Roja yekşemîyê, li Amedê Komxebata Kongreya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) hebû, ji herçar parçeyên Kurdistan'ê nûnerên partîyan û kesayetiyên siyasî hatibûn vexwendin, bi beşdarîyek hêja Kongreyê dest pê kir.
Ji ber lidarxistina Kongreyê, ewil min divê serokêgiştî û rêveberiya PAKê piroz bikim, ceribandina siyasî bi me dide zanîn, ku di jîyana têkoşîna partiyan da kongre payeyek (merhele) gellekî girîng in.
Hinek partiyên me Kurdan bi salan kongreyên xwe li dar naxin, demên kongreyên wana diburin, lê ne xem e!
Hinek partiyên navûdeng jî hene, kesên ku karûbarê van partîyan dişopînên dê zanibin.
Bo mînak, Yekitîya Niştimanê Kurdistan (YNK) di sala 1975an da hat damezrandin, lê heta îro, ger ez ne şaş bim, kongreya xwe ya sêyemîn hêj li dar ne xistîye.
Dîsa Partîya Demokrata Kurdistan'ê Iraq'ê hêj kongreya xwe ya 13mîn li dar nexistiye.
Bê guman, gellek sedemên vê rewşê hene, lê dîsa jî rewşek balkêş e.
Rewşek balkêş e, ji ber ku kongre, civîna (platforma) çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, amede û guhertinên bernameya partiyê û herweha, peywendiyên partiyê bi partî û dezgehên din va sazîya herê erkdar e.
Taybetî, civîna herê guncaw û erkdar e, bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, guhertina lijneyên rêvebir û peywirdarkirina hinek kes û kadiroyan.
Gellek kes vê xemsariyê di encama rewşa siyasîya Rojhelata Navîn da dibînin, ango wekî rewşek asayî, her çiqas em parçeyek ji Rojhelata Navîn bin jî, me hêvî heye ku rewşa me ya siyasî demokratîk be.
Ev helwestek gellekî baş e, ku PAK her di demên xwe da, bê guman rewşên awerte taybetmendiyên xwe hene, kongreyên xwe li dar dixe.
Sazîbûna partîyan bi lidarxistina kongreyan dibe, payeyên weha bona saziyekê gellekî girîng e, ger ev bi sernekeve têkoşîn bi ser nakeve û partî nikane bîr û boçûn û bernameya xwe bigehîne girseyî.
Girseyîbûn bi kongreyan dibe, ger partiyên kongreyên xwe di demên xwe da lidarnexin neçarî lawaziyê ne.
Di hêla din da kongre civînên weha ne; partî, rêvebira partîyê derfetê dibîne ku peyamên xwe bigehîne girseyî û çoş û peroja xwe nû dike.
Her çiqasî hinek kêmayîyên kongreya PAKê hebûn jî, axaftina serokêgiştî Mistefa Ozçelik baş bû, di dawîya axaftina xwe da bal kişand ser valahîya siyasî li bakurê Kurdistan'ê û got, " Werin em ji bo partiyeke xurt ya azadîxwaz, mîllî, demokrat, Kurdistanî û ji bo tifaqeke netewî û demokratîk hemleyeke nû destpê bikin."
Ev helwestek neteweyî ye û li bakurê Kurdistan'ê pêdivîya valahîya siyasî raber dike, bangek jidil e.
Partiyekî xurt, tîfaqek neteweyî û demokratîk naye wê wateyê her kes û derdor di binê banê partiyekî da bicivin.
Bê guman, partiyên cûda dê hebin, ji ber ku struktûra civakê weha ye, lê dema grup û kesên heman bîr û boçûnên siyasî diparêzin, heman bernameyên siyasî dişopînên, ger partiyên cûda damezrînin kaosa siyasî dest pê dike.
Ne navê xwe tenê, herweha bîr û boçûnên xwe ên siyasî jî li qîmetê dêxin, marjînal dikin.
Gelek caran min nivisî, divê rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistan'ê bona me bibe mînakek dersdar, ku em aqilekî baş jê bigrin.
Ji herçar parçeyên Kurdistan'ê partî û keseyatiyên siyasî, rewşenbîr, hûnermend her kes bang li TevDemê dike ku bi Peymana Duhokê va pabend be, divê lixwevegere û pirsgirêkên bi ENKSê va çareser bike.
Bê guman, helwestek weha dê li kêrî doza neteweyî were.
Lê, TevDem û PYD li xwe venagere û hemû bangên yekrêzîyê paşguh dike, ji ber ku partiyên di nav ENSKê da biçûk in û bawerîya paşerojê nadin.
Her malbat, her grup û derdor partiyekî damezrîne encam weha ye.
Li bakurê Kurdistan'ê hêj rewşek weha dest pê nekiriye, lê nêşitên vê hene, siyaseta rast ev ku ên wekî hev di banê partiyekî da bin û bernameyên rasyonel hebin, di daxwazên xwe da realîst û çalak bin, bê guman fîdekar bin.
Bi hêvîya serketinê ji Komxebata Kongreya PAKê ra.
09.05.2017/Semsûr
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.