Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê

Qetlîamên rejîmê Baas'ê, wekî despêka Enfal'ê ji sala 1983an da dest pê kiribû, wê salê 8 hezar Barzanî birin çolên başûrê Iraq'ê û li wira hatin kuştin, hê jî gellek gorên komî nehatine dîtin.
Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê
Nêrîn Belav bike

Du roj berê 29mîn salvegera bîranîna jenosîda Enfal'ê bû, li başûrê Kurdistan'ê, taybetî li herêmên Germîyan û Silimanî'yê bi rêûresmên girseyî hat bibîr anîn.

Mixabin, di dîroka neteweya Kurd da gellek komkuşî hene, teybetî piştê dagirîya Kurdistan'ê ya Tirkan û artêşa Îslam'ê.

Qetlîamên rejîmê Baas'ê, wekî despêka Enfal'ê ji sala 1983an da dest pê kiribû, wê salê 8 hezar Barzanî birin çolên başûrê Iraq'ê û li wira hatin kuştin, hê jî gellek gorên komî nehatine dîtin.

Rejîmê navê Enfal'ê li êrişên xwe kiribû, wekî têt zanîn Enfal navê sureyek ji Kur'anê ye, di vê sureyê da "cîhat, ganîmetên cîhadê û parvekirina wana" mijarên.

Jenosîda Enfal'ê di 8 merhaleyen da hatibû kirin, ji ber ku Enfal 8mîn sureye Kur'anê ye, 8 merhaleyên wê hebûn.

Êrişên sîstematîk ji sala 1986an destpêkiribû, wate bi biyarên navendî û bi amancê ji holê rakirinê komkuşîyê destpêkiribû û heta sala 1989an...

Destpêka van êrişan jî roja 14 avrêla (nîsan) sala 1986an e, ji dest vê her sal 14yî avrêlê bîranîna vê komkujiyê ye.

Di van êrişan da ne tenê hemû çûre çekên giran bikar hatin, herweha çekên kîmyawî jî bikar hatin, bi ya çavdêran 77 caran bi çekên kîmyawî qetlîam hat kirin.

Rejîmê Baas'ê, qapaxên trubînên bendava Dokan jî vekir, bi sedan gund û wargeh di bin avê da man, bi hezar kesî jîyana xwe ji dest dan.

Komkujîya herê zêde bi çekên kîmyawî jenosîda Helepçe ye, nêzikî 5 hezar kes di hundirê çend xulekan da hatin kuştin, bi hezaran birîndar û kesên wendayî, ku ji vana hinek hêj îro jî nehat dîtin.

Konseya Fermandeya Şoreşger ya Baasê roja 27gulan 1987an jimar 160 biryarek stend û bi vê biyarê Kurdistan herêma şer hat ragihandin û fermanderê Enfalê Hesen el Mecîd, 20î pûşber (hezîran) 1987an, ji hemû fermandarên parleşker (kolordu), midurên ewlehîyê û hinek saziyên sivîl ra fermanek şand; di fermanê da weha digot, "ev herêman (herêma Kurdistanê) herêmên şer in, heta fermanek din, kesên li van herêma bi ajalên xwe va dikanin bên kuştin."

"Divê firok, helîkopter, tank û top bi mebesta bêhtir mirov bên kuştin bikar bên...."

"Kesên li van herêman hatin girtin, ewil bên lêpirsîn û piştê agahdarî jê hat stendin, kesên temenê di navbera 15 û 70 salî da divê bên kuştin."

Amanc şikandina hêz, taqet û vîna gel û şoreşa Kurdistan'ê bû, komkuşîyê li seranserê başûrê Kurdistan'ê bi salan ajot; "pêla dawî ya Enfalê di 23ê reşemiya 1988ê li Dola Cafeyatî ya Silêmaniye dest pê kir û di 6ê îlona 1988ê de li Zaxoyê bidawî bû. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrîn'ê hemû wargehên kurdan hatine wêrankirin. Di seranserê Enfal'ê de 182 hezar Kurd hatine şehîdkirin an wendakirin. 4 hezar û 665 gund û navçeyên başûrê Kurdistan'ê hatine hilweşandin. 3 hezar mizgeft, 2 hezar dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse hatin wêran kirin."

Di jenosîda Enfal'ê da berpirsyarîya dewletên ku maddeyên kîmyawî dane Iraq'ê heye, herweha dewletên cîran jî.

Bo mînak serokfermanderê wê demê Abdûlkerîm Faysal, di fermanek xwe ya 21 tebax 1988an da dibêje, ku "Bi mebesta şopandina multecîyan divê efserên Iraqî bi efserên Tirk va hevkariyê bikin."

Di vê barê da hinek belgeyên din jî hene lê veşartî man.

Min di rojnameyekê da xwedibû, hevpeyvîn bi ajokerê maşîneya kolîner (kepçe) va hatibû kirin, di hevpeyvîna xwe da ajoker digot; "gazî me kirin, em bi maşînên xwe va çûn, hinek cî bi me nîşan didan û ji me ra gotin vira bikolin, me jî dikola. Paşê bi cemseyên eskerî mirov tanîn, temenê wana cûrbecûr bû, ji 15deyî heta 70 salî kes hebûn. Li kêlekê kortên kolayî li ser çokê dihatin rûniştandin û her yekî gulleyek berê serê wana didan û bi bînê xwe tote kortê dikirin. Paşê ji me ra digotin ser bigrin, dema me ser digirt hîn hinek dilivîyan."

Rojnameger jê dipirse, "gelo kesî hewla li dij derketinê nedida," bersiva wî, "didan lê encamên wê tinebû."

Dema min di pirtûka Elî Şerîatî ya bi navê "İslam çi ye, Mihemmed kî ye?" xwend, ev hevpeyvîn hat bîra min.

Şerîatî di vê pirtuka xwe da, li Mekke'yê derketina Îslamê û heta mihacirîya Medînê û sal bi sal behsa şer û pevçûnên 20 salanên destpêka Îslamê dike.

Di derek pirtûka xwe behsa Komkujîya Çûhîyên Medîne'yê dike; dibêje, "rojekê 700 mirovên Çûhî hatin kuştin dema ser hat girtin hêj canê hinekan germ bû."

Belê DAİŞê jî bi deh hezxaran kes kuşt, di gorin komê da ser girt, hinek kes şerjêkir, hinek kes şewitand, taybetî komkuşîya gelê Êzdî di dîroka Kurdistanê da pelkek reş cî girt.

DAİŞê jin û zarok wekî "ganîmeta cîhadê li xwe helal kir û parvekir", bi hezaran jin û zarokên Kurd hêj di destê rêxistina terorîst da ne.

Nêzikî 2 hezar pêşmerge şehîd ketin, ji 9 hezaran bêhtir birîndar bûn û gellek pirsgirêkên civatî, ku emê hêj demek dirêj encamên wana bibînin, peyda bûn.

DAİŞ jî dibêje, daku ew "van tiştan ji ber xwe nakin, ji ber ku berê jî hatine kirin", bi ya wana "di dîroka Îslam'ê da gellek mînakên weha hene."

Ti ferqa êriş û komkuşîya DAİŞê jî Enfal'ê tine ye, heman zîhniyet, heman xerabî û wahşet.

Mahmut Kilinc

16.04.2017/Semsûr

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 5096 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:55

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin