Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Du mijarên girîng

Ji ber ku dewlet bi destê qayiman êrişê nirxên civaka Kurd dike, lê bila bêt zanîn ku ev siyasetek nijadperest û tinekirina çand, ziman û dîroka Kurdan e û ji navendekê têt çespandin û birêveberin.
Du mijarên girîng
Nêrîn Belav bike

Siyaseta Tirkîyeyê diguhere.

Panzde rojên derfeta nivîsê nebû, ji ber ku di rê da bûm, ma panzde rojan rê doja, bele dajo ger hertişt ne di destê mirov da be.

Dostekî gotibû, “em dizanin tu kuderê yî, ji ber ku di dawîya nivîsê da li kuderê me dinivîsim”, belê heta çend rojan li Almanya me.

Di vê navberê da, gellek mijarên girîng bihurîn, bona me Kurdan mijara herê girîng rapirsîn û ragihandina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye, lê li Tirkîyeyê jî rojev her bi bûyerên siyasî dagirtîye, dîroka vî welatî weha ye her dem li ser deshilatê şerekî dijwar heye, bi hêlekê va 15î tîrmehê jî şerê desthilatê ye.

Min xwest îro nivîsa xwe bikim du parçeyan, ango li ser du mijarên girîng bi çend hevokan kurte nirxandinek.

Mijara yekem, yek bi yek tinekirin, betalkirina “destketiyên” li bakurê Kurdistanê ye, daku taybetî piştê hilbijartina 1î mijdara sala 2015an li bakurê Kurdistanê dewletê bi desteserkirina serokên şaredarîyan û pişandina qayiman li ser şaredarîyan, dest bi siyasetek nijadperest kir.

Şikandina peykerekî, guhertina navekî, daxistina tabeleyekê di rastiya xwe da tinekirina çand û dîroka neteweya Kurd e.

Ti kes ne pêy şikandina peykerekî ye, ew peykerê her yê kê dibe bila be, civat, neteweya Kurd peykerê ku hat şikandin, navê hat guhertin, tabeleyê hat daxistin rast e rast êrişê ser çand û dîroka xwe dibîne, tinekirina nirxên xwe dizane.

Ji ber ku dewlet bi destê qayiman êrişê nirxên civaka Kurd dike, lê bila bêt zanîn ku ev siyasetek nijadperest û tinekirina çand, ziman û dîroka Kurdan e û ji navendekê têt çespandin û birêveberin.

Ango, siyasetek navendî ye.

Ger ji Enqerê biryar nebe, li bajarekî bakurê Kurdistanê qayim bi sere xwe nikanin ne peykeran bişkênin, ne jî navan biguherin.

Bila em zanibin, ku di barê Kurdan da siyaseta dewletê têt guhertin, hêj tûndtir û nijadperest dibe.

Nûçeyên dawî, dijberî û guhertina vê siyaseta nijadperest hêj beloq dike, êdî kesên heta îro nedixwestin bibinin, li ber wana ti sîweng neman ku xwe bispêrin.

Li bakurê Kurdistanê bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê biryara damezrandina partiyek din heye, hemû belgeyên serlêdanê amedene, lê wezarata hundir ne amedeye serlêdanê qebûl û tomar bike.

Ewlekarî destûrê nade şandê ku bikeve nava avahîya wezaretê û serlêdanê bide berpirsyaran.

Ango, ketina wezaratê jî qedexe ye.

Dîsa, Destûra Navxweyî ya Parlementa Tirkîyê têt guhertin, azadîya kursîya parlementê êdî dibe çîrok, taybetî di mijara Kurd û Kurdistanê da.

Guhertinên balkêş hene, “…ti axaftin, ti gotin divê nabe li dijî çar xalên Makezagonê bin, nabe ti nav û sifat bona rêveberî û herêman bên gotin”, êdî navên di çand û dîroka Kurdan da bi deh hezaran salan çî girtine nabe bên gotin, wekî Kurd, Kurdistan, Dêrsim, Botan, Garzan, Amed,…..û hwd.

Qaşo Tirkîyê dewletek dadwer û demokrasi ye!

Li ser hewiladanên KNKê

Bi navê Kongreya Neteweyîya Kurdistanê (KNK) jixwe kongreyek, an saziyek heye û bi serpereştîya PKK, ger ne şaş bin di sala 2000î da hatibû damezrandin.

Di deme damezrandinê da jî keseyatî, sazî û partiyên Kurdistanî hatibûn vexwendin, daku di nava KNKê da cî bigirin, lê bilî kes û saziyên nêzikî PKKê kes telve nebûbû, jê dûr sekinîyabûn.

Heta îro çendin car rayagiştî hewildanên weha dibîne, daku KNK banga civandina “Kongreyek Neteweyî” dike hemû jî têkçûn, biserneketin.

Serjînakevên, ji ber ku him hemahengîya siyasî taybetî ya navxweyî û herêmê, him jî di barê KNKê û serpereştên wê da bêbawerîyek kûr heye, ango piranîya bizava siyasîya Kurdistanê di barê jidilbûna hewildanên KNKê da bi guman e.

Balkêş e, ez bawerim bala we jî dê kişandibe, dema rapirsîn û ragihandina serxwebûna başûrê Kurdistanê dikeve rojevê, KNK hewla civandina “Kongreyek Neteweyî” dide.

Mebesta KNK çi ye?

Çima di dema ku rapirsîn û ragihandina serxwebûnê di rojeva her çar parçeyên Kurdistanê da ye KNK derî bi derî diğere û hewla qaşo civandina Konreya Neteweyî dide?

Jixwe KNK heye, gelo çi têt xwestin, partî û kesên piştevanîyê dikin bila telve KNK bibin.

Ev şêlîkirina rojevê ye, ev nizmkirina gengeşiyên di barê rapirsîn û ragihandina serxwebûnê da ye, herweha ev kûrkirina nakokîyên siyasî li başûrê Kurdistanê ye.

Dîsa ev, têkilbûna karûbarê siyasîyê parçeyên din e, heçku divê KNK rasyonel bifikir e û rojevê şêlî neke û bi hemû hêza xwe piştevanîya rapirsîn û ragihandina serxwebûnê bike.

Yekem car e, ku Kurd li ber avêtina gavek dîrokî ne, mafê kesî tine ye ku giringîya mijarê nizm bike, bala rayagiştî bi hêlek din va bikşîne.

Bê guman, her kes, her sazî û partî dê bi qasî kiryar û rûmeta xwe di dîrokê da cî bigrin.

Mahmut Kilinc

15.07.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 5384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:35

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin