Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî

Di eslê xwe da, li Tirkîye'yê siyasetvan tenê wisa nafikirin, ev bawerî û bîr û boçûnên rayagiştî jî wiha ye û rêjeya nerazîbûna ji DYA'yê her roj bilintir dibe.
Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî
Nêrîn Belav bike

Serdana serokkomarê Tirkîye'yê R. Tayyip Erdogan, di bin bandora peyamên nexweş ên barê Dewletên Yekbûyî Amerîka'yê da (DYA) dest pê kir.

Wekî têt zanîn, ji rayedarên Tirkîye'yê, taybetî ji serokkkomar, serokwezîr û ji wezîran gellekî peyamên nexweş hatin/tên bihîstin.

Ya herê giran jî, heta tawanbarkirî ji wezîrekî Tirk hat; ji DYA'yê ra wiha gotibû, "Li ser mêze (mase) hevpeyman, li ser erdê minafiq."

Di eslê xwe da, li Tirkîye'yê siyasetvan tenê wisa nafikirin, ev bawerî û bîr û boçûnên rayagiştî jî wiha ye û rêjeya nerazîbûna ji DYA'yê her roj bilintir dibe.

Encamên lêpirsînên li ser rayagiştî vê rastiyê diselmînin, ku taybetî di nava raygiştî da pênebaweriyek fireh heye.

Gellek kes û sazî vê encamê wekî serketinekê dibînin, bi dengekî bilind û jixwebawerîyek xurt vedibêjin!

Gellek caran, di dema "Şerê Kendavê" da behsa mebesta artêşa DYA'yê û hinek nexşeyên herêmê dikin, bi ya wana, ji roja ewil va di barnameya DYA'yê da damezrandina Dewleta Kurdistan'ê heye.

Piranîya rayagiştîya Tirk, DYAyê dewletek bêbext, dabeşkerê Tirkîye'yê û xwedî projeya avakirina Kurdistan'ê dizane.

Bê guman, ev neyartiya DYA'yê ya di nava rayagiştîya Tirk da ne ji ber xwe aj da, desthilatên Tirkîyê bi dehan salan hewldan, peyamên dijminahiyê dan û di encamê da rewşek wiha rû da.

Bi bawerîya min, ger mirov desthilata Turgut Ozal ji navê derxe, yên mayî ji damezrandina Komara Tirkîye'yê heta îro ti caran di nava rayagiştîya Tirk da bona DYAyê bawerî û hestên xwîngermiyê pêk nehat.

Ev bertekî (refleks) ne tenê bona DYA'yê ye, herweha bona hemû Cîhana Rojava'yê guman jê têt kirin.

Jixwe, peywendiyên Tirkîye'yê bi DYA'yê va, têt wateya peywendiyên Tirkîyê bi Cîhana Rojava'yê va.

Mirov dikane rojane jî di barê Cîhana Rojava da, taybetî di barê DYAyê da ji rayedarekî peyamek nexweş bibîse, bixwîne.

Bi bawerîya min paşxaneyek dîrokî ya vê rewşê heye, ku dema belavbûna Dewleta Osmanî da yekem car serokê DYA'yê Woodrow Wilson di nava prensîbên xwe da, ku bi navê "Prensîbên Wilson" tên zanîn, cî dabû "mafê çarenûsî" û van prensîban rengê xwe dabû Peymana Sêrves'ê.

Wekî em dizanin, bi ya Peymana Sêrves'ê "Kurdistanek Otonom", piştê salekê jî "Kurdistanek Serbixwe" dihat damezrandin.

Bona civat û dewleta Tirk, Sêrves wekî peymanek dijmanahiyê û birînek kûr têt zanîn.

Ev di dîroka Tirkîye'yê da paşxaneyek wiha ye, ku hêj îro jî sîya xwe dide ser pêywendiyên vî welatî bi Cîhana Rojava'yê va, dibe sedema gumanek kûr.

Dema DYA'yê bona alîkarîya hêzek Kurd, her kîjan dibe bila be, di bîra dewlet û civakê da ev paşxaneya dîrokî xwe dide der û Tirkîyê bertekên tûnd nîşan dide.

Heçkû, rewşa cîhanê , Rojhelata Navîn û herweha Tirkîye'yê û neteweya Kurd hat guhertin, îro amanc û peywendiyên cûda, partiyên ji hev cûda, bîr û boçûnên ji hev cûda hene.

Ji payemên serokkomarê Tirkîye'yê wiha dixuye, ku ev paşxaneya dîrokî dê li ser serdana wî ya îro jî karîger be, Tirkîye'yê gellekî dilgiran e û bi gumanek kûr li siyaseta îro ya DYA'yê di barê Rojhelata Navîn û taybetî Suriyê û PYDê da dinire.

Mijara sereke ya serdanê çekdarkirina Hêzên Suriya Demokratîk (HSD)ê ye, ku skeleta wê Yekiniyên Parastina Gel (YPG) pêk tîne û operasyona Reqqa'yê ye.

Wekî têt zanîn Tirkîye, ji alîkarîya DYA'yê ya HSDê nîgeran e û gellek caran dilgiranîya xwe ger li ber rayagiştî, an di hevtînên taybetî da bi şêweyekî tehdît gotiye.

Herî dawî serokkomar Erdogan di civînekê da gotibû, "pêwendiyên me dê ne di pileya bêhnokê (vîrgul) da, ewê di pileya nuqtikê da be."

Ango wateya vê gotinê, ku bêhna gefê jê difure, dixwaze berê serdana xwe rêvebera DYA, taybetî ser biryara serok Donald Trump kariger be, ku ji biryara çekdarkirina HSD/YPGê bi paşve gav bavêje.

Lê, ez bawerim ew jî dizane, ku du karwanên (partî) çekan hatin veguheztin, ketin destê HSD/YPGê êdî bi paşve veger nabe.

Ez ne bawerim, ku Donald Trump dê ji biryara xwe paşve gav bavêje, lê dibe ku di hinek mijarên din da kêfî serokkomarê Tirkye'yê xweş bike, bo mînak temînata ewlehîya Tirkîyê, valakirina Şingal'ê ji PKKê, karneanîna çekan li dijî Tirkîyê û herweha dibe ku dosyaya Reza Zarrap dayne ser mêze.

Lê dîsa jî, siyaseta Erdogan bi me diselmîne, ku ew herdem dijminekî diafirîne û bona desthilata xwe bi kar tîne.

Îro dijmin PYD/YPG ye, ewî çav li "qehremaniyê" ye û "qehremanî" jî bi têk birina dijmin dibe, her çiqas ez metirsiyek wiha dûr dibînim jî divê mirov hay li metirsiyê hebe.

Gotina dawî bila ser peyama Salih Muslim be, di hevpeyvîna xwe ya TV24 da li ser pirsekê dibêje, "Bakurê Suriyê ji rojava Kurdistan'ê mezintir e."

Rast e, bakurê Suriyê ji rojavayê Kurdistan'ê mezintir e, ez bawerim wî li ser wateya gotina xwe nefikirîye, bi vî aqlî me divê em dest ji navê Kurdistan'ê jî berdin, ji ber ku cîhan ji Kurdistan'ê mezintir e!

Aqilekî wiha ti caran naye qebûl kirin.

15.05.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:12

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin