Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin

Bi sedan sivîl hatin kujtin, bi dehan gund ketin ber bomberabana firok, tank û topên artêşa Tirk, her çiqasî bêt înkarkirin jî em û hemû cîhan jî dizane ku ev êrişkarî bi destûra serokê Rusyayê Putin pêk hat, ango bi qasî Tirkiyê Rusya û Putîn jî ji vê qetlîamê berpirsyar e.
Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin
Nêrîn Belav bike

Ez bawerim we jî dê dîtibe, bi amancê xwe ji bombeyan biparêze jinek Kurd di jêrzemînekê da bi zarokên xwe va li ber findekê (mûm) rûniştiye û dibêje, “Efrîn herêmek biçûk e, Dewleta Tirk bi sedan firokan û bi sedan tank û topên xwe Efrînê bombebaran dike, gelo ne eyb (şerm) e, li kuderêne ev dewletên cîhanê?”

Ez jî û kesên biwijdan jî mîna jina bikeder difikirin, ku ji Dewleta Tirk û artêşa wê ra daku duyemîn artêşa NATOyê şerm e, lê biqasî Dewleta Tirk bona Federasyona Rusyayê û serokên wê Vladimir Putin jî şermek mezin e.

Dîrok dê weha binivîse.

Bi sedan sivîl hatin kujtin, bi dehan gund ketin ber bomberabana firok, tank û topên artêşa Tirk, her çiqasî bêt înkarkirin jî em û hemû cîhan jî dizane ku ev êrişkarî bi destûra serokê Rusyayê Putin pêk hat, ango bi qasî Tirkiyê Rusya û Putîn jî ji vê qetlîamê berpirsyar e.

Di gellek bernameyên telewizyonan da û herweha di medyayê da di barê teref û dewletên kesbkar (bikezenc) şîrove hene, piranîya vana jî li ser kesbkarbûna Rusyayê, herweha Beşar Esed û Îran wekî teref û dewletên kesbkar tên jimartin.

Dibe ku ev şîrove bona kurtemaweyê (dema kurt) rast be, lê bi bawerîya min di dûrmaweyê da, ango di paşerojê da emê berevajî vê bibînin.

Emê bibinin, ku teref an dewletên îro bi Şamê va hevkarî dikin, dev jî Beşar Esad bernadin dê ziyandar bin.

Ziyardar bin, ji ber ku li seranserê cîhani piranîya raser bawer e, ku di paşeroja Suriyê da Beşar Esad dê nebe, heta, ger derfet rû bidin ew dê her hal bêt darizandin, ji ber ku li Suriyê sûcên şer û li dijî mirovahiyê hatin/tên kirin.

Sedem her çi dibe bila be, serokê ku bajarên welatê xwe bi firokên şer bombebaran bike, bi sed hezaran kesên sivîl, jin û zarokan bikuje divê di paşeroja wî welatî da sîya wî jî tine be û herweha ew bêt darizandin û bê guman ew ne rastiyek veşartî ye.

Paşeroja Beşar Esad weha be, ma gelo rewşa hevpeymanên wî dê çawabin, bo mînak rewşa Rusya û Îranê?

Bersiva vê ronahî ye, bê guman di paşeroja Suriyê da navê vana jî dê nebin, bi gotinek din, wekî ev hêvî dikin li herêmê karîgerîya wana dê nebin, bo mînak Rusya û Îranê.

Bi vî avayî di dûrmaweyê da Rusya dê ziyandar be, siyaseta Putin jî ew pêvejoya ziyandariyê bilez kir, taybetî helwesta Rusyayê di barê Efrînê da.

Em dizanin berjewendiyên Rusyayê bi Tirkîyê va hene, lê dema mirov bigiştî li ser herêmê ra lêbinire, bê guman têkiliyên bi Tirkîyê va biçûk dimînin, ango Putin ger vê siyaeta xwe neguhere berjwendiyên Rusyayê di herêmê da dê lawaz bibin, taybetî herêma ku Kurd xwedî bandorbe.

Piştê êrişa li ser Efrînê, gelo kîjan dewlet dê bi Rusyayê va bawer be, berê xwe bide û pêra hevkariyê bike?

Berî rapirsîna başûrê Kurdistanê, Hewlêrê bi kompanyayek Rusî va, bi Rosneftê va rêkevtinek îmza kiribû û pir bawerbûn ku ew dê li dijî êrişa Bexdadê raweste, dereng fam kirin ku di kevneşopîya Rusyayê da tiştekî weha tine ye.

Bona me Kurdan ev ne cara yekem, ku li me weha diqewime, bawerim civata Kurd dê helwesta Yekitîya Sowyetan ya li hemberî serhiladanên Kurdan, ji serhildana Şêx Seîd bigrin heta Dêrsimê, herweha nefîkirina Kurdên li Qefkazyayê, bi bedêla neftê firotina Komara Mehabadê, alîkarîya eskerî ya Irakê li dijî têkoşîna Azadîya Başûrê Kurdistanê jibîr nekiribin.

Çawa ku civata Kurd ev dîroka tarî û nemirovahî jibîr nekir, dê destûr dayîna êrişa Efrînê jî jibîr neke, di encama destûra Rusyayê da bi hezaran law û keçen Kurd tên kujtin.

Ev xerabî dê di bîra civaka Kurd da cihekî biêş û kûr bigre, nifş bi nifş dê bêt gotin, bila Putin jibîr neke ku nifşên tên dê bi vê dîroka nemirovahîyê mezin bibin.

Dîsa bila Putin û Rusya zanibin, ku bê guman di paşeroja da Kurd dê ji îro bêhtir li herêmê bibandor bin, ewê bibin xwedî dewlet.

Mahmut Kilinc

01.02.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:43:15

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin