Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an

Bê guman, rojên ku yanzde parlementerên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û 38 serokên şaredarî di girtigehên Tirkîyê da ne û bona 93 şaredarîyan kayyim hatibe pişandin, gengeşîya vê mijarê hêj girîng dibe.
Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an
Nêrîn Belav bike

Tirkîyê hêdî hêdî dikeve heyama hilbijartinê, ev hilbijartinên ku di sala 2019an da dê werin kirin, bona rewşa îro û paşeroja vî welatî gellekî girîng in.

Wekî em dizanin di sala 2019an da sê hilbijartin hene; yek, hilbijartinên herêmî, ango yên şaredarî, encûmenên şaredarî û parêzgehan (wîlayet); du, hilbijatina Parlementa Tirkîyê; sê, hilbijartina serokkomarî ne.

Bê guman, rojên ku yanzde parlementerên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) û 38 serokên şaredarî di girtigehên Tirkîyê da ne û bona 93 şaredarîyan kayyim hatibe pişandin, gengeşîya vê mijarê hêj girîng dibe.

Di destpêkê da em divê bejin, ku siyaseta dewletê ya li dijî HDP bi ti avayî naye qebûl kirin, herweha em dizanin ku ev, ango ev êriş û sepanên ku ji renge siyasete der, ne yekser be jî li dijî hebûn, mafxwestin û pêgeha siyasîya gele Kurd e, taybetî li bakur û rojvayê Kurdistanê.

Ev naye wê wateyê ku xeletî û kêmayên HDP û rayadarên vê partiye nebûn û îro jî tine ne, xeletîya herê mezin helwest û siyaseta di barê “xendekan” da bû, hê jî ji rayedarên HDP jixwe mikûrhatinek û dîtina van xeletîyan, heta îro gotinek nehat bihîstin.

Mijara me hilbijartinên sala 2019an e, partiyên bakurê Kurdistanê divê helwest û siyasetek çawa ji îro va biçespînin, ku li bakurê Kurdistanê û bi giştî li Kurdistanê destê siyaseta Kurdî bihêztir bibe?

Em divê ji bîrnekin, ku paşeroja hemû parçeyên Kurdistanê, qedera herçar parçeyên Kurdistanê gellek bi nêzik va pabendê hev in.

Li parçeyekî destketiyek û taybetî geşedanên demokratik, herweha wendahî û lerzîyek, ne raz e ku li ser siyaset û pêgeha parçeyên din jî tesir dike.

Bi salan e, ku partiyên Kurdistanî, bê cûdatir, tecrûbeyên wana hene taybetî di barê siyaset, helwest û reftara siyasî da, di salên pêşda çi kirin û îro dê gavek çawa bavêjin.

Ev, giringîya Tirkîyê dizanin.

Bi gotinek din, eger siyaset û helwesta Tirkîyê di barê Kurd û Kurdistanê da di bergeha demokrasiye da bêt guhertin, ev, bi giştî li herêma Rojhilata Navîn dê bi erênî karîger be.

Ji dest vê partiyên bakurê Kurdistanê, bi giştî siyaseta bakurê Kurdista nê li ber ezmûnek neteweyî ye, taybetî ji ber helwest û siyaseta hilbijartinên sala 2019an.

Ango gotina min ev e, ku guhertinên li bakurê Kurdistanê, her di bergeha demokrasiye da an her di bergeha çavsorî, êrişkarî û çewsandinên da be, bi giştî li ser siyaseta Kurdistanê karîger dibe.

Ger guhertin di bergeha demokrasiyê da be, rewş aram dibe û gengeşîya pirsgirêkên civatî vekirî û pêkan dibin, na ger berevajî vê be wekî îro, di çareserîya pirsgirêkan da tûndî û êrişkarî rola xwe dilîze, girse ji siyasete dûr dikeve û ev jî paşeroja civatê nedîyar dike.

Carek din bejim, ji ber vê rastiyê, divê partiyên bakurê Kurdistanê bi hişmendiyek bilind tevbigerin û helwest bigrin.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) “Bloka Kurdî” pêşnîyaz dike, weha dixuye ku PAKê bi giringîya hilbijartinên sala 2019an têgehiştîye.

Bi ya min, divê li ser daxwazên herê biçûk (minimal), bê guman ew jî li ser mafên neteweyî û demokrasîyek tam û fireh e, hevkariyek bêt kirin.

Bi qasî ku pêkan e divê çarçoweya “Bloka Kurdî” diyar (aşîkar) be, ya girîng ev e ku “Layê Kurdî” derkeve pêş, hişmendîya “em” di nava civatê da cî bigre.

Giringîya hilbijartinên sala 2019an derfetek weha dide destê siyaseta bakurê Kurdistanê, bi giştî rewşa siyaseta Kurdistanê li ber çavan e, pêdivî (ihtiyaç) û astengên wê têt zanîn, bila em zanibin ku helwest û siyaseta sala 2019an dê demek dirêj bigiştî li ser partiyên Kurdistanî karîger be, erênî an neyenî!

Ya girîng ev e, ku di van hilbijartina da partiyên bakurê Kurdistanê di nava “Bloka Kurdî” da cî bigrin, herçiqas hemû ne pêkan be jî pirranîya dengdêran lihev kom bikin.

Roja ku sîstema seroktiyê hat gengeşîkirin virda, min, gellek caran ameje bi vê mijarê kir, xwest bala siyaseta bakurê Kurdistanê li ser vê mijarê tîr bikim.

Bi bawerîya min sê mijarên me yên girîng hene; yek ji vana, li bakurê Kurdistanê bi dawî anîna tûndî û şîddetê, bi gotinek din destpêkirina “pêvejoya çareserkirinê” û dûrxistina ji şîddetê; du, guhertina siyaset û helwesta Tirkîyê di barê rojavayê Kurdistanê da; sê dîsa guhertina siyaseta Tirkyê di barê başûrê Kurdistanê da û bê guman, demokrasîyek tam û fireh li Tirkîyê.

Rojek bere rojekê divê li bakurê Kurdistanê “Bloka Kurdî” pêk were, bar û berpirsyarî girîng jî dikeve ser stûyê HDPê, bila jibîr nebe ev ezmûnek neteweyî ye.

Dixwazim lê zede bikim, ku hevkarîyek weha dê pêşîya lawazbûna HDPê jî bigre, herweha dê coş û peroşa gele Kurdistanê jî bilind bike.

Mahmut Kilinc

24.12.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:45:05

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin