Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê

Qeter bona Tirkîye\'yê welatekî gellek girîng e, peywendiyên Tirkîye\'yê, taybetî peywendiyên siyasî û aborî bi vî welatî va di astek gellekî bilind da ye.
Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê
Nêrîn Belav bike

Siyaseta Tirkîye\'yê ya derva derbek din xwar; hinek dewletên Erebî dawî li pêywendiyên xwe ên bi Qeterê va anîn.

Qeter welatekî biçûk e, di Kendav\'ê da, lê xwedî hêzek bilind ya aborî ye, dewlemendê neftê ye, di bazirganiyê da çalak e şîrketên wê ên navûdeng hene.

Erebîstana Siudî, Misr, Îmarata Erebî, Behreyn, Lîbya, Yemen û Giravên Maldivên bi hevra biryar stendin, ku bi Qeterê va peywendiyên siyasî, aborî û dîplomatîk bibirin.

Hinekên din jî, wekî Urdin, Maruq û Morîtanya\'yê asta peywendiyên dîplomatîk daxistin.

Qeter bona Tirkîye\'yê welatekî gellek girîng e, peywendiyên Tirkîye\'yê, taybetî peywendiyên siyasî û aborî bi vî welatî va di astek gellekî bilind da ye.

Demek berê nirxandinekê bala min kişandibû, di nivîsê da hatibû gotin, ku \"ger rojekê herikîna pereyên taze ji Qeterê sist bibe, ango kêm bibe, aborîya Tirkîye\'yê dê bikeve rewşek derbend, astengên aborî dê bêhtir bibin û ev jî, li ser deshilatê dê bibe metirsîyek gewre.\"

Em dizanin, ku deshilata AKP\'ê taybetî li ser geşedanên aboriyê ye û ew jî hêza xwe ji pereyên taze digre.

Li Tirkîye\'ye jêderkên dewlemendiyê kêm in, teknolojîya bilind pêşneketiye, di hinek beşan da gav hatine avêtin lê pişesazîyek (endustrî) pêşketî nîne, ên heyî jî ji Cîhana Rojava stendiye, pabend e bi hawirdeyê (îthalat) va.

Îro, di nava hinardeya (îhracat) vî welatî da rêjeya teknolojîya bilind tenê 3,5% ye, ango wekî min got, rêjeyek bilind ya hinardeyê bi hawirdeyê (îthalat) va pabend e; wateya vê, dema rêjeya hinardeyê bilind dibe, rêjeya hawirdeyê jî bilind dibe.

Ango, ev rastî bi me dide zanîn, ku pêdivîya Tirkîye\'yê her dem bi pereyên taze heye. (li Tirkîye\'ye dibêjin pereyên germ)

Welatên herêma Rojhelata Navîn bona deshilata Tirkîye\'yê gellekî girîng in, taybetî Qeter ji ber ku sermayek gellekî gewre li Tirkîye\'yê hatiye razandin.

Qeter bona Tirkîye\'yê çavkaniyek pereyên taze ye, aborîya Tirkîye\'yê bi herikîna pereyen taze doş dibe, ev jî li Qeterê heye.

Peywendiyên Tirkîye\'yê ne tenê li Cîhana Rojava\'yê va xerab bûye, herweha bi dewletên herêmê va jî ne baş e, taybetî bi dewletên Kendav\'ê va, jexin Qeter\'ê.

Bi ya agahdariyên di medyayê da, li Tirkîye\'yê sermayeya Qeterê di astek bilind da çalek e, nêzikî 18 milyar dolar, dîsa bi ya van agahdariyan li cîhanê nêzikî 335 milyar dolar veberhênana wê heye, gellek şîrketên qelaw hatine kirîn.

Peywendiyên Tirkîye\'yê bi Cîhana Rojava va têt zanîn, dest ji Yekitîa Ewrupa nakêşe lê daxwazên yekitiyê jî bicî nîne, bi Dewletên Yekbûyî Amerîka va bi giştî di barê siyaseta Rojhelata Navîn da û taybetî li ser peywendiyên bi Hêzên Surîya Demokratîk û ji ber hinek sedenmên din, ên wekî Fetullah Gulen û Reza Zarrap jixwe ne di astek xweş da ye, bi Federasyona Rusya\'yê va jî, herçiqas li ber medyayê peyamên \"xweş\" tên dayîn jî rastî ne wiha ye.

Pêywendiyên bi Îranê va konjuktûrel in, carina xweş carina ne xweş in.

Ambargoya li ser Qeterê ne tenê pêywendiyên Tirkîye\'yê di hêla aborî da dike rewşek derbend, herweha di hêla siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê da jî pirgirêkên mezin dê rû bidin.

Li Rojhelata Navîn dewletên ku piştevanîya, taybetî Hamas û Îxwanê Misilman dikin tên zanîn, Qeter û Tirkîye\'yê di vê siyasetê da hem fikir û hem siyaset in.

Jixwe, sûcdar kirina Qeterê yek jî ev e, ku \"çendin car hişyarî dabin jî, wê dest ji piştevanîya Hamas û Îxwanê Misilman berneda ye.\"

Têt zanîn, ku piştevanîya Hamas û İxwanê Misilman di heman demê da piştevanîya tûndîya li herêmê ye û taybetî el Qaîde û el Nusra yê.

Di vê siyesetê da Qeter û Tirkîye\'yê siyasetek hevpar dimeşînin, taybetî di siyaseta Suriye\'yê da, ku tawabariyên gellekî ciddî hene daku çavkaniyên aborî ji qeterê tên.

Pirsek gellekî gengaz têt bîra mirov, gelo ewqas çek û teqemenî û herweha bi deh hezaran terorist bi kîjan pereyan amede dibin?

Pirsek girîng e, ji ber ku ger piştevanîyek aborî nebûya rêxsitinên terorist ewqas liber xwe nedidan, ewqas xerabîyên mezin nekanibûn bikin.

Gellek caran hatiye dîtin, ku piştê demekê di navbera piştevanên terorîstan da jî pirsgirêkên mezin rû didin, îro em vê dibînin.

Mahmut Kilinc

07.06.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:14:00

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin