Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand

Rastiyek heye ku dewleta Tirk her dem li ber çareseriyê bûye asteng, mixabin ev bedêla alîkarîya ketina Anatoliyê ye, lê îro tiştê em dibinin yekserî dijminî ye.
Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand
Nêrîn Belav bike

Nizikî hezar salin ku Tirk hatine herêmê, berê li herêmê Kurd û hinek gelên din hebûn, rastiyek dîrokî ye ku herêma Kurdistanê welatê bavûkalên Kurdan e.

Kurd her li herêmê bûn, ne ji Navenda Asyayê, ne ji Navenda Ewrupa û ne jî ji Navenda Afrika hatin.

Ger Kurdan alîkarîya Selçûkîya nekira, nikanibûn bikevin Anatoliyê, dibe ku îro Neteweya Kurd bedêla vê xeletiyê dide.

Dixwazim aneknotekê bejim; sal 1984 e, Celal Talabanî bi grupek hevalên xwe va li bende ye ku ji Bexdadê şandek were û li Silimaniyê bona çareseriyê ligel hev rûnin, li şûna şandê jeepek eskerî têt û du efser peya dibin, dibêjin li benda şandê nebin, ev naye ji ber ku Tirk qayîl nebûye.

Rastiyek heye ku dewleta Tirk her dem li ber çareseriyê bûye asteng, mixabin ev bedêla alîkarîya ketina Anatoliyê ye, lê îro tiştê em dibinin yekserî dijminî ye.

Heta îro çendin serdarên Selçûkî, Osmanî û Tirk serwer bûn, gellek padîşahên Osmanî hatin ser, di dewra Komarê da ji kemalîsta bigre heta îro çendin kes bûn desthilat, lê kêsî wekî îro bi vekirî êriş nebir ser Kurdan û bi kuştina law û keçen Kurdan kêvxweş nebûn.

Dewleta Tirk bi amancê pişavtina gele Kurd hewlên fireh û bilind dan, roj hat Kurdî hat qedexekirin, bi damezrandina Komara Tirk netweya Kurd hat înkarkirin, lê di ti deman da li dijî gele ewqas bi eşkereyî dijminî nebû.

R. Tayyip Erdogan di reşandina tovê dijminêyê da bi ser ket, heçkû bi amancê desthilata xwe dikanibû serî li hinek rê û rêbazên din bide.

Jixwe roja ku bi Partîya Bizava Neteweperest (MHP) va hevkarî û guhdarîya serokê giştiyê vê partiye Devlet Bahçeli kir, eşkere bû ku bi hinceta “teröre” dê dijminîya gele Kurd bike.

Gotinek heye dibêjin, “ger rêberê mirov qirik be pozê mirov ji pîsîyê dernekeve”, rêvberê Erdogan jî Bahçeli ye.

Tiştê ku heta îro kesî nikanibû bike serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan kir: Di navbera civata Kurd û Tirk da tovê dijminiyê reşand, îro li seranserê cîhanê piranîya Kurdan Dewleta Tirk dijmin dibînin.

“Korîdora teröre”

Berî êrişa li ser Efrînê jî derdorên desthilatê û medyaya Tirkîyê dijminîya Kurdan dikir, li rojavayê Kurdistanê bi amancê pêşîlêgirtina tecrîda li ser Efrînê, şikandina dorpêçê ji hela Kobanî va hewildanek hebû, lê Tirkîyê bi operasyona Mertala Feratê heta el Babê çû û pêywendîya di navbera Kobanî û Efrînê da asteng kir.

Efrîn di bin dorpêça da ma, Tirkîyê jî hewla şikandina dorpêçê wekî “koridora teröre” bi nav kir, heçkû amanc şikandina dorpêça li ser Efrînê bû.

Dema hinek kesan digotin “koridora Kurd”, yên li gel wî/wê hişyar dikirin ku “nebêje koridora Kurd bejê koridora teröre”.

Wekî dorpêçkirin nebes be, li ber çavên hemû cîhanê, Ji ber êrişa Tirkîyê gelê Efrînê trajedîyekê mezin dijî, bi dehan çekdar û sivîl hatin kuştin û bi sedan kes birîndar û bi deh hezaran kes koçber bûne.

Tapxane û firokên dewleta Tirk gund û bajarokên Efrînê bombebaran dikin, bi ya nûçeyan piranîya qurbanan ji ber van bombebarana firokan jîyana xwe dest dane.

Firokên şer bombeyan dibarînin, li jêr di destê çekdaran da tenê çeken sivik hene, lê cîhan li hemberî vê bêhevsengîya hêzê bêdeng e.

Konreya Sochîyê

Divê nûnerên Kurdan beşdarê konferansa Sochî nebin, heta ku firokên şer li ser Efrînê bombedibarînin divê kurdek jî beşdarê Konferansê nebe û vê helwesta xwe jî bi Rusyayê rabigihînin.

Her kes baş dizane, ku Rusya destûrê êrişê da Tirkîyeyê, him destûrê bide bila firokên şer sivîlan bikujin, bi deha hazar kes koçber bibe û wekî tiştek nekiribe nûnerên kurdan vexwîne kongreyê, bi kîjan rûyî?

Divê siyaseta her çar parçeyên Kurdistanê da di vê mijarê da ronahîbe û li rayagiştî eşkere bike heta ku êriş li ser Efrînê hebe Kurd dê beşdarê nebin, kesên ku beşdar bibin jî dê ne li ser navê Kurdan bin.

Mahmut Kilinc

29.01.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 4006 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:59:18

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin