Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e.

Li herdu welatan siyasetvan ketina rewşa kijika perbelek, xwe virda wêda davêjin, peyamên çavtirsandî didin, gefan dixwin daku rêvebera başûrê Kurdistan'ê ji biryara xwe vegere.
Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e.
Nêrîn Belav bike

Biryara rapirsînê bû sebebê bertekên fireh, lê bertekên ku dihatin payîn, taybetî ji Tirkîye'yê û ji Komara Îslamîya Îran'ê.

Di eslê xwe da, rapirsîn ne, encamên wê sawê dike dilê herdu dewletan.

Ango, ev ne li dijî rapirsînê ne, ev li dijî encamên wê ne, ji ber ku ew jî dizanin gelê başûrê Kurdistan'ê, çi Kurd, çi Tirkmen, çi Aşûrî û Kildan bin, herweha çi Misilman, Xiristîyan, Kakaî, Şebek û Êzdî bin, piraniyek mezin dê bêjin "ERÊ".

Herweha, bangê piştevanîya hemû Kurdên seranserê cîhanê jî têt bihîstin.

Ango, encama rapirsînê ji îro va eşkere ye, ev jî, rêjeyek mezin "ERÊ" ye, gava yekem ya serxwebûnê ye.

Hinek dewletên herêmê, taybetî Îran û Tirkîye'yê ji ber encamên rapirsînê, ji îro va ketine nav şayîşan, encamê rapirsînê bona paşeroja welatên xwe metirsî dibînin.

Li herdu welatan siyasetvan ketina rewşa kijika perbelek, xwe virda wêda davêjin, peyamên çavtirsandî didin, gefan dixwin daku rêvebera başûrê Kurdistan'ê ji biryara xwe vegere.

Heçkû, rêberên başûrê Kurdistan'ê, di dema ragihandina biryara rapirsînê da li rayagiştî ragihandin ku ev biryar ne dijî ti dewletan e.

Ez bawerim we jî dê dîtibe, du daxwazên sereke hene di peyamên Îran û Tirkîye'yê da, wiha dixuye ku wekî hemû siyaseta di barê Kurd û Kurdistan'ê da, di berteke dijberîya biryara rapirsînê da jî siyasetek hevpar dimeşînin.

Peyamên hevpar ên Îran û Tirkîye'yê; yek, yekgirtina axa Îraqê ye; du, daxwaza hemahengîya di navbera Bexdat û Hewlêrê da ye.

Ango, ew daxwaz dikin ku axa Iraq'ê yekgirtî bimîne û dîsa ji Hewlêrê daxwaz dikin ku bi Bexdat'ê va bişêwire bila ew destûrê bide!

Qey ew nizanin ku Bexdat dê destûrê nede, jixwe dixwazin li pêşîya bicîkirina biryara rapirsînê asteng bin, ji ber ku ji encamên wê ditirsin.

Herdu dewletên ku qaşo bi hestyarî banga yekgirtina axa Îraq'ê dikin, herdu dewletan jî bi gellek hêlan va destê xwe hata dawî kirine nava karûbarê Iraq'ê û ewlehîya wê ketiye nav xeterek mezin.

Qasim Silêman li Iraqê çi digere, Haşda Şebî bi pere û derfetên kê hat pêkanîn, yekinêyên Tirkîye'yê li Iraqê çima bicî bûne, gelo daxwazên Tirkîyê li ser Musil û Kerkûkê rewa ne?

Bawerim ew herdu dewlet naxwazin rastîya Iraq'ê bibînin, ji ber ku ji sala 2003an va divêbûya heta sala 2007an rewşa navçeyên li dervayî herêma Kurdistan'ê bihata normalîzekirin û paşê, rapirsîn li van navçeyan bihata sazdan, mixabin nebû, îsal sala 2017an e hêj Bexdat genim li werês dike.

Heçkû, nomalîzekirin û li van navçeyan rapirsîn xalek serdest ya makezagona Iraq'ê ye, xal 140 e.

Mixabin, herdu dewlet naxwazin rewatiya rapirsînê û mafêçarenivîsi yê neteweya Kurd bibînin, heçkû îro rapirsîn û serxwebûna Kurdistan'ê yekser bi ewlehîya Kurdistan û herêmê va pabend e.

Jixwe, gellek derdorên ne Kurd û ne Misilman, ku piştevanîya rapirsînê serxwebûna Kurdistan'ê dikin, yekser ji ber vê rastiyê ye ku ewlehîya wana bi ewlehîya Kurdistan'ê va pabend e û ew jî vê rastîya li ser erdê baş dibînin.

Neteweya Kurd, her çiqas di hêla olî da xwedan bawerîyek xurt e, lê ger bi serê xwe bimîne, ango nekeve bin çewsandina Erep û Tirkan, ewqas jî civatek sekuler e, kêmjimarên ne Kurd û Misilman jî dikanin li Kurdistan'ê di nav ewlehîyê da bijîn, ev ceribandinek serketî bi salan e.

Kurdistan welatê bihevra jîyanê ye, divê em ti cara rê nedin ku bawerhişkî (teesup) li welatê me serdest be û civakê bike bin bandora xwe.

Wekî têt hêvîkirin, bi bawerîya min jî bi rêjeyek gellekî bilind bi dengê "ERÊ" rapirsîn dê biserkeve.

Serketina rapirsînê bi rêjeyek bilind dê rê li ber serxwebûnê, xevna hezaran salan veke, ango li hêlekê, dengê alîgir û piştgirên rapirsînê bilind û xurt dike, di hêla din da, ewqas jî zimanê dijminên rapirsîn û serxwebûnê qut dike.

Ji ber vê, me divê bi yekdengî, bi çalekî û bi reftarek fireh piştevanîya rapirsînê bikin, ewqas jî encamên wê bişopînin û li ser rêveberîya başûrê Kurdistan'ê karîger bin, daku encamê rapirsînê bisepînin û bicî bikin.

Divê, em ti caran rê nedin, ku encamên rapirsînê bêt asteng kirin, biryara hat stendin, tîr ji kovanê derket, êdî bi paşve veger nabe.

Ji peyamên rêveberên başûrê Kurdistanê dixuye, ku giringî û metirsiyên rapirsîn û serxwebûnê têt zanîn, serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî wiha dibêje; ‘’Eger ez bi temamî piştrast nebim ji babeta serxwebûnê, ku tiştek gelek cidî ye û berhemên xwe dê hebin, ez çawa dê rîskeke waha bidim berçav û çarenivîsa gelê kurd bixim metirsiyê?’’

Mahmut Kilinc

13.06.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5944 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:45

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin