Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye.

Gelê başûrê Kurdistanê biryara xwe da, Kurdên parçeyên din û yên li seranserê cîhanê piştevanîya Rapirsîna Serxwebûnê kirin, êdî berpirsyarîya encamên rapirsînê li ser milê siyasetvanên başûrî ye, gel ya xwe got, nuha divê siyaset gava dîrokî bavêje.
Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye.
Nêrîn Belav bike

Roja rapirsînê (referandumê) wekî gellek bakurîyan ez jî li başûrê Kurdistanê bûm, min jî ev çoş û peroşa li Başûr jîya, bi xemilandina kolan, avahî û otomobîlan bi ala Kurdistanê, wekî hemû welatparêzan hestgermiyekê hinavên min jî pêçabû.

Çend rojan berê rapirsînê ez çûbûm Başûr, li kolanan keç û xortên ciwan bi otomobîlên xemilandî kelecanîya civakê bilind dikir, taybetî li Hewlêra paytext.

Jixwe, ji mitîng û festîwalên girseyî dixuya, ku gel biryara xwe da ye, ji sindoqan dengê “ERÊ” dê bi rêjeyek bilind derkeve.

Weha jî bû, rêjeya dengê “ERÊ” gehêşt asta 92,73%, bê guman ev bilindî û rijdbûna vîna gelê başûrê Kurdistanê ye li ser Rapirsîna Serxwebûnê.

Gelê başûrê Kurdistanê biryara xwe da, Kurdên parçeyên din û yên li seranserê cîhanê piştevanîya Rapirsîna Serxwebûnê kirin, êdî berpirsyarîya encamên rapirsînê li ser milê siyasetvanên başûrî ye, gel ya xwe got, nuha divê siyaset gava dîrokî bavêje.

Him di helmeta rapirsînê da û him wekî em îro dibînin behsa bertekên, taybetî dewletên dakirker, dewletên herêmî û cîhanê dihat kirin.

Piştê biryara rapirsînê, li ser pirsekê serok Barzanî bi wate weha gotibû, “ger ez hinek tiştan nizanibim, min hinek hevdîtin nekiribin, ezê gelê nekim ber xeterê.”

Rojekê serok Barzanî dê eşkere bike û em jî dê zanibim ka kê/kî çi gotine?

Me jî, li ser navê Însiyatîya Piştgirîya Referanduma Serxwebûnê li bakurê Kurdistanê, li panel û hevdîtinên xwe da amarê (hesabê) bertekên rapirsînê û daxwaza bikaranîna derfeta îro dikir.

Min divê bêjim ku ew bertekên em dibînin, taybetî yên dewletên dagirker bendewar bûn, lê tenê hinek dewletên zilhêz helwest û rawestek baş nestendin.

Me derfetek gellekî baş heye, lê çi heyf e, ku bi qasî başîya wê me karneanî, ev jî dostanî û hestyarîya rayagiştîya Cîhana Rojavayî ye, di barê neteweya Kurd da.

Bila em zanibin, ku rayagiştîya Cîhana Rojava li pişt neteweya Kurd e, ev derfetek gellekî baş e, tenê bi bes divê bêt berhêlîkirin.

Li Cîhana Rojava rayagiştî dikane li ser deshilata wî welatî karîger be.

Gefên dewletên dagirker.

Ez bi xwe bawer nakim, ew ba û bahoza ku dewletên dagirker radikin dê bidome, ji ber ku domandina tedbîr û girtina hinek rêkaran dê zirarekê bide wana bi xwe jî.

Rewşa aborî, taybetî ya Tirkîyeyê û Îranê ne ewqas bihêz e, ku hesabê bazara başûrê Kurdistanê nekin.

Di hêla din da li dijî hev ne jidil in, li pêş perdê bi tewrekî, li paş perdê bi tewrekî din tevdigerin û diaxifin.

Wekî têt zanîn him pêdivî (îhtiyaç) û him jî peywendiyên dewletan ne wekî berê ne, bo mînak dagirker nikanin wekî pakta SADABADê hevpeymaniyek nuh pêk bînin, ji ber ku şert û mercên cîhana îro ne wekî salên 30î ye.

Bê guman, dengê teqûreqê emê bibîzin, lê rewş dê her roj berve asayîbûnê ve veguheze.

Taqeta Rojhelata Navîn tine ye ku derîyekî ji alozîyek nuh ra veke, taybetî li dijî Kurdan, ji ber ku li herêmê Kurd di şerê li dijî DAİŞê da biserketine û herweha, hezên sekuler in, civatek pirr rengîn e, vê rastiyê cîhan dizane.

Piştê rapirsînê guftûgoyên bi Bexdadê va.

Her çiqasî ji hinek dewlet û layên siyasî bertek rû didin jî, bi serketî encamdana rapirsînê Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê destê xwe bihêz kir, taybetî li hemberî xêrnaxwaza rêzdariyek navneteweyî bi dest xist.

Ji lewra, mijar her çi dibe bila be rapirsîn mafekî rewa û demokratîk e, dijminên ku behsa nerewatiyê dikin, ji ber xêrnaxwazî û têkçûna amarên wana ye.

Nuha, Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê bi destekî xurt dikane ligel Bexdadê dest bi guftûgoyê bike, di barê encamê rapirsîn û cîrantiyê da.

Bi bawerîya min, ewil divê hilbijartina yekî mijdarê (01. 10. 2017) bibe, lê ji îro va lîsteyên partîyan divê bi ramanek baş bête amede kirin, ku parlementa tê dê li ser paşeroja başûrê Kurdistanê xwedî biryar be, peywirek dîrokî dê bicihbîne.

Partî divê di barê namzetên xwe da balkêş bin, ji ber ku parlementa tê gellekî girîng e, ji lewra ew dê biryara serxwebûnê bide.

Herweha serok jî dê bêt hilbijartin, ji ber vê yekî mijdarê (01.11. 2017) bi qasî rapirsînê girîng e, ger serok û parlement pêdivîya pêvejoyê nedin xetera hederbûna serketinên heta îro dê hebe.

Ango, bi kurtî, bi bawerîya min, bi Bexdadê va deriyê guftûgoyê divê neye girtin, ew jî dê bibe destketiyek dîplomatîk, helwest û siyasetek weha di qada navneteweyî da destê dost û palpiştan dê xurt dike.

Divê Bizava Siyasîya Başûrê Kurdistanê ji daxwazên xwe paşve gal neavêje, li ser daxwazên xwe ku serxwebûn û cîraniyek baş e rijd be, layê ku dê ji hevdîtinê vekêşin bila ew bin û cîhan vê rastiyê bibîne.

Dema nivîsandina vê nivîsê min, nûçeya koça dawî ya Mam Celal Talabanî xwend, ez gellek xemgîn bûm. Mixabin, Mam Celal Talabanî ragihandina serxwebûna Kurdistanê nedît, ku di jîyana wî da amancê sereke ev bû.

Hêvî dikim, civata Kurd û Kurdistanê, keç û lawên me, nifşên tê dê Mam Celal Talabanî û kedkarên doza neteweyî ti caran jibîr nekin, ew dê di dilê her Kurdekî da bijîn.

Ez hevxemê malbata Talabanî me.

Bila serê netewewa Kurd, hemû pêgirin YNK û serê malbatê sax be.

Rêzdarî li ber birewerîya Mam Celal Talabanî.

Mahmut Kilinc

03.10.2017/Dusseldorf

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 3816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:08

Nêrînên Dawî

Li ser romana 'RAPERÎNA BABA ÎSHAQ' Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin