Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê)

"Xetera beka"yê, an "pirsa bekayê"; ango metirsîya li ser paşeroja Tirkîye'yê, bewerim we jî dê gellek caran ev herdu peyv ji siyasetvan, hinek rojnameger û "entelektuelên", qaşo rewşenbîrên Tirk bihîstibe.
Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê)
Nêrîn Belav bike

"Xetera beka"yê, an "pirsa bekayê"; ango metirsîya li ser paşeroja Tirkîye'yê, bewerim we jî dê gellek caran ev herdu peyv ji siyasetvan, hinek rojnameger û "entelektuelên", qaşo rewşenbîrên Tirk bihîstibe.

Piştê qeyrana Suriye'yê, taybetî piştê bihêz bûna PYD/YPG'e û pêgeha rojavayê Kurdistan'ê ev herdu peyvên ku siyasetvan di axaftinên xwe da cendin car dibêjin di guhê me da zêde deng vedidin.

Bi ya kesên ku van herdu peyvan dibêjin, bi bawerîya wana li ser paşeroja Tirkîye'yê metirsî heye û ew gehêştiye asta man û nemanê!

Di vê dîtina xwe da jidil in, an ne, bê guman ev gengeşîyek din e.

Çi ye xetera li ser paşeroja Tirkîye'yê, çima xeterek wiha di astê man û nemanê da rû daye?

Kîjan dewlet an hêz e ku li ser paşeroja Tirkîye'yê dibe xeterek ewqas mezin û paşeroja vî welatî dike nav xeterê?

Gelo Komara Tirkîye'yê li ser hîmekî ewqas lerzokî hatiye damezrandin, ku bi Qeyrana Suriye'yê tûşî man û nemanê dibe?

Li Suriye'yê çi bû, çi qewimî ku bi Qeyrana Suriye'yê xeterek weha mezin rû da?

Mirov dikane gellek pirsên wiha lipeyhev rêz bike.

Ka di dibistanan da, di hemû rojname û telewizyonan da, li hemû zankoyan û di civînin siyasî da, heta di ên çandinî da jî bi dehan caran hevoka "Komara Tirkîyê dê heta heta bijî" çendin car dihat/têt dubare kirin.

Ka ricikên dewleta îro bi hezaran sal dirêj dibû, şesedsal Dewleta Osmanî, berê wê Selçukî û îro jî, sedsal e Komara Tirkîyê, gelo ev xeterek çawa ye ku vê dewletê dike li ber man û nemanê?

Heta Qeyrana Suriye'yê û taybetî, berçavbûna pêgeha rojavayê Kurdistan'ê me ji rayedarên vê dewletê bangê xeterek wiha nebihîsti bû.

Berçavbûna pêgeha rojavayê Kurdistan'ê, rewatîya doza neteweya Kurd li cîhanê û peywendiyên bi hêzên navneteweyî va, taybetî bi dewletên zilhêz va xêrnexwazan dilerizîne, jibera (ezber) wana tevilhev dike.

Xof a xêrnexaziyê û derewan tiştekî wiha ye.

Siyaseta dewletên dagirker, pêşeroja wana li ser înkarkirina neteweya Kurd hatibû damezrandin.

Bi ya siyaset û bernameyên van dewletan divêbûya neteweya Kurd dernekeve ser dîka cîhana îro, her li ber pişavtinê (asimîlasyon), helandin û tinekirinê stûyê xwe xar bike û bi qedera xwe razî bibe.

Lê cîhan, taybetî Rojhelata Navîn wekî hêvîya wana viz nebû, lênehat; îro bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk da gavên dîrokî tên avêtin, tîrijkên azadiyê berbanga Kurdistan'ê ronahî dike.

Rêveberên Tirkîye'yê di rojên dawî da ketine nav keftûleftekê; ew dewlet ya te, ev dewlet ya min digerin û daxwaza pêşî lêgirtina pêgeha Kurd dikin.

Gelo karekî weha bona bîst milyon Kurdên bakurê Kurdistan'ê, ku ew qaşo hemwelatiyên vê dewletê ne, têt çi wate yê?

Lê ne xem e, her roj li ber bîst milyonan ji karên dijminahî û qirêj xwe nadin paş.

Gelo em wateya vê gotinê çiqas dizanin, ku li Rojhelata Navîn bihêzbûna pêgeha neteweya Kurd, taybetî li rojavayê Kurdistan'ê qaşo xeterê dixe ser paşeroja Tirkîye'yê.

Çima derketina ser dîka dîrokê dibe xeter li ser paşeroja Tirkîye'yê?

Heçkû, li Tirkîye'yê nêzikî bîst milyon serjimar Kurd dijî, baçê didin, di hilbijartinan da deng didin, eskerîyê dikin, heta hinek ji wana dibin "korucî" û hemû peywirên yasayî bicî tînin, lê rêveberên dewletê, her siyasî, borukrat, "entelektuel" û parek "rewşenbîr" li Rojhelata Navîn bihêzbûna pêgeha Kurd wekî xeter dibînin.

Ji ber peywendiyên DYAyê bi PYD/YPGê ra, "rewşenbîr" û medyaya vî welatî bûye qijika perbelek, xwe virda wêda davêjin, şîroveyên xeyalî lipaşhev rêz dibin, lê rastî naye veşartin.

Ew jibîr dikin, rayedarên Tirkîye'yê divê zanibin, ku cîhan li ser qiloçê Tirkîye'yê viz nabe, wekî îro rojek dê bêt, wekî îro, li herêmê berjewendiyên dewletên bihêz bi ên Kurdan va li hev diguncin.

Belê, îro berjewendiyên neteweya Kurd û Cîhana Rojava lihev diguncin, ez bawerim Tirkîye'yê dê rastîyê bibîne, bibe nebe dê li ser siyasetek rasyonel gav bavêje û xwe ji serdanên serneketî, ji fîyaskoyan biparêze.

Mahmut Kilinc

17.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 7367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:01:28

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin