Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû

Bi vê helwest û siyasete HDPê deriye xwe li derfeta ber deriyê ra girt, ew dê zirarê bide partîyê û yekrêzîya siyaseta bakurê Kurdistanê, bêguman ev dê li kêrî kes û hêzên neyar bêt.
Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû
Nêrîn Belav bike

Mixabin, bi mebesta hevkariyê di hilbijartina 24î pûşperê da danûstandinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî Bona Hilbijartinê û Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê da bi ser neketîye, nûçe weha dibêje.

Mixabin, dibêjim ji ber ku wekî min hemû kesên li ser mijarê hûr dibûn, di gotar û nivîsên xwe da amaje bi giringîya hevkarîyek weha dikirin, ji ber kul i Tirkîyê sîstemek nû destpêdike, taybetî di tûra duyem da hê giringî bi dengê gele Kurd têt dayîn.

Min di hinek nivîsên xwe da, giringî li îtifaqek weha bardikir û wekî derfetek dîrokî ditît, ku îro ketîye destê siyaseta bakurê Kurdistanê.

Lê mixabin nebû, sedema pêknehatina jî di daxûyanîya Îtifaqa Kurdistanî û peyama M. Şerif Camci da eşkere dixuye.

Îtifaqa Kudistanî ku ji sê partî û du derdoran, wekî rayagiştî dizane ji Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partîya Demokrata Kurdistanê-Tirkîyê (PDK-T) û Însiyatîfa Tevgera Azadî û Platforma Demokratên Kurd (wekî PDK Bakuır jî têt naskirin) pêktêt; Îtifaqê, sedemên vê pêknehatinê li Amedê li Komeleya Rojnamegerên Başûrêrojhilat di civînek rojnamegerî da li rayagiştî ragihand.

Hinek malperên înternetê ev daxûyanî weşandin, di daxûyaniyê da têt ragihandin ku di destpêkê da hevdîtinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî û HDPê da di çarçoweya “têgehiştinek hevpar” da baş derbas bûye, lê HDPê bilî ku Îtifaqê agahdar bike deklerasyona xwe ya hilbijartinê li rayagiştî eşkere kirîye, heta Îtifaq balê dikşîne ser ku du rojan berê ragihandina deklerasyonê agahdarî gihîştiye ber destê wana ku deklerasyon dê bêt ragihandin, li ser vê xwestine ligel HDPê peywendî damezrînin, lê bi ser neketine.

Ango, ji agahdarîya Îtifaqa Kurdistanî têt fam kirin, ku mixabin HDPê li berpirsyarîya xwe ranebû ye, ji dest vê hevdîtinên di navbera Îtifaqa Kurdistanî û HDPê bi serneketiye.

Min peyama Hevserokê Lijneya HDPê yê Amedê M. Şerif Camci di malpera ArtiGerçekê da xwend, ji peyama Camci jî têt fam kirin, ku agahdarîya Îtifaqa Kurdistanî rast e û HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebûye, ji dest vê hevkarî encam negirtîye.

M. Şerif Camci kêşeya bi sernektinê wekî tiştekî “teknikî” nişan dide û weha dibêje, “Kê/kî çi kir, çi nekir, sûçdar kî/kê bû, çi bû, ji hemûya azade dibêjim ku di bingehê da pirs nebû.”

Ango, ji peyama Camci têt famkirin ku “bi devkî em wekîhev difikirin, lê bi niviskî û îmzakirina deklerasyonekî hevpar nabe”, ji ber ku di nava HDPê da hinek partî û grupên din hene, jixwe HDPê bi sere xwe partîyek tirkîyeyî û têkilî ye.

Ev gotina Camci bîranînek min anî bîra min, min carekê din jî nivîsa bû û bi bawerîya min girîng e ji ber ku asta hişmendîya girseya HDPê dide dest.

Sal 2014an dema ez vegerîyam li Semsûrê li nivîsgeha hevalekî rûniştibûm, hinek nasên din jî hebûn, wekî herdem dîsa guftûgoya me li ser siyasetê bû, mijar hat li ser siyaset û peyamên HDPê sekini; min got, divê HDPê taybetî li ser mafê zimên bisekine, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî û zimanekî fermî bike, hevalekî HDPî bersiva min da û got, “dema em daxwazek weha bikin hinek grupên di nava partîyê da dê qebûl nakir, ew dê nerehet bibin!”

Mixabin, HDPê di rewşek weha da ye, me “tirkîyebûn”a wê famkir, lê divê ew jî fam bike ku 90% dengê wê ji gelê Kurd têt, roja ku Kurd jê dûrbikevin, ew dê wekî masîya bê av bi sere xwe bimîne.

Him serokên wê û him jî rayadarên wê divê vê rastîyê baş fambikin û berjewendiyên gelê Kurd bikin ber yên partîyê.

Ez nebawerim ku welatparêzekî Kurd li dijî hevkarîya bi derdorên demokrat û dostên Kurdan be, berevajî qîmetek giranbûha didin dostên Kurdan.

Wekî Hevserok M. Şerif Camci jî dibêje, hevkarîya Îtifaqa Kurdistanî û HDPê dê li bakurê Kurdistanê sinerjîyek berfireh biafiranda û encamek serketî dê encam bida.

Hevkarîyek weha dê li ser peywendiyên partîyên parçeyên din jî karîgerîyek erênî bikira, lê helwesta HDPê ev derfet asteng kir.

Bila, temîya min li HDPê be, bi ya hinek kesên ku heta roja îro bi keda xwe nehatine neke, bila baş zanibe ku xwebawerîya wana qels e.

Bi vê helwest û siyasete HDPê deriye xwe li derfeta ber deriyê ra girt, ew dê zirarê bide partîyê û yekrêzîya siyaseta bakurê Kurdistanê, bêguman ev dê li kêrî kes û hêzên neyar bêt.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 7897 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:26:05

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin