Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Her eskerekî bav û dayîkek wî heye

Di hela din da, Ciyayê Kurmênc, Efrîn ketiye ber êrişên artêşa Tirk û hevkarên wê, bi dehan serbaz û hevkarên wê tên kujtin, lê ti kes hesêb napirse, rikeberî (muhalefet) jî dewsa ku hesêb bipirse rê li ber êrişan rast dike.
Her eskerekî bav û dayîkek wî heye
Nêrîn Belav bike

Ji generalekî Îsraîlê pirsîyane, “gelo hûn başûrê Lubnanê bi firokên şer bomberan dikin, lê hêzên bejayî naşînin çima?”.

General bersivê dide, “ger em ne neçar bin êrişên bejayî nakin, ji ber me eskerên bêbav û dayîk tine ne”.

Belê li Îsraîlê her eskerekî bav û dayîkek wî heye, roja ku hikûmet wî bişîne şer û ew bêt kujtin, divê hikûmet bi berpirsyarîya kujtina wî rabe û di barê kujtina wî da malbatê rast agahdar bike, bi kurtî hesabê kujtina wî bide.

Di hela din da, Ciyayê Kurmênc, Efrîn ketiye ber êrişên artêşa Tirk û hevkarên wê, bi dehan serbaz û hevkarên wê tên kujtin, lê ti kes hesêb napirse, rikeberî (muhalefet) jî dewsa ku hesêb bipirse rê li ber êrişan rast dike.

Li Tirkîyê jî her eskerekî bav û dayikek wî heye, lê malbat yên din jî dikin “qurbana welêt”, bi çoş û peroşek bilind lawên xwe dişinin eskeriyê.

Li Tirkîyê mirov erzan e.

Heta îro bi hezaran eskerên Tirk di şerên neheq da hatin kujtin, ne hikûmetê hesabê kujtina wana da û ne jî malbatan hesabê kujtina lawên xwe xwest.

Destê xwe li ber vekirin hikûmetê çi da yê pê qayîlbûn û bêdeng man.

Bi ya hikûmetê hemû şehidin, hemû “hesenên henekirî” ne!

Di ola Îslamê da her kujtî nabe şehit, bi ya Îslamê: kesên ku nefsa xwe teslîmê Xweda kiribe û di rêya Wî da hatibe kujtin, an di ber welat û namûsa xwe da hatibe kujtin şehit e.

Ti pêywendiyên êrişa li ser Efrînê têkoşîna bi rêya Xweda va tine ye, ti kesî êrişî ser axa Tirkîyê jî nekirîye, ax û namûsa hemwelatiyên Tirkîyê neketiye ber xeterê.

Di çanda ola Îslam da şehadet pileyek taybetî û bilind e, mixabin li Tirkîyê ev pile bona manîplasyonê bi kar têt.

Terorizm çi ye û terorist kî ye

Di qada navneteweyî da pênaseyek hevpar ya terorizme tine ye, hinek dewlet di çarçoweya berjewendiyên xwe da pênaseyê terorizmê dikin, heçkû li dijî terorizme gellek peyman, beyanname û rêkevtin hatin îmza kirin.

Di nava hiqûka Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Konseya Ewrupa da, taybetî di mijara terorizme da peyman hene, li dijî terorizme peyman hatine imza kirin, ji dest vê her çiqas pênaseyek hevpar tine be jî di barê terorizme da hevdîtinek heye.

Dîsa jî mirov dikane pênaseyek hevpar bike, bi ya min: “Dewletek, hêzek an grupek, bona armancên siyasî, olî an ekonomik bi mebesta şikandina berxwedana gelekî, li dijî kesên sivîl, rêveberên gelenperî û herêmî çewsandin, tirsandin, bizdandin û bi kar anîna tûndiyê teror e, kesên vî sûcî dikin jî terorist in”.

Ger dewletek vî sûcî bike, ev dibe terora dewletê û ew dewlet jî dibe dewletek terorist.

Peyva terore jî di roja îro da bi amancê manîplasyona civakê bi kar têt, her roj bi dehan rojname û telewîzyon bi amancê berhêlîkirina civakê bernameyên taybetî diweşinînin.

Îro, pir bi hêsayî rayedarekî dewletê dikane hêzekê, grupekê, an mirovekî wekî terorist sûcdar bike.

Cirma zerar û zîyana Efrînê.

Artêşa Tirkîyê û çekdarên hevkarên wê zirar û zîyanek mezin gihandine herêma Efrînê, him gund û him jî mal û milken şêniyê herêmê her roj bi firok, top û tankan tên bombebaran kirin.

Ev cirm ket stûyê êrişkaran.

Bê guman, di encama van êrişan da gellek kesên sivîl ku di nava wana da jin û zarok jî hene jîyana xwe ji dest dan / didin.

Bi ya nexweşxaneya Avrînê heta îro 148 sivîlan jîyana xwe ji dest dana, bê guman şehit ev in, 386 kes jî birîndar bûne.

Bombebarana firok û topên artêşa Tirk zîyanê didin hinek dam û dezgehên jîndarî jî, bo mînak du rojan berê parzûngeha ava vexwarinê ya Efrînê hat topbaran kirin.

Herweha, bi bombebaran û topbaran kirinê binesazîya herêmê têt xera kirin.

Bezirganî mir, berhemanîn û zîraat sekinî.

Bi encam zirar û zîyanek mezin, ango cirmek mezin rû da, gelo dê çawa bibe?

Tirkîyê endamê Konseya Ewrupa ye û Protokala Serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan jî îmza kirîye, her çiqas Suriyê ne endamê Konseya Ewrupa be jî divê rêyek hebe.

Tirkîyê di qada navneteweyî da bi tene ma û xwe xist bin cirmek gellekî giran, bê guman di encamê da ewê bedelê vê xerabîyê bide.

Mahmut Kilinc

08.02.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:55

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin