Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê'

Carina di civînên hundirê Tirkîyê da, carina li dervayî Tirkîyê ger mijar ne ev be jî axaftina xwe viz dike dor dike tîne ser rojavayê Kurdistan\'ê û qaşo li dijî terorê dest bi gefan dike.
Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê'
Nêrîn Belav bike

Di her civînê da, li ser pirsekê an liberxwe serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan (piştê rapirsînê êdî ew serok e), li dijî rojavayê Kurdistan\'ê dest bi gefan dike. Di axaftinên xwe da navê rojavayê Kurdistan\'ê helnîne, lê navê Partîya Yekitîya Demokratîk (YPG) li ser zimanê wî naye xarê, wekî benîşt di devî wî da ye, her sero û bin dike.

Carina di civînên hundirê Tirkîyê da, carina li dervayî Tirkîyê ger mijar ne ev be jî axaftina xwe viz dike dor dike tîne ser rojavayê Kurdistan\'ê û qaşo li dijî terorê dest bi gefan dike.

Berê rapirsînê jî di her axaftinên xwe da gef li rojavayê Kurdistan\'ê dixwarin, mixabin ji girse jî awazekî çoş bilind dibû.

Bi bawerîya min piranîya gel, şênî, girse, kesên jê guhdarî dikin, bi mezinahîya metirsîya mijarê tênagehên, pêşdarîzîyek ewqas fireh û mezin heye, ku piranîya guhdarvanan her gotinên wî rast û di berjewendiyên Tirkîyê da dibînin.

Her kîjan mijarê da dibe bila be hemû pêşdarazî li ber civakê wekî dafikê tên vedan. Gel rastîya kaosa Rojhelata Navîn, siyaseta Tirkîyê ya di barê qeyrana Suriyê û rojavayê Kurdistan\'ê da baş nizane.

Ez helwest û siyaseta, taybetî ya R. Tayyip Erdogan wekî bisîkletê (bi bawerîya min bêsîklet e ji ber ku sîklet giranîye) dibînim, çawa ku mirov bisekine bisîklet jî dê veliqute, divê girse bê dijber, bê dijmin nemîne, ger bimîne dê veliqute û Erdogan jî dê bin da bimîne.

Piranîyek mezin rojnameyan, telewîzyonan û hemû saziyên fermî û sivîl, qaşo pisporên mijarê di bernameyan telewîzyonan da ameje bi axaftinên Erdogan dikin û destek didin gefên wî.

Heçkû, di şert û mercên îro da siyaseta Tirkîyê ya di barê Suriyê da û herweha, di barê Rojhelata navîn da têkçû, ev ne dewletek zilhêz e ku li ser hemahengîya herêmê diyarker be.

Li ser gellek mijaran Federasyona Rusya\'yê û Dewletên Yekbûyî Amerîka ne wekî hev difikirin, di têkilî û çareserkirina qeyrana Suriyê da jî wekî hev nafikirin, nikanin hevkarê hev bin, lê li dijî gefên Tirkîyê hevkarî kirin û bi hevra li beramberê Tirkîyê rawestîyan.

Piştê Bab\'ê li dijî daxwaza Tirkîyê ya ketina Menbîç\'ê DYA û FR hevkarî kirin û bend danîn ber mehdekêşîya wê.

Mixabin gef û êrişên Tirkîyê ranawestên, rapirsîn jî borî û êdî ev serok e, hinek derdoran hêvî dikir ku li paş rapirsînê dê rewşek aram rû bide, hinek tişt dê di bergeha \"xweşiyê\" da bên guhertin!

Xwezê weha bûya.

Lê weha nebû, li rojavayê Kurdistan\'ê li hember mehdekêşîya êrişkar ya Tirkîyê, hevkarîya DYA û FR\'yayê hêj firehtir bû.

Nuha ji Efrînê heta Dêrikê di gellek navçeyên girîng da yekiniyên herdu dewletan hene, taybetî li cî û navçeyên dibetîya êrişan heye.

Ev wêneya parastina tixûbê rojavayê Kurdsitan\'ê, li dijî êriş û gefên Tirkîyê, Erdogan pir qehirandiye, enirandiye.

Dengê wî li beramberê FR\'yê zêde dernakeve, lê li beramberê DYA ne wiha ye, bi dengekî bilind dijberiyê dike.

Bi bawerîya min, li dijî DYA\'yê taybetî diltengîyek wî heye.

Êriş û gefên Erdogan dide xuya kirin, ku eger li herêmê, taybetî li ser tixûb hêzên DYA\'yê tine bûna metirsîya ketina Tirkîyê ya hinek herêmên rojavayê Kurdistan\'ê hebû.

Asêkirin, zemkirinên ku li ser tixûbê rojavayê Kurdistan\'ê dike ne nêşitên xêrê ne, yekinêyên zirxî heşidandine, dîwarên beton lêdike, têldirîyê dikşîne û baregehên betonarme avadike.

Ev karên Tirkîyê ku li ser tixûb dike, amekarîya metirsîya şerekî dijwar in.

Hinek dewletên din jî li ser tixûbên xwe dîwar kişandin, bo mînak Dewleta Îsrail, herweha li ser tixûbê Meksîka DYA, lê ev naşibin hev.

Ne dîwarê Meksîka û ne jî yê Îsrail welatekî, gelekî, navçeyan û malbatan nakin du parçeyen, ji hev naqetînin.

Dîwar kişandin, asêkirina tixûb qetkirina bakur û rojavayê Kurdistan\'ê duqat dike.

Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê, herweha êrişên Şamê, li rojavayê Kurdistan\'ê daxwaza pêkanîna herêmek dijfirînê, daxwazek di cî da ye.

Bi bawerîya min divê derdorên siyasîyên rojavayê Kurdistan\'ê li ser daxwazek weha bi israr bin û hevkariyê bikin.

02.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:32

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin