Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe.

Yekitî li ser fedekariyê geş dibe, fedekarî jî jixwe dayîn e; ango, bona amancê serketina yekrêziyê ji hinek destketiyên xwe bona hevkarê xwe dest jê berdan e.
Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe.
Nêrîn Belav bike

Nexweşîyek rêxistinên Kurdan berdewam (kronik) heye, bêcûdayî li herçar parçeyên Kurdistanê rewş nêzikî hev e, hinek Başûr çûda be jî pir mixabin partiyên me nikanin yekrêzîya xwe pêk bînin.

Ji dest vê ye, ku him di dîrokê da û him jî îro civata Kurd bi zirarên gellekî fireh rûbirû ma ye, siyaset bi tenê ne welat jî, nirxên civakî jî derbên giran dixwin.

Taybetî li bakurê Kurdistanê ev birînek kûr e û pêlên vê nexweşîya kambax, wekî min gotî xwe davê nava civakê, rewşê hêj giran dike, bi herikîna demê va siyaseta Kurdistanê her di nava wendabûnê û biçûkbûnê da diğere hey digere.

Yekitî li ser fedekariyê geş dibe, fedekarî jî jixwe dayîn e; ango, bona amancê serketina yekrêziyê ji hinek destketiyên xwe bona hevkarê xwe dest jê berdan e.

Ji ber ku di roja me da yek hêzek siyasî tenê bi sere xwe, her çiqasî bihêz dibe bila be taybetî di doza neteweyî da nikane bi serkeve, neçarê hevkariyê ye.

Ev rêkarekî siyasî ye û bona her çûre hêzên siyasî, li her welatî kêm an zede weha ye, li seranserê cîhanê gellek mînakên wê hene.

Ger amanc pêşvebirin û serketina doza neteweyî be, divê ti tişt nekeve berê vî amancî, berevacî her tişt, her têkilî û peywendî bona serketina doza neteweyî be, xizmeta dozê bike.

Di rojên dawî da li Amedê civînek hat lidarxistin, navê civînê “Kurd pêvejoyê gengeşî dikin”, civîn bi serpereştîya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû lidarxistin.

Di encamê da çi biryara hat stendin, gelo KCD li yekrêziyê çawa dinire, bi helwest û siyasetek objektif li roja îro, li ser rewşa siyasî bakurê Kurdistanê gengeşî kir, an wekî herdem carek din xwe dubare kir?

Bi rastî civîn li ser pêvejo sekini, êş û azarên civakê ketin rojeva civînê, li ser pêşerojê (dema bihurî) bi helwestek objektif sekinî?

Çima xendek, çend kes hatin kuştin, çend kes koçber bûn, ……û hwd.

Ev hemû pirsen girîng in.

Mixabin, KCD bi yekalî ma, beşek ji siyaseta bakurê Kurdistanê girt nav xwe, ev jî weha lêhat ku teng bimîne.

Heçkû, bona saziyekî weha bigiştî girsebûn, ger bi fedekarî deriye xwe ji derdorên siyasî, keseyatî, partî û saziyên sivîl ra veneke her dê wekî destpêkê bimîne, ev jî zirara dide doza neteweyî.

Mafê kesî nabe ku beje, “ez weha dikim ger hesabê te tê….”, na diê dozên civakî û taybetî dozên neteweyî da ferzkirinek weha bi temamî xelet e.

Jixwe, ferzkirinek weha li ber yêkrêziyê dibe astenga herê xeter.

Bi baweriya min, divê me giringî û pêwîstiya yekrêziyê fam kiribe, ji ber ku li bakurê Kurdistanê me gellek derbên giran xwarin, ger yekrêzî hebûya dibû ku derb hinek sivik bibûna.

Di her têkoşînê da yekrêzî girîng e, taybetî bi du helan ve girîng e; yek, pêdivî bi nîqaşê tine ye ku rêya serketinê ev e; du, li dijî êriş û çewsandinên dewletê bersiva herê baş û di cî da, bê guman hevkarî û pêştevanî ye.

Heta îro di vî amancî da em serneketin, bi ya min em divê destpêkek nûh biceribînin, amancên ne fireh wekî hevkarîya sînordar, lê bi rêgez û bi rêgezan va pabend.

Ev dikane bibe destpêkek.

Ger em, wekî gellek caran têt kirin, bi “Kongreya Neteweyî” dest pê bikin, yekrêzî naçe serî.

Min gellek gengeşî dîtin, di barê Kongreya Netewî da ez tûşî gellek pirsan hatim.

Kesên ku ji min ev pirs dikirin, bawerim pêşî û paşîya wê jî nezanin, mixabin di nava ramana gellek kesan da wekî pêşdarazîyekê cî girtîye, hay ji şert û mercên cihana îro, hêrêma Rojhilata Navîn û rastîya jeopîtîka Kurdistanê û taybetî rewşa rêxşistinên me tine ne.

Rêya rast ev e, ku her parçe di nava xwe da bi yekrêzî, hevkarî û piştevanîyê dest pê bike.

Heta ku li her parçeyê yekrêzî nebe, fedekarî nebe, di navbera partiyan da rêzdarî nebe yekrêzî jî, Kongreya Neteweyî jî nabe.

Li bakurê Kurdistanê, ji îro va hevkarîya bona sala 2019an bona yekrêzîyek hêj fireh dikane bibe destpêkek.

Emê qewimînin di dîrokê da jibîr nekin, lê divê em rê nedin ku ew li ber pêywendîyan û yekrêziyê bibin asteng.

Em divê li paşerojê (dema tê) binirin, ne li pêşerojê (dema bihurî)*.

………………………………………….

Bila sala nû li we pîroz be, bi hêvîya dilşadî û serketinê……..

*Mixabin, gellek caran “paşeroj” û “pêşeroj” xelet bikar tên.

Mahmut Kilinc

29.12.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4061 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:40

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin