Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye.

Di destpêkê da min divê bêjim, ku neteweya Kurd dê kesên şehît bûyî jibîr neke, xwîna wana dê heder nebe, herweha kesên birîndar ra tenduritîyek zudem hêvî dikim.
Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye.
Nêrîn Belav bike

Dagirîya Kirkûk û Navçeyên Dervayî Rêveberîya Herêma Başûrê Kurdistanê (NDRHBK), ji Şingalê heta Mendeliyê, wekî her welatparêzekî ez jî kesirîn (qehr bûn) û dilşikestî kirim.

Bipaşve vekişîn û valakirina sengerên Pêşmerge, ku bi fermana hinek rêveber û keseyatiyên di nava Yekitîya Niştimanîya Kurdistanê da (YNK), daku navê Bafil Talabanî û Lahur Talabanî têt gotin, kesir û dilşikestîya min duqat kir.

Di destpêkê da min divê bêjim, ku neteweya Kurd dê kesên şehît bûyî jibîr neke, xwîna wana dê heder nebe, herweha kesên birîndar ra tenduritîyek zudem hêvî dikim.

Wekî cigirê serokê başûrê Kurdistanê Kosret Resûl Alî dibêje ev, bona neteweya Kurd, bona başûrê Kurdistanê Enfalek e, karesatek neteweyî ye, di encama vê karesatê da li herçar parçeyên Kurdistanê çoş û peroşa ku di encama rapirsînê da rûdabû, mixabin şûna xwe li xemginî û endîşeyek kûr ra berda.

Bê guman, sedemên vê karesatê cûda ne, lê du sedemên vê yên ronahî û aşkere hene, yek ji vana û bi bawerîya min ya herê girîng neyekrêzîya nav mala Kurdî ye, ku rehên wê ji dîrokê nêzik tên û bi berjewendiyên îro va yên kesayetî, malbatî mixabin rengekî “dijminahî” digre; bi kurtî, ranta siyasî û aborî vê derzê xetertir dike.

Ya din komplo û programek navneteweyî ye, ku Tirkîye û Komara Îslamîya Îranê hikumeta Bexdadê han dan, gij kirin, jixwe Heşde Şeibî xwe amede dikir û sala têt li Îraqê hilbijartin hene, dibetiyek gellekî bilind e ku Heyder Ebadî hesabê hilbijartinê kir, wekî “qehremanekî” di hilbijartinan da beşdarbûn li hesabê wî hat.

Di nava siyaseta Iraqê da wenda kirina Ebadî li hesabê herdu dewletên zilhêz, ku îro ewan bihevra Herêma Rojhelata Navîn dizayn dikin, ango li hesabê Dewletên Yekbûyî Amerîka û Federasyona Rusya nehat, ji ber ku peywendiyên Ebadî bi qasî yên din, bo mînak Nurî Malikî bi Îranê va ne germ in.

Çendin car me xwend û bihîst, ku hemahengîya siyasî ya navxweyî Îraqê bona DYA gellekî girîng e, di vê hemahengiyê da nêzikbûna Îranê cîhekî diyarker digre.

Heta di peyamekê da berpirsyarekî DYA ji rêveberîya başûrê Kurdistanê dixwest, ku “li Ebadî ra alîkar bin, bila sala têt ew wenda neke.”

Bi bawerîya min, di destpêkê da DYA ji êrişê haydarbû û hesabê encamên wê jî dizanibû, ji ber ku di navbere Pêşmerge û Heşde Şeibî û Artêşa Îraqê da bêparsengîya hêzê hebû û wê arteşa Iraqê çekdar kiribû, di dest da çekên giran hebûn û hemû jî çekên ji Amerîka bûn.

Ger bixwesta ev karesat bi ser neteweya Kurd va nedihat, DYA dikanibû pêşîya êrişê bigre, lê negirt û hay ji hevkarên Kurd ku bi Bexdadê va lihevkirî hebû, heta ez dikanim bêjim ku ewên ku bi Bexdadê va lihevkirin, dibetîyek xurt e ku berpirsên DYA yên li herêmê berê biryara xwe dê agahdar kiribin.

Mebesta min ne ev e ku hemû berpirsyariyê bidim ser milê DYA, ji ber ku rêveberîya Başûr ev bêparsengîya hêzê ku di navbera Pêşmerge û Heşde Şeibî û Artêşa Iraqê da heye dizanî, dikanibû du tiştan bike; yek, rabiganda ku ewê şer neke, an jî berxwedanek fireh dê bikira û bi qehremanî berevanîya NDRHBK bikira.

Him banga berxwedanê bike û him jî bipaşve vekişê ev naye fam kirin, ku di hundirê çend demjimêran da hemû navçe ketin bin destê êrişkaran, mixabin wana bi nirxên neteweyî sivikayî û heqaret pê kirin.

Wekî di sernivîsê da hat gotin, ev karesatek (bêtarek) neteweyî, lê ne dawîya her tiştî ye.

Me Kurdan kêmayîyek berbiçav heye, em bes li dîroka xwe ne haydar in, bona roja îro dersan nagrin, mînakan dernaxin, mixabin dijminê xwe jî şa dikin.

Di her serdemên dîrokê da pirsên neteweyî bi yekrêzîya siyasî çareser bûne, lê yekbûn, an yekrêzî ne ûtopya ye, berevajî di encama aqlek û siyasetek rasyonal da teşe digre.

Yekrêzîya siyasî, di pirsên neteweyî da lihevguhdarî kirin, rêz li dîtinên hev girtin e, lê bi şertekî ku ev jî pîvanên welatparêzî, niştimanperwerî ye.

Hêz û kesên ne welarparêz û niştimanperwer, divê di pêvejoyên neteweyî da cî nebînin, di biryarên netweyî da navê wana tine be.

Peywendiyên demokratîk berpirsyarîya (mesûlîyet) xwe heye, wate ne ev e ku di mijarên neteweyî da guhdarîya hêz û kesên newelatparêz bikim.

Kirkûk û hemû NDRHBKê layek ji welêt in û bi her avayî gellek girîng in, hêzên ku li beramberî êrşên dijminahî berevanîya van navçeyan nekin, kî/kê dibin bila bin, çi dibêjin bila bêjin di dîrokê da ewê cîhekî bişerm bigrin.

Gotina dawî, her tişt li ber çavê rayagiştîya Kurd qewimî, bê guman berpirsyarîya serok û rêveberîya başûrê Kurdistanê jî heye, lê berpirsyarîya YNK giran e, divê xwe ji vê gemarê pakiş bike.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 4156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:45

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin