Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Çima Bloka Kurdî?

Her çiqas li beramberê Kurdan ew herdem bi yek biryarê helwest digrin jî, rewşa siyaseta navxweyî ya Tirkîyê gellek derzên kûr xwarine, ger em amara jandeyên derva jî bibinin, ew dê hêsa nebe ku li beramberê Kurdan wekî bere helwest bigrin.
Çima Bloka Kurdî?
Nêrîn Belav bike

Di nivîsa berê vê da min amaje bi hilbijartinên di sala 2019an da kiribû û bal kişandibû ser giringîya hersê hilbijartinan û gotibû; ev hilbijartin detfetek girîng dide destê siyaseta Kurdî, ger li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê Kurd bibin “blok” û wek “Bloka Kurdî” beşdarê hilbijartinan bibin ev dê bibe destpêkek dîrokî.

Li beramberê helwest û tevgerek weha, rayedarên dewletê, taybetî Partîya Geşepêdanê û Dadweriyê (AKP) û serokê wê R. Tayyip Erdogan, dê neçar bibin ku kumê xwe daynen ber xwe û carek din li ser tedbir û siyaseta xwe bifikirin.

Ji ber ku Kurd ne wekî îro jihev belavbûyî, berevajî yekrêzîya xwe pêk bînin, du rê dimînin li ber siyaseta Enqerê, an dê neçarbin bi Bloka Kurdî va rûnin, an jî ger kanibin ewê li dijî Kurdan wekî herdem dîsa yekrêzîyê pêk bînin.

Her çiqas li beramberê Kurdan ew herdem bi yek biryarê helwest digrin jî, rewşa siyaseta navxweyî ya Tirkîyê gellek derzên kûr xwarine, ger em amara jandeyên derva jî bibinin, ew dê hêsa nebe ku li beramberê Kurdan wekî bere helwest bigrin.

Ewil divê em rastiyekê fam bikin, ku bi ya min heta li bakurê Kurdistanê Kurd nebin layekî, wek terefekê tevnegerin û helwest negrin, ango nebin “em” ti desthilat bona çareserîya pirsa Kurd û bakurê Kurdistanê xwe nade ber vî barî.

Ji ber, ku him Kurd ne blok in û kêm be jî ji her partiyê ra deng dertên û him jî, rayagiştîya Tirk û dewlet li dijî mafên neteweyî û demokratik yên Kurdan yek helwest in û hêza ku dijberîya rayagiştîya Tirk nerm bike dîsa deshilat e, ew jî bi Bloka Kurdî dê bê çewsandin.

Her çiqasî rastiyek tehl be jî, partiyên Enqereyî kêm an zêde girseyên xwe li bakurê Kurdistanê hene û deng jî distînin.

Ger we bala xwe dabûyê di rojên dawî da li Tirkîyê bi navê “İyi Parti” partiyek hat damezrandin û seroka partiyê jî bi navê Meral Akşener jinek e, ku di dema serokwezirtîya Tansu Çiller da bi hezaran kuştinên “faîlî meçhul” hatin kirin û ev jinik jî wezîrê kare hindur bû, lê nuha pirr bi hêsayî heta bajarên bakurê Kurdistanê dere û çûna xwe jî bes nabîne, di ser da malbata xwe wek malbatek “Kurd binyad” dide nasîn û ji şêniyê bajarên bakurê Kurdistanê deng dixwaze.

Bê guman ne tene Meral Akşener ji gele bakurê Kurdistanê deng dixwaze, jixwe îro li hemû bajarên bakurê Kurdistanê ji Dîlokê heta Colamergê û ji Erzirûmê heta Ruhayê hemû di zikhev da AKP denge herê zede digre û kêmbe jî CHP deng distîne, heta partîya nijadperest MHP û partiyên ku pêdivî nabe em navên wan binivîsin, yên wekî Partîya Saadetê ji gele bakurê Kurdistanê deng distînin.

Çima weha ye, ji ber ku gelê bakurê Kurdistanê di nava parçebûnek siyasî da ye, ji dest vê ye li bakurê Kurdistanê lijneya her partiyên Enqereyî heye û ewan çavê xwe berdidin denge dengdêrin Kurd.

Heta ku li bakurê Kurdistanê ev parçebûna siyasî hebe, heta ku siyaseta bakurê Kurdistanê, bomînak HDP û aqildanên vê partiye dev ji siyaseta xwe ya îro bernedin, bere xwe berve “Bloka Kurdî” nekin, bila ji bîrê neçê ti kes, ti hêzêk siyasî li Tirkîyê hesabê Kurdan nakin.

Mînakek balkêş, di rojên dawî da encamên “lêgerînek rayagiştî” hat weşandin, bê guman rastiya wê bi me nediyar e, lê dîsa jî rêjeyên balkêş hebûn.

Bi ya vê lêgerîna rayagiştî, rêjeye di hilbijartina sala 2019an da dê li seroktîya R. Tayyip Erdogan ra bibêjin bele 61% ye, heçkû li seranserê Tirkîyê bigiştî rêjeya denge AKP li dora %45,8 e.

Balkêş e, ev rêje ji nîvekîya Tirkîyê bilintir e.

Dîsa, bi vê lêgerîna rayagiştî rêjeya 58% bawerin, ku projeya AKP dê li bakurê Kurdistanê biserkeve, heçkû AKP pirsgirêka bakurê Kurdistanê bi “teröre” nav dike, him serokkomar û him jî, wezîrî kare hindur siba heta êvarî gefa dixwin.

Êdî ne tene gef, geşedanên hêj xetertir diqewimin, di rojên dawî da hikûmetê Biryarnameyek Dihûkmê Zagonê (BHZ) da weşand, li Tirkîyê dibêjin KHK.

Mixabin hikûmet hemû karûbarê dewlet û rayagiştî bi BHZ va saz dike, êdî parlement bê peywir maye.

Xalek vê BHZê heye ku li nava rayagiştî da taybetî li ser qada siyasî û Kurd da bûye sedema tirs û fikarên fireh.

Ev BHZ xalekê bi ji BHZ ya ku roja 15.07.2016da hatî weşandin zêde dike û weha dibêje; “……. kesên sivîl ku di serkutkirina sepana derbeya eskerî da ku di roja 15/7/2016 hatibû kirin û çalekiyên teröre û herweha berdewamîya vana da hûkmê xala yekem tên bi kar anîn”

Wate hûkmê xala yekem jî, kesên fermî û peywirdar dibin an sivîl dibin, di dema serkutkirinê da nakevin ber lêpirsîna dadgehê, li beramberê zagonan bexşdar in.

Ji ber vê guhertinê du endişe hene; yek, teror çi ye, kîjan çalekî dibe teror e, gelo di zagonan da pênase heye an na?

Û herweha xal dibêje “…..berdewamîya vana…”, gelo heta roja me, an kîçax?

Ger her çalekiyên Kurdan wek “teror” bên pênase kirin, li dijî her Kurdekî ev dibe xeterek mezin.

Ev hemû ji ber neyekrêzî û nehevkarîya siyaseta li bakurê Kurdistanê ye, ku Kurd tûşî xeterên weha tên.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5985 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:40

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin