Buna rağmen yetiştiremiyoruz."
Dıvê hengamê de, gelek rewşê pêkenok ji çêbun. Ez doktorim. nexweşxana kû ez lê dıxebitim li ber deriyê nexweşxanê zilamek sereke serêxwe kirîye nava herdû destêxwe û bi xemgînî serêxwe dihejîne. Min jê pirsi;
-Apo, çima tû xemgînî?
-Apo kurban ez xemgîn nebim wê ki xemgînbe. Jinamin Rewşê, niha livê nexweşxanê lı ber mirinêye.
-Derbasibe gelo çi hewalê jinatebû?
-Ez heyran suçê kitêba ew keşîşê file bû
-Çawa yanî?
-Rewşê jimir got "xwelîya hezar gunda lı serêtebûyo, dıbên li Diyarbekîrê mektebek vedibe. Alimek pir mezin heye, pirtûkêwi jibo zanebûn û xelasîya me Kurda yek bi yeke. Tijî here hê kû ev pirtû xelas nebûye. Çenda jimer jî bîne. Ez çûm, qû ez çi bibînim. Herkes pirtûka ji destêhev diravînin. jıbo kû ez gelek pîrbûm, dû pirtûk dan min. Ez hatım malê. Lı eskerîyê min hinekTirkî hinkiribû. Rewşê got; 'Bixîne û bi kurmanci jimir vergerbike. Min lı pirtûkê nihêrt, pirtûk limin nihêrtin. Min tû tışteki jê fêmnekir. Bi carê yek Rewşê 'De haydê te jimanêxwe xwar?' Ez pir acizbûm 'Kîza bavfile, ka ez tişteki jê fêmnakım kû je tere jî bêjim. Bi wê hêrsê min pirtûkê li alîwî de vırvırand. Pirtûk le serêwe ket û Rêwşê jixweva çû. Min bi lez wê rakir nexweşxanê. Tixtor dibên xweyn girtiye ser mêjîyêwê. Ez pir xemgînim. Sedem Jibo ev pirtûka wî gawurîbû ev tışt hat serême"
Em miletê Kurd, jibo eqlê kek Sinan da me, spasîyaxwe jêre derpêşdikin. Xwûdaye alemê li piştawîbe. Amîn
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.