Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye

Heta îro ti pirsgirêk, taybetî pirsgirêkên neteweyî (etnikî) bi tûndiyê, bi şer, bi gef û êrişan nehatin çareserkirin, gelo Tirkîyê dê heta kîçax vê rastiyê fam bike? Îro bala xwe bidin dewletên ku Kurdistan ji hev parve kirine, li herçar welatan jî bêaramîyek heye, Iraq û Suriyê yekser di nav şerekî navxweyî dijwar û xwînavî da ne.
Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye
Nêrîn Belav bike

Di medyayê da nûçeyek, wekî dîyarîya encama rapirsînê, firokên şer ên Tirkîyê herêma Çiyayê Şingal'ê bombebaran kirine.

Demek dirêj e, ku Tirkîyê bi hinceta baregehên PKK gefa bombebaranê dikir.

Bi ya nûçeyê, du şev firokên şer herêm bombebaran kirine, kuştî û birîndar hene.

Serokê Encûmena Avakirina Şingalê Xidir Salih ji Rûdaw'ê ra weha dibêje; "di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de li Çiyayê Şingal'ê 5 şervanên HPG û YBŞê birîndar bûne, ku birîna şervanekê giran e."

Di nûçeyek din da, agahdarîya bombebarana baregehên pêşmergeyan heye, ku ketine ber bombebaranê û 5 pêşmergeyan jîyana xwe dest dane û neh jî birîndar in.

Wekî Xidir Salih dibêje, “Di êrîşê de pêşmerge, şervan û kurdên êzidî hatine armanckirin. Ev yek rûyê rast ê dewleta Tirkiyê nîşan dide.”

Xidir Salih rast dibêje, divê ew gotin baş û di çî da bêt fam kirin.

Ez vê êrişê protesto dikim û bang dikim, ku Hikûmeta Başurê Kurdistan'ê li hemberî vê êrişê helwesta xwe eşkere bike û ser li saziyên navdewletî bide.

Jixwe herêm bêaram e, ev êrişa Tirkîyê dê aramîya herêmê bêhtir tevlihev bike, bi bawerîya min hêzên li herêmê dê ji van êrişan nerehet bibin, ji ber ku karê wana jî asteng dibe.

Amanca Tirkîyê çi ye?

Ev dibêje, ku "bombebaran mafekî wê yê rewa ye, ji ber ku hêlînên terorîstan li wira ne", teroristîn ew dibêje,Yekiniyên Parastina Gel in (YPG) û di qeyrana Suriyê da hevkarên Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û Federasyona Rusya'yê (FR) ne.

Ne tenê DYA û FR'yê li wir in, herweha ji şêşt dewletan bêhtir di nav Hêzên Hevpeyman cî digrin, ango îro hemû cîhan li Rojhelata Navîn e.

Dibe ku bombebarana Tirkîyê mesajek be bona rayiştîya Tirk, lê ev geş kirina bêaramîya herêmê ye, jixwe li seranserê herêmê şer heye.

Heta îro ti pirsgirêk, taybetî pirsgirêkên neteweyî (etnikî) bi tûndiyê, bi şer, bi gef û êrişan nehatin çareserkirin, gelo Tirkîyê dê heta kîçax vê rastiyê fam bike?

Îro bala xwe bidin dewletên ku Kurdistan ji hev parve kirine, li herçar welatan jî bêaramîyek heye, Iraq û Suriyê yekser di nav şerekî navxweyî dijwar û xwînavî da ne.

Bêşik, gellek kêşeyên Cîhana Îslam'ê hene, taybetî li Rojhelata Navîn, lê dewletên Kurdistan ji hev parve kirine û naxwazin bi aştî pirsa Kurdistan'ê çareser bikin, carekê jî ji ber vê pirsgirêkê di nav bêaramîyê da ne, ango bêaramîya van dewletan duqat dibe.

Kurd aramîya van dewletan xera nakin, ev ji siyaseta wana ya xelet têt.

Heta îro firokên şer Qemdîl bomberbaran dikirin, çend mehên ku li hundirê Turkîyê jî bênavber bombebaran didome, lê yekem car e ku Şingal têt bombebaran kirin.

Gellek taybetmendiyên Şingal'ê hene, berî her tiştî hêj herêm bi temamî ji DAİŞê nehatiye paqişkirin, hindik be jî parek ax di bin dagirîya hovan da ye.

Herweha Şingal herêmêk sembolîk e, di dîrok û çanda Kurdî da, rîtûel û remzên çandî ên herêmê taybetî ne.

Şingal, Çiyayê Şingalê, Êzdîxan, Laleş hemû jî bona civata Kurd giringîya çîhekî cûda hene, taybetî di çand û dîroka Kurd û Kurdistan'ê da.

Çiyayê Şingalê di çanda Êzdîyan da pîroz e, bi sedan perestgeh hene.

Bi hezaran helbest, çîrok, serpêhatî hene, ku peyva Şingal, Çiyayê Şingal'ê di nav da derbas dibin.

Ango, gotina min ev e ku bi kîjan sedemê dibe bila be bombebarana Ciyayê Şingal'ê, heman wateya bombebarana dilê Kurdistan'ê ye.

Tirkîyê bi van bombebaranan sûcên li dijî mirovahîyê dike; him mirov jîyana xwe ji dest didin, him sirûşt xera dibe û him jî, ji ber tirs û ewlehîyê şêniyê herêmê koçber dibe, jîwar, jîyangeh vala dibin, ev aborîya herêmê têk dibe.

Dîsa firokên Tirkiyê; "di heman demê de li Dêrîka Hemko baregahên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li Qereçoxê bomberan kirin û hate gotin, ku şehîd û birîndar hene."

Gelo, heta îro kesî bêhistîye ku ji rojavayê Kurdistan'ê berve Tirkîyê va gulleyek hatibe avêtin?

Na, min nebêhistîye, lê ji roja ewil va dijminîya Tirkîyê bi deng û rengekî bilind xwe aşkere kir û hêj jî her roj gefan dixwe.

Di Cerablûsê da kete Suriyê, bawerim DYA û FR xwestin hinek bayê pozê wê dakeve û ji ber vê bêdeng û heta FR destûr dayê, lê îro rûyê wê yê xeter hat dîtin.

Pirsa girîng ev, gelo li hember vê gef û êrişan pêwîst e Kurd çi bikin?

Divê pêşîya van êriş û gefan bêt girtin, lê çawa?.

Bêşik, encama rapirsînê kela hêrsa Tirkîyê û R. Tayyip Erdogan rakir, haj jê nîne ku hespa xwe berva qiyametê baz dide.

Rojek berê divê di bin serpereştîya başûrê Kurdistan'ê da TevDem û ENKS li hev bikin, ragihînên cihanê ku Kurdan yekrêzîya xwe pêk anîye, ka wê demê em bibînin firokên Tirkîyê dê Şingal'ê bombebaran bikin, an na?

Divê em jibîr nekin, ku ewlehîya rojavayê Kurdistan'ê û YPG di hevkarî û yekrêzîyê da ye.

Mahmut Kilinc

25.04.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:06

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin