Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin?

Bi salan rewşa siyasîya rojavayê Kurdistanê bû beniştê devê dîplomasîya Tirk, di qada navneteweyî da. Nuha mafê me heye, ku em bipirsin gelo kî dê berdêla vê karesatê û wêrankirinê bide?
Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin?
Nêrîn Belav bike

Ewil dagirîya Kirkûkê û îro jî ya Efrînê, di sedsala bîstyekemîn da bona neteweya Kurd karesat û birînek kûr e û herweha, fêla dewletên dagirker û encama dijminîya wana dîyar dike.

Mixabin êriş, dagirkirin û talankirin bûye pîşeya dagirkeran.

Wêneyên talankirina Efrînê di torên medyayê da cih digrin; kesên ser bi “Artêşa Azada Suriyê”va dikevin nava xanî, dikan û firoşgehan hema çi bi ber deste wana ket hembêz dikin û dibin.

Netênê tiştên di dikanan da herweha, makîne û traktorên Efrînîyan jî dikevin ber talanê.

Bêguman, ev talankerî li ber çavên Artêşa Tirk diqewimin, lê ger bi xwe nekin jî rastiyek heye ku ji vê wêrankerî û talankerîyê Tirkîyê berpirsyar e.

Tirkîyê endamê Konseya Ewrupa ye dê çawa di bin vî barî da derkeve, bi sedan kes hatin kujtin, gund û bajarokên Efrînê hatin rûxadin, talankirin herweha û bi giştî, mal û milkê niştecihên herêmê zirarek mezin dîtin û hê jî dibînin.

Mixabin, cîhan li hemberî dagirîya Efrınê û kujtin, wêrankirin û talankirinê bêdeng e, weha dîyar e ku ev bêdengî dê heta kîçax bidome ne dîyar e.

Nirxên mirovî, gotinên demokrasi, hiqûk û dadmendiyê sêwî man, ti kes jê xwedî derneket, heçkû berî çend mehan rayedarên Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û dewletên Ewrûpî behsa qehremanîya şervanên Kurd dikirin.

Rastiyek heye, ku ger Pêşmerge û şervanên Kurd nebûna têkoşîna li dijî DAEŞê di demek ewqas kurd da bi sernediket, pêşîya xeterê nedihat girtin û herweha, bi giştî Cîhana Rojava dê bedelên giran bidana, ango bi gotinek din Kurdan xwe dan ber bedêlên giran.

Kurdan xwe dan ber bedêlên giran, lê “hevkarên” wana keriyên diz û lûmpenan dan ber xwe û welatê Kurdan wêran û talan kirin.

Gelo emê çawa ji vê dorpêçê, ji neyênîya jeopolitîka Kurdistanê û herweha, ji vê medorê (eşkele, mengene) rizgar bibin, bi sedan sal in ku Têkoşîna Azadiyê didome, bi sed hezaran qurban hene, hê jî ciwanên Kurd xwîna xwe dirêjînin.

Ez ne bawerim, ku bi dagirîya Kirkûk û Efrînê her welatparêzekî Kurd dilkeser nebe, nekeve ber pêla xwemginîyek kûr.

Lê bele, dilkeser bûn, xemginî tenê ne bes e, di cihana îro da du tiştên girîng hene ku em divê bibinin, di têkilî û tevgera xwe da rasyonel bin.

Yek ji vana, cihana îro ne wekî cihana sed salî berê ye, dema ku pişte Şerê Yekem, herweha pişte Şerê Duyem, pir mixabin neteweya Kurd ji parvekirinê bêpar ma, bêguman di vî tobloyî da hewesên emperyal yên dagirkeran cihekî girîng digre, lê ji vê girîngtir neyekrêzîya nava mala Kurdî bû.

Berê di navbera dewletan da ewqas beramberê hev pabendî tine bû, lê îro ne weha ye hemû dewlet li hêlekê di nava saziyên navdewletî da bihev ra cih digrin, di hêla din da li ser berjewendiyên hevûdin karîger in.

Dîsa, carek din Şerê Sar dest pêkir, ev têt wê wateyê ku têkoşînek, daxwazek û mafek pir bi gengazî dikane bêt fetisandin û firotin û herweha, li hemberî êrişên hovane mafxwaz bi tenê bêt hiştin.

Ji dest vê, divê em şert û mercên cîhana îro, peywendiyên di navbera dewletan da û herweha bandora saziyên navdewletî di astek rasyonel da bibinin, bi qasî derfetên xwe hesabê xwe bikin.

Bila ji bîra me neçe, di qada navdewletî da em bêkes in, heta ku pêdivîya berjewendiyên wana nebe ti kes bona me gotinekê jî nabêje, mînakên Kirkûk û Efrînê ev rastîya navdewletî dîyar kirin, bêguman ez behsa dewletan û hêzên serdest dikim, berevajî grup, partî û derdorên bêhêz dost in, lê li ser peywendiyan ne kartêkerin.

Ya dudîyan û ya herê girîng, nebûna yekrêzîya nav mala Kurdî ye, mixabin di kêşeyên neteweyî da jî hesabên hizbî û keseyatî giran dikşînin.

Di destpêkê da divê ez bêjim, ku heta di nav mala Kurdî da yekrêzî nebe, li ser pirsgirêkên neteweyî yek helwestî nebe, ango hêzên Kurdî azadîya welêt û neteweya xwe nekin ber hewesên desthilat û berjewendiyên hizbî û keseyatî, rewşa me her dê weha be û li ber nûçeyên kujtin, rûxadin û talakirinê xulkê me dê her teng bibe.

Mînakên herê balkêş, Kirkûk û Efrîn in, ji xwe bipirsin ger li başûrê Kurdistanê taybetî pêywendiyên Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê li ser mijarên neteweyî yek helwest bûbûna em dûçarê karesata Kirkûkê nedibûn.

Dîsa ger li rojavayê Kurdistanê TevDem û ENKSê gurê Peymana Duhokê bikirana, li rojavayê Kurdistanê bi hevra kar bikirina û desthilat parve bikirina, Tirkîyê nedikarî êrişî Efrînê bike.

Bi salan rewşa siyasîya rojavayê Kurdistanê bû beniştê devê dîplomasîya Tirk, di qada navneteweyî da.

Nuha mafê me heye, ku em bipirsin gelo kî dê berdêla vê karesatê û wêrankirinê bide?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3683 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:15

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin