Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Kurd û nijadperestî

Peyama Hasip Kaplan, deriye gengeşiyek din vekir, bê guman rayagiştîya Kurd Kaplan bi nêzik va şopand û dizane, bawerim peyamên wî yên salin bihurî hêj îro jî di bîra civakê da ne.
Kurd û nijadperestî
Nêrîn Belav bike

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ku di girtîgeha Edirneyê da girtîye û bi nameyekê ragihand ku ew naxwaze carek din bibe hevserokê Partiyê, biryara hevserok hemahengîya nava Partîyê da hejand.

Demirtaş bi biryara xwe, li hêlekê bona hevseroktîyê hinek kes han dan, lê li hêlekê jî, weha dixuye ku berî nameya Demirtaş jî di nava partîyê da gengeşiyekê destpêkiribû, gelo kî/kê dê bibe hevserok?

Peyama Hasip Kaplan, deriye gengeşiyek din vekir, bê guman rayagiştîya Kurd Kaplan bi nêzik va şopand û dizane, bawerim peyamên wî yên salin bihurî hêj îro jî di bîra civakê da ne.

Siyaset weha ye, ligel hinek rewşan, jîyan û helwesta mirovî ya salin bihurî di kurte demekê da dibe mijara gengeşîya civakê, ger qenc be gel qencbûnê, lehengîyê, an jî berevajî têt gotin.

Bê guman, mebesta min ne rastbûn, an nerastbûna Kaplan e, lê gotina wî bêteşeyî bû, ango wî merama xwe bi şêwekî ne siyasî gotibû.

Encax, kesên ku wî bi nijadperestiyê sûçdar dikin neheq in, ji ber ku gotina Kaplan bi ti avayî nakeve nav gotin, an helwestek nijadperestî.

Berî her tiştî rewşa Kurdan dest nade ku ew bibin nijadperest, ji ber ku hêj bindest in û sisteme xwe nedamezrandine, di rewşa îro da berevajî divê Kurd bibin welatparêz, neteweperwer, lê ne bi şermokî.

Ji ber ku piranîya siyasetvanên Kurd di heman deme da xwedan ramanin çepin, welatparêziyê, neteweperweriyê ramanek paşverû, primitîf dizanin, ji çepên Tirkan (Kemalîstan) wisa hîn bûne.

Gellek caran bi navê çepitiyê Kemalizmê Kurdên neteweperwer bi nijadperestiyê sûçdar kirîye, îro jî dikin, mixabin hinek Kurd jî alîkarê vê êrişa gemarî ne, heçkû ev sûçdariyek manîplatîf e.

Siyaseta HDPê ku ew xwe partîyekî tirkîyeyî dibêje, wekî partîyekî rikeber di nava siyaseta Tirkîyê da tevdiger e, her roj hinekî din ji nasnameya Kurd û Kurdistanê dûr dikeve, herweha bi bedela çend gotinin çep qada xwe ya siyasî teng dike û derfeta pêywendiyên xwe asteng dike.

Vê siyaseta marjinal li ser girseya partîyê, taybetî kesên ku li bajar û bajarokan siyaseta vê Partîye bi rêvedibin û di lijneyên wê da peywir digrin, êdî întegreyê vê siyasete bûne.

Dixwazin serborînek xwe bejim; sala 2014an rê vebû ku em vegerin welêt, dadgehê ji parêzeran gotibû, “ger vegerin emê biryara desteserkirinê bettal bikin.” Li ser vê em jî vegerîyan, bêşik berî me hinek kesan rê bona me vekiribûn.

Ez dirêj nekim, ez vegerîyan û piştê demekê li nivîsgeha hevalekî HDPî rûniştime, behs hat li ser HDPê sekini.

Çend kes hebûn, rêveberekî Partiye ji min pirsî, ku gelo ez HDPê çawa dibinim, siyaseta wê çawa ye?

Min di bersiva xwe da got, ku “ev xeta siyasî ku ji Partîya Keda Gel (HEP)ê destpêkir û bi amancê li Tirkîyê demokrasîyek tam û hizmeta çareserîya kêşeya Kurd bike hat damezrandin, HDPê îro berdewama vê xeta siyasî ye, partîyekî wekî HDP divê ji devjeniyên (polemik) siyasî dûr, bona destketiyên demokratik û neteweyî têkoşînek hêj bilind bikira, bo mînak partî dikane mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bike rojeva siyaseta Tirkîyeyê, herweha dikane daxwaza zimanê fermî bike, li gel Tirkî, bila Kurdî jî bibe zimanê fermî.

Di hemû civînên koma xwe da dikanibû ev daxwazan dubare bikira.

Û ez bin, mehê carekê ezê civîna koma partîyê ne di parlementê da, lê li Amedê bikim û parlementeran neçar bigrim ku beşdari bin.”

Rêveberê partîye ji min vegerand got, “ger partî gavek weha bavêje, pêkhatiyên nava partîye dê bertek nişan bidin, ev dê nerehet bibin” û navê hinek kesan bilêv kir.

Min jî bersiv da û got, “ez ne bawerim geşedanek weha bibe, lê ger bibe jî, bila be, ji ber ku ev asta siyasî bi deh hezaran xwîna law û keçên Kurd bi dest ketiye.”

Gotina min ev e, ku ev siyaseta HDPê êdî di nava girseya partîye da jî bikirên xwe hene, neku hinek kes dibêjin, “heval em îro weha dibêjin, lê siba tiştekî din…”

Dibe ku hinek kes weha bifikirin, lê bi pirranî rûyî girseyê berve siyaseta navendî ya Partiye va ye.

Heta ku Kurdek daxwaza mafên xwe neke, nasnameya xwe berz neke, ti pirsgirêk nabin, lê dema Kurdek daxwaza mafên xwe bike û nasnameya xwe derxe pêş, bi kes û komên ku heta wê rojê bi hevra di kulwarekî da siyaset dikirin, bertek bilind dibin, carina jî gotinên giran û heqaret, wekî ku li dijî Hasip Kaplan hat gotin.

Mahmut Kilinc

14.01.2018/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nêrînê tevayî: 4091 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:07

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin