Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Dagirî û dabeşkirin

Ne tene Tirkîyê Komara Îslamîya Îranê jî dev ji bandora xwe ya li Suriyê bernade û herweha Rusyayê jî dev ji bandora û beregehên xwe yên li Suriyê bernadin. Suriyê bona berjewendî, hewes û mebesta Rusyayê cihê pêla ewil e, deriye Rojhilata Navîn e.
Dagirî û dabeşkirin
Nêrîn Belav bike

Li Suriyê gellek dewlet êdî yekser di nava şer da ne, li hêlekê Rusya û Îran ku li ser vexwendina Suriyê li wî welatî ne, li hela din bi destûra Rusyayê Tirkîyê bi dagirkirina parçeyekî têr nebûye êrişî li ser Efrînê dike û herweha, bi pişengîya Dewletên Yekbûyî Amerîya Hêzên Hevpeyman jî li rojhelatê Fêrêt in.

Wezîrê kare dervayê Rusyayê Sergey Lavrov, wekî pasvanê Suriyê diaxife û alîkarîya DYAyê bona Hêzên Suriyê Demokratîk (HSD) li rojhilatê Fêrêt wekî “handana Kurdan û lîstoka bi agir” û alîkarîya DYAyê jî wekî “afirandina dabeşkirina Suriyê” dest nişan dike.

Herweha ew, amaje bi amancê DYA dike û dibêje, “Ew dibêjin (ji berpirsên DYA ra dibêje m.k.) daku li dijî DAİŞê şer dikin û ligel yekparebûna welatê Suriyê ne, lê divê ew gotinan li ser erde bên dîtin.”

Bi ya wezîrê kare derva amancê DYAyê dabeşkirina welatê Suriyê û damezrandina “Dewletek Kurdî” ye, lê em dizanin derdê wezîr parastina yekparebûna welatê Suriyê nîne, ew, ketiye qêda berjewendiyên welatê xwe, çend kes hatine kujtin, balefirên şer gund û bajar bombebaran kirine, bona wî û serokê wî Vladimir Putin girîng nîne.

Divê mirov ji wezîrê kare derva bipirse, gelo kî/kê destûra êrişa li ser Efrînê da, bi sedan sivîl bûn qurbanê bombebaran û topbaranan, dîsa bi sedan kes hatin kujtin, bi deh hezaran kes koçber bûn, li Efrînê karesatek mirovî diqewime, heçkû Efrîn herêmek aram bû.

Ti kes behsa dabeşkirina welatê Suriyê nake, çima hemû dewlet di peyamên xwe da, pêwistî pê hebe an nebe, dibêjin ku ew ligel yekparetîya Suriyê ne?

Lê, em dizanin siyaseta rojavê Kurdistanê jî, herweha hemû layên siyasî, gellek caran dîyar kirîne ku daxwaza Suriyek federali û herêmek federe dikin.

Pirs ev e, gelo federalîzm dabeşkirina axa welatekî ye?

Bê guman, bersiva vê pirse wekî hûn jî zanin NA ye, federalîzm an “xweserîya demokratik” modelek rêveberina welatekî ye, wekî Almanya û hinek dewlet hene ku federal in, lê li van welatan damezrandina dewletên federe ne li ser bingeha kêmjimarî (etnisîte) ye, herweha li DYAyê jî damezrandina eyaletan weha ye.

Di çanda dewletên Rojhilata Navîn da federalîzm bi wateya dabeşkirina welatekî û taybetî di çanda siyasî û ayinî (olî) ya dewleta Tirkîyê da qetbûna “umetê” têt fam kirin, dema behsa mafên kêmjimarek têt kirin yekser ev dabeşkrina qada welêt û qetbûna “umetê” ye!

Dîsa em dizanin ku ev famkirin û nêzikbûnek ne jidil e, ger em qetbûna “umetê” bikin mijar, bi dehan dewletên Erep hene.

Mixabin, li herêmê dewletên dagirker xwe didin ber bedêlên giran, êrişkarî, xwîn, kujtin û her çûre xerabî, bona vana çêtir e ji rakirina xesba li ser mafên neteweyên Kurd û Suryanî Asûrî.

Dagirkerên Kurdistanê mînakên balkêş in, taybetî Dewleta Tirk ku hemû siyasetên xwe yên civakî, çandî û aborî li ser vê rastiyê damezrandiye/dadimezrîne.

Herweha siyaseta derva jî, têkilî û peywendiyên civakî û bi dewlet û saziyên biyanî va, di kare dîplomatîk da wekî têt zanîn ev rastî her tim li ber çavan e û siyaset û dîplomasîyê berhêlî dike.

Herweha sîstema perwerdeyî.

Heçkû, em dizanin ku îro gengeşîya li ser guhertina tixûban nîne, lê bila kesên biryara êrişa li ser Efrînê dane zanibin ku piştê êrişê peyvên dabeşkirin û qetbûn bêhtir tên bihîstin.

Îro Suriye mînakek balkêş e, hinek dewlet li hêlekê şer dikin, li hela din peyamên parastina yekparebûna welatê Suriyê didin.

Mînaka herê balkêş Tirkîyê ye, ew him behsa parastina yekparebûna welatê Suriyê dike, lê di heman demê da parçeyek ji vî welatî dagir kirîye, dixwaze Efrînê jî dagir bike.

Qada operasyona Mertala Feratê û êrişa li ser Efrînê mînakên herê balkêş in, Tirkîyê heta El Babê dagir kir û desthilatîya xwe bicî kir, heta îro min nebihîst ku ne saziyekê û nejî kesekî gotîye bila Tirkîyê ji herêma El Babê derkeve!

Ne tene Tirkîyê Komara Îslamîya Îranê jî dev ji bandora xwe ya li Suriyê bernade û herweha Rusyayê jî dev ji bandora û beregehên xwe yên li Suriyê bernadin.

Suriyê bona berjewendî, hewes û mebesta Rusyayê cihê pêla ewil e, deriye Rojhilata Navîn e.

Dîtinek hevpar e ku Suriyê êdî wekî bere nabe, ne rejîm û ne jî desthilata Şamê.

Jixwe, pêvejoya Astana têkçû, ji ber ku amancê Astana yê sereke berfirehkirina herêmên aram bû, ango berfirehkirina herêmên bê şer û pevçûn bû, qaşo Rusya, Tirkîyê û Îran garantör in, dê herêmên aram berfireh bikirina, berevajî êrişkarî, dagirî, şer û pevçûn bêhtir bû.

Li hêlekê Efrîn têt dagir kirin, lê hela din rejîm û Rusyayê Xûteya Rojhilat daye ber bonbeyan.

Li Efrînê ji dusedî bêhtir sivîl hatin kujtin, herweha ji pencsedî bêhtir brîndar hene û her roj ev jimar pirtir dibin, ev encama Pêvejoya Astana ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3940 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:09:23

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin